Ji bo Îmraliyê divê em seferber bibin

Vê dema ku em tê de ne, dema seferberiyê ye. Heta ku em ji Rêber Apo agahiyan bistînin divê em her dem çalak bin.

Daxuyaniya herî dawî ya Buroya Hiqûqê ya Asrinê ya derbarê hevdîtina CPT'yê ya li Îmraliyê, mirovan mat dihêle. Her çendî zêde agahî nehatibe stendin jî, daxuyaniya CPT’ê ya der barê serdana dawî ya Îmraliyê de ku gotibû “Em bi hemû girtiyan re yek bi yek axivîn”  Kurd û hêzên demokratîk hinekî din aramtir kir. Ji ber ku ev dihat vê wateyê ku bi hemû şoreşgerên li Îmraliyê bi taybet bi Rêber Apo re hevdîtin û axaftin hatin kirin û ji ber vê jî diyalog çêbûye. Lê bi daxuyaniya ku hate gotin "CPT bi Rêber Apo re hevdîtin pêk neanî" hemû tişt ji holê rakir.

Îcar niha rewş çawa ye û divê em vê rewşê çawa fêm bikin û divê em çi bikin? Hinek kes daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Asrinê weke “Rêber Apo bi CPT’yê re hevdîtin nekir”, ango “protesto kir” şîrove dikin. Hinek kes dibêjin, "Rêber Apo çalakiyekê dike, em jî bikin." Hinek kes jî vê yekê wekî "Tu hewildanek ji bo muzakereyê tune" dihesibînin û diyar dikin ‘Li holê xapandinek’ heye. Hinek kes dibêjin ku ‘Rêber Apo ne di wê rewşê de ye ku, hevdîtinê bike.”

Helbet ev hemû ji bo niha texmîn û şîrove ne. Heta ku CPT daxuyaniyeke berbiçav û têr neke û hevdîtina parêzer û malbatê ya bi Rêber Apo re pêk neyên, wê spekulasyon û nîqaşên bi vî rengî bidomin. Bêguman ev spekulasyon yên xwediyê gotinê ne, bi tu awayî qala rastiya şênber nayê kirin. Di vê mijarê de tişta diyarkirî ya Îmraliyê û Rêber Apo ev e ku bi rastî tiştek nayê zanîn. 20 meh in bi tevahî nezelalî û nediyariyek heye. Ev dibe sedema her cure spekulasyon û şîroveyan. Di rastiyê de desthilatdariya AKP-MHP’ê bi tecrîda tam a li ser Rêber Apo dibe sedema vê rewşê. Vê rewşa nezelaliyê an jî nediyariyê encax bi hevdîtina malbat an jî parêzeran ji holê rabe.

Eşkere ye ku her çend zindana Îmraliyê li Tirkiyeyê ye û ji aliyê dewleta Tirk ve tê parastin jî, zindana ku behsa wê tê kirin, di esasê xwe de zindanek e ku ji aliyê DYA û YE’yê ango NATO’yê ve hatiye çêkirin û tê birêvebirin. Beriya niha jî weke berdewamiya komploya navneteweyî ya ji aliyê hêzên navborî ve hatiye plankirin û wisa derketiye holê. Ji ber vê yekê DYA û YE ango NATO bi qasî dewleta Tirk ji sîstem û pêkanînên li Îmraliyê berpirsyar in. Her çiqas CPT weke saziya çavdêriyê derkeve pêş jî, saziyên ku CPT pê ve girêdayî ye, Konseya Ewropayê, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, DMME, bi gotineke din saziyên Yekîtiya Ewropayê berpirsyarên vê rewşê ne.

Di vê rewşê de ne tenê desthilatdariya AKP-MHP’ê, îro jî rêveberiyên YE û NATO’yê yên li Îmraliyê tecrîda girankirî û êşkenceya heyî li gorî xwe dipejirînin. Divê were zanîn ku CPT diçe û diaxive, carna raporan diweşîne, carna jî pratîkên heyî rexne dike û daxwaza guhertinan dike, lê di pratîkê de tiştek naguhere. Bêhiqûqiya heyî berdewam dike. Û ev rewş CPT û sazî û dezgehên ku girêdayî wê ne, qet aciz nake. Ji ber ku bi awayekî cidî li dij dernakevin û tiştekî naguherînin. Ma hêza wan nîne ku bêhiqûqiya heyî biguherînin? Hinek jî wisa dihesibînin û saziyên pêwendîdar jî îfade dikin rewşa wan ev e. Eger wisa be, wê demê diyar dibe ku saziyên heyî gelekî qels in; ji ber ku ev tê wê wateyê ku hêza wan têra tiştekî nake. Lê zehmet e ku meriv bawer bike ku ev rastî ye. Pir eşkere ye ku ev sazî xwedî heman feraset û şêwaza van kes an jî saziyan e yên ku li Îmraliyê êrîşên wisa pêk anîne. Ev jî nîşan dide ku nîqaşên  YE’yê yên li ser “demokrasî” û “mafên mirovan” derew in, ji gotinan wêdetir naçin, ango bi parastina berjewendiyên xwe sînordar in.

