Pêşengên me yên azadiyê cewhera şoreşa jinê ne

Ayten Dersim got, "Weke jin û gelê Kurd, me tirs ji berê ve şikandiye, yên difikirin me bi mirinê bêdeng bikin, xwe dixapînin. Em şagirtên Sara, Evîn, Rojbîn, Fîdan, Sêvê, Fatma û bi hezaran şehîdan in."

Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersim di nivîsa xwe ya ji bo malpera fermî ya PAJK'ê de nivîsand, şoreşgerên di komkujiyên li Parîsê de şehîd bûne bi bîr anî û got, "Bersiva me ya ji bo şehîdan ew e ku em bibin hevrêyên wan di rêya heqîqetê de. Bi gotina ku wê sedsala 21’an bibe sedsala jinan, divê em li ser têkoşîn û hişmendiyê bisekinin. Em ê hesab ji komplogeran bipirsin. Sekna me ya rêxistinbûyî û meşa me ya bi biryar wê li her derê dewam bike."

Gotara Ayten Dersim a li ser malpera PAJK'ê hatiye weşandin wiha ye:

"Têkoşîna azadiyê têkoşînek demdirêj û dijwar e. Rêwiyên vê rêyê ew in ku li pey heqîqet û azadiya mezin biryarê didin. Helbet ev şoreşger in. Ev şoreşger şoreşgerên modernîteya demokratîk a sedsala 21’ê ne. Ev Apoyî û PKK’yî ne. Ev şoreşger ew in ku di felsefeya azadiyê ya Rêbertiya de perwerde bûne, di îdeolojiya azadiya jinê de bi biryar in, di asta EVÎNÊ de biryara azadiya civakî didin. Em bi lêzêdekirina girêdanên nû bi zincîra azadiyê, mirinê têk dibin û derbas dikin. 

Tevgera jina azad bi têkoşîna xwe ya 50’î salî bûye pêşenga jin û civakan li hemû cîhanê. Jinên cîhanê bi dirûşmeyên formula efsûnî ya 'Jin, Jiyan, Azadî' li her derê têkoşînek hevpar pêk anîn. Di serdemeke wiha de faşîzm hê jî bi êrîşên li ser pêşeng û mîlîtanên jinê dixwaze encamê bigire. Di salvegera 10’emîn a Komkujiya 9’ê Çileyê ya Parîsê de di dilê Parîsê de komkujiyeke din bi serê me jinan ve hat.

Weke jin û gelê Kurd, me tirs ji berê ve şikandiye, yên difikirin me bi mirinê bêdeng bikin, xwe dixapînin. Ji ber ku weke jinên Kurd em şagirtên Sarayan, Evînan, Rojbînan, Fîdanan, Sêvêyan, Fatmayan û bi hezaran şehîdan in.

Hevrê Evîn yek ji pêşengên tevgera jinê bû û bi zanebûn hate hedefgirtin û qetilkirin. Bi sekna welatparêzî, berxwedan û hişmendiya şoreşgerî ya Botanê yek ji pêşengên me yên mînak bû. Zêdeyî 30’î sal in di têkoşîna azadiyê de têkoşiyaye û di îdeolojiya azadiya jinê de bûye pêşeng. Li çiyayên azad mezin bû û hevrêya Sarayan bû. Sekna wê ya azad û vîn û biryardariya wê di dilê hemû jinan de cihek taybet ava kiriye. Ji bo nivîsandina dîroka nenivîsandî ya azadiya jinê di Şoreşa Jinê ya Rojava de cih girt û di avakirina modernîteya demokratîk de israr kir. Her tim bi têkoşîna azadiyê re hişmendî û baweriya jinê ava kiriye. Li vir helwesta jinên rêxistinkirî ku faşîzm jê ditirse heye. Û dixwaze bi komployên xwe li jina ku jê ditirse bixe. Lê belê weke jinên Kurd me berê xwe da vê yekê û êdî em ji rêya azadiyê dernakevin.

Sara bi kesayet û jiyana xwe efsane, bi têkoşîna xwe destanek û bi şehadeta xwe nasnameyeke gerdûnî ye. Ew ajîtatorek ku dema hewce dikir gel li dora xwe dicivand, dema hewce dikir şervan û dema hewce dikir siyasetmedar. Çi li febrîqeyê, çi li zindanê, çi li çiyê û çi di qada civakî de jineke jîr a APOyî bû ku dizanibû li her derê şer bike.

Di hemû pîvanên têkoşîna me ya azadiya jinê de îmzaya Sara tê dîtin. Maratona têkoşînê ya ku di qonaxa yekemîn a komê de dest pê kir, di berxwedana zindanan de gihişt lûtkeyê. Yekemîn jina APOyî a ku di zindanê de parastina siyasî kir, tif kir rûyê celladê yekem û di dîrokê de cara yekem jina ku bedena xwe da rojiya mirinê ye. Mîrateyê serbilindiyê ya Seyît Riza dewam kiriye, bûye navê têkoşîneke bilind û bi rûmet. Tovê hemû geşedan û pîvanên têkoşîna me ya azadiyê reşand û şîn kir.

Hevrê Sara jinek APOyî bû û bi helwest û têkoşîna xwe ya heybetbûna Dêrsimê û hişmendiya şoreşgeriyê hatibû avakirin, kir malê civakê.

Rêbertî ji bo qetilkirina hevrê Sara got “ev komkujî komkujiya Dêrsimê ya duyemîn e” û bi gotina “komploya navneteweyî berdewam dike” perspektîfa têkoşînê ya pêwîst da me. Weke şervanên azadiyê em ê hesabê vê komkujiyê bipirsin û em ê ti carî dev ji doza xwe bernedin. Divê were zanîn ku nasnameya berxwedan û azadiyê ya ku bi Sara re bûye xwedî îfade, bûye malê hemû gelan û jinan. Ti kes nikare pêşiya jina Kurd a ku tama azadiyê girtiye û hêza çiyayan li pişta wê ye, bigire. Li Zap, Avaşîn û Zagrosê careke din hate îspatkirin ku, jinên Kurd bi jiyan û helwestên xwe li ser rêya heqîqetê modernîteya demokratîk ava dikin. Niha bi hezaran jin weke hevrêyên Sarayan dimeşin. Bi hezaran jin li kolanan rêxistinên xwe ava dikin. Bi hezaran jin li hemberî dijminên xwe bêyî ku serî bitewînin, li ber xwe didin. Û ev bi hezaran jî bi komkirina hemû cîhanê li dora “Jin, Jiyan, Azadî” biryara avakirina sîstema xwe ya konfederal a demokratîk didin.

Sara pêşeng û avakerê van nirxan in. Dema ku şoreşger rêya şoreşê girtin, êdî kes nikare wan ji vê rêyê dûr bixe. Bi taybetî eger ev Kurd û jin bin, hêza tu kesî têrê nake ku wan ji têkoşînê paşde gav bide avêtin. Ji ber ku em tîyê azadiyê ne û em bi biryar in. Weke gel û jinên Kurdistanê me hezar carî sond xwariye ku em ê hesabê vê komkujiyê bipirsin. Em milîtanên Rêber APO ne û şervanên ku li ser şopa berxwedan dimeşin. Em şopdar û hevrêyên Sarayan, Ronahîyan, Rojbînan, Evînan, Sêvêyan, Pakîzeyan, Besêyan û Zarîfeyan in.

Em soz didin hemû hevrêyên xwe ku heta em şoreşa jinê pêk bînin, têkoşîna xwe dewam bikin. Azadiya fîzîkî ya Rêberê me azadiya hemû jinan e. Komploger ne duh bi ser ketin û ne jî dê sibê bi ser bikevin. Weke jin divê em li her derê hê bêhtir rêxistinbûyî, xweparastin bikin, hîn bêhtir bi hişmendî li azadiyê kilîd bibin, divê em têkoşînê mezin bikin.

Divê em bi civakbûyîna efsûna Jin, Jiyan, Azadî di hemû qadên jiyanê de bersiva mêtingerî û faşîzmê bidin. Bersiva me ji şehîdan re ew e ku em di rêya heqîqetê de bibin hevrêyên wan.

Bi gotina ku wê sedsala 21’an bibe sedsala jinan, divê em li ser têkoşîn û hişmendiyê bisekinin. Hesab ji komplogeran xwestin wê helwesta me ya rêxistinbûyî û meşa bi biryar li her derê be."