Eşkere ye ku Îmralî heqîqetê hem ronî dike, hem jî didarizîne. Eşkere ye ku ti kes nikare xwe li pêşberî tiştên li Îmraliyê diqewimin veşêre. Rastiya Îmraliyê bi rakirina hemû maskeyan rûyên rast derdixe holê. Kî bi rastî demokrat, azadîxwaz, alîgirê mafên mirovan, sosyalîst û şoreşger e û kî van rengdêran ji bo berjewendiyên xwe weke maskeyekê bi kar tîne, bi awayekî zelal eşkere dike. Dîsa rûyê rast ê pergala dewletparêz û desthilatdar a serdestiya mêr a pênc hezar salî û pergala modernîteya kapîtalîst a 500 salî û çawa li ser zîhniyet û siyaseta qirker hatiye avakirin, nîşanî her kesî dide. Li ser vê bingehê her kesî dinirxîne, li ser mêzînê wan diwezinîne û bi daxistina maskeyan, rastiya hemûyan derdixîne holê.

Baş e, em gelê Kurd û dostên wan ên şoreşger û demokrat li pêşberî vê rewşê çi bikin? Pir zelal e ku em ê pêşî ronahiya Îmraliyê esas bigirin û li ser vê bingehê xwe perwerde bikin. Wê demê ger li Îmraliyê ronîkirinê û darizandin derdikeve holê, ji xwe tiştek hêsan ji bo me dimîne. Wezîfeya me ew e ku em wan rast fêhm bikin û bi rengekî serketî bi cih bînin.

Rastiya Îmraliyê nîşan dide ku em ne di rewşeke asayî û awarte de ne. Bi rastî, piştî daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Asrinê rewşa ku em dijîn weke “awarte” pênase kirin jî, têr nake. Pir eşkere ye ku em Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê û gelê Kurd di rewşeke ku ji ‘awartebûn’ê wêdetir’ de dijîn. 20 meh in me ji Îmraliyê agahî negirt. Têkildarî rewşa tenduristî û ewlekariya Rêber Apo ti agahiyek me nîne. Bi ser de jî hîs û îdîayên pir girîng hene ku van gotinên CPT'yê red dikin ku dibêje 'ez çûm û min hevdîtin kir'. Di vê rewşê de em nizanin li Îmraliyê çi qewimî û çi pêk hat, em şert û mercên Rêber Apo nizanin.

Eşkere ye ku em nikarin di vê rewşê de rojekê, saniyeyekê jî rawestin. Bi rastî, heta niha em hinekî pir nerm nêz bûne. Dema ku hevdîtina parêzer û malbatê dihate astengkirin, gotin di cih de be me dinya bin guhê hev nexist. An mafê me hebû, em her derî bikin dojeh. Ji ber ku em mafdar bûn û me mafên xwe yên hiqûqî dixwest. Ji ber ku bi Îmraliyê têkilî ji bo me mijarek jiyanî ye. Niha bi xwe rexnekirineke wiha ya li ser rabirdûyê divê em xwe bigihînin heqîqetê û tişta ku me nekiriye niha bikin. Bi gotineke din, divê em li ser bingeha daxuyaniya dawî ya Buroya Hiqûqê ya Asrinê her der bikin dojeh. Heta ku parêzer û malbat hevdîtin bi Rêber Apo re bike, divê em ranezên, nexwin û venexwin; Divê em li her derê û her dem di nava çalakiyan de bin.

Bi rastî dema ku em tê de ne, demeka seferberiya vekirî ye. Weke gelê Kurd û dostên wan divê em ji heft saliyan heta heftê saliyan seferber bibin û bênavber çalakiyan li dar bixin. Heta ku em agahiyên zelal ji Rêber Apo werbigirin, divê em di nava tevgerê de bin. Yek armanc û rojev heye, ew jî divê em agahiyên zelal ji Rêber Apo werbigirin û hevdîtina bi parêzer û malbatê re pêk were. Ji bo seferberiyeke bi vî rengî divê em ti astengiyan li pêşiya xwe nebînin. Divê em karibin weke civak û şexsî awarte yê dema awarte tevbigerin.

Di vî warî de divê tu reşbînî û bêhêvî ji bo me nebe asteng. Divê em nebêjin 'Ti encam jê dernakeve'. Divê em hêzên komploger û gardiyanên Îmraliyê zêde xurt nebînin. Heya ku em bi biryar û yekgirtî bin, armanca xwe bi zelalî destnîşan bikin, bi israr û bênavber tevbigerin; wê demê teqez em ê di zûtirîn dem de encamê bistînin. Di vê rewşê de divê her kes li gorî pêwîstiyên dema seferberiyê tevbigere û li ser çalakiyên bênavber ku wê tecrîda Îmraliyê bişkîne û agahiyê ji Rêber Apo bigire. Têkoşîna me ya adil teqez wê bi ser bikeve.

 

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka