Komkujiya li Parîsê encamek ji komploya navneteweyî û tecrîda li Îmraliyê ye

Welatparêzên Kurdistanî û dostên gelê Kurd navnîşana van êrîşan baş dizane. Komkujiya dawî li Parîsê baş dinasin. Yên ku êrîşê dane kirin jî baş zanin ku gelê Kurd heta bigihêje armanca xwe wê dest ji wan bernede.

Dîsa komkujî! Weke her demê hêzên şerê taybet dîsa derketine nêçira Kurdên azad. Biryarên komkujiyan li ser masayên siyaseta bê exlaq a hêzên kapîtalîst tên dayîn. Kes bi serê xwe an bi tena xwe tuneye. Ji sedî sed ev lîstok, lîstoka şerê bêsînor ku li Kurdistanê tê meşandin e. Ne gengaze ku kesek tenê li ber kamerayên dewleta Fransayê biçe vê komkujiyê pêk bîne. Herdu komkujiyên li Parîsê encama lîstokên nav dewletî yê bi hevkariya MÎT û Gladyo tên pêkanîn. Di heman demê de encama komploya navneteweyî û polîtîkaya tecrîta li Îmraliyê ye.  Komploya navnetewî û hêzên mîna Gladyo bi dîlketina Rêber Apo re kete rojeva partî û rêxistinên gelê Kurd. Komploya navnetewî bi saziyên xwe yên tarî yê weke Gladyo bi nasnameyên cûda re ji bo berjewendiyên sîstema sermeyadar her dem di nava êrîşê de ne. Ji bo em baş têkevin ferqa lîstokên komploya navnetewî, Rêber Apo di paraznameyên xwe de bi sedan rûpel li ser heqîqeta van hêzên tarî, ji dîroka desthildariyê û heta dîroka mirovahiyê ji me re vegot. Em kêmek ketine ferqa heqîqeta hêzên komplogeriya navnetewî. 

Rêber APO bi zanista xwe ya gerdûnî û bi siyaseta exlaqî re perdeyên tarî yên li ser çav û hişê gelê Kurd û giştî rêxistinên Kurd ên welatparêz rakir. Heqîqeta siyaseta wan dînezorên modernîst û hêzên bi wan re girêdayî ji me re zelal kir. Lewra dema derbek ji ku derê li ser gel û ferdê rêxistina azadiya gelê Kurd bikeve, em baş dizanin ku ev derbe ji aliyê kî û bi çi armancî hatiye kirin.

Belê, weke tê zanîn li Parîsa Fransayê tevgera jin û welatparêzên Kurd carekî din bi komkujiyekî nû ya ya duyemîn re rû bi rû hatin. Bi van komkujiyan re AKP’ê peyama şêwazê berdewamiya dîktetoriya xwe ya sala 2023’an dide gelê Kurd. Di roja 23’ê Çileya 2022’an de li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ku amedekariyên çalakiyên demokratîk dihate kirin, ji milê hêzên tarî ya girêdayî Fransayê ve komkujiyek hate kirin.

Li gor agahiyan êrîş ji milê kesekî hemwelatiyê Fransayê ku qaşo ji biyaniya acize hatiye kirin. Êrîşkar dibe ku endamê Gladyo yê qedîm be û dibe ku kesekî psîkopat jî be. Ji xwe yên ku van karan bi wan dikin kirin ne normal in. Lê her kî dibe bila bibe, tişta li holeye çi ye dîsa jina Kurd a şoreşger raste rast tê hedef girtin. Destpêkê heval Evîn Goyî tê hedef girtin û paşê welatparêzê bi navê Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil û paşê berê xwe dide saziyeke din û li wir jî sê welatparêz birîndar dike. Helbet her welatiyeke Kurd ji bo me berdelê cîhaneke ye. Şoreşgerên azadiyê di nava dilê gelê xwe yê welatparêz de xwedî wateyek dîrokî û jiyanî didin. 

Ev pilan baş tê zanîn ku ji milê kîjan hêzî ve hatiye rêxistin kirin. Rayedarên Fransayê weke bûyerek nîjadperestî û kesekî netemam xistin rojeva raya giştî. Rayedarên Fransayê li gor siyaseta xwe daxuyaniyan didin. Lê her kes baş dizene ku ev bûyerek siyasî ye. Jina Kurd raste rast hate hedef girtin, ev rastiya hêzên komploger dide berçavan. Yên ku li ser serê kadroyên PKK’ê dolaran danin di milê raya giştî de tê zanîn. MÎT’a Tirk bi Erdogan û Suleyman Soylû re bi destê çeteyên hêzên navnetewî yê Gladyo re ketine pê nêçira jin û ferdên Kurdên azad in. Em ji bîr nekin serokê ABD’ê yê berê (Trûmp) jî ji berê sê salan ji bo sê pêşengên PKK’ê pere danîbû. Gerîlayên azadiyê heta niha li dijî kesayet an jî saziyek DYE’ê her wiha li dijî malbata Trûmp ti çalekî nekiriye. Wê demê çima ev netewe dewlet ewqas ji PKK’ê û kesayetên bi fikir û ramanên Rêber Apo ditirsin. Yek sedema vê tirsê heye, ji ber ku li dijî jiyana kole, pêşengiya doza jiyana azad kirine. Hêzên komploger ê navneteweyî, saziya Gladyo li gor berjewendiyên xwe her carê li cîhekî dixwazin bi komkujiyan çok li şervanê azadiyê û gelê Kurd bidin tewandin û bi vê serkeftina xwe re sedsala Lozanê îlan bikin.

Lê ew jî baş dizanin ku ev ji bo wan xeyalek vala ye. Ji bo wê her carê bi xwîn rijandina Kurdên azad dixwazin nefes bistînin. Ji ferdên tevgera azadiya gelê Kurd her carê qurbanek hildibijêrin. Di destpêka mirovahiyê de jî milê qebîle û qilanan ji ber felaketên xwezayê, ji tirsa mirinê ji xwedayên xwe re mirovan qurban dikirin. Lê komkujî ango qurbanên niha ji milê dîktetoran tê hedefkirin, ji tirsa çi ye? Ez bibêjim, ji tirsa mirina sîstema modernîteya kapîtalîzimê û serfiraziya fikir û ramanên gerdûnî yê Rêber Apo ye. AKP’ê ji tirsa mirina xwe bi alîkariya teşkîlatê NATO’yê re ji xwe re qurbanan hildibijêre. Em baş dizanin ku her pêşengên gelê Kurd li ser maseyên navdewletî mijara bazarê ne. Vê carê keysa wan li hevrê Evîn Goyî û welatparêzên penaber hat. Her çiqas rayderên Fransayê vê yek heta niha îtiraf nekiribin jî lê heqîqet ev e. Ya rast ev e ku demildest hikûmeta Macron van komkujiyan zelal bike û rastiya rûyê AKP’ê ji raya giştî re eşkere bike. 

Ev komkujî ji bo gelê Kurd zelale. Ji bo vê gelê me ev hefteyeke şev û roj li ser piyane. Jina Kurd û gelê Kurd heta hesap ji berpirsyarên van komkujiyan nexwaze wê her dem di nava çalekiyan de bin. Kurd ne Kurdê berê ne û jina Kurd jî ne jinên ji rêzê ne. Çawa Jina Kurd bi fikir û ramanên “Jin, Jiyan, Azadî” ji zihniyeta tecawîzkar a zayendperest hesabê hezaran salan dipirse, wê hesabê her komkujiyekî jî ji berpirsyarên van kiryaran bipirse. Jina Kurd îro jî li her deverên cihanê mohra xwe li dîroka têkoşîna azadiyê daye û hê jî dide. Ev 4 meh in li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di ronahiya felsefeya Rêber Apo û bîrdoziya herekata jina Kurd de dîrokek nû hate nivîsandin. Hêzên tarî bi van komkujiyan peyamek dide me.   

Ev hevoka berê li jinê bidin, ez ne şaş bim gotina serok dewleta Elmanyayê bû. Ev gotin weke dirûşmeyek li dijî jinên şoreşger weke stratejiyek têkbirina hereketa şoreşger tê hedefkirin. Sala 2000 dema min pirtûka berê li jinê bidin xwend rastiya rûyê siyaseta desthilatdaran û dijminatiya li dijî jinan û hereketa şoreşger hê baştir fêm kir. Bi kurtasî, komkujî, êşkence, tacîz, tecawîz stratejiyeke modernîteya kapîtalîs û zihniyeta desthilatdaran in.  

Rêber Apo di salên 1998’an de pirtûka bi navê berê li jinê bidin, xist rojeva tevgera azadiya jina Kurd. Rêber Apo ji bo parastina jiyana jinan mayînde bike, jin rêxistin, partî û siyaset dikir. Li dijî vê nûnera sîstema modernîteya kapîtalîst jî digot, ‘Berê li jinê bidin’. Lêdana jinan ji dîroka sîstema zayendperest û vir ve helbet polîtîk e. Suleym Soysiz bê sedem ji raya giştî re negot, ‘PKK’ê hereketa jinan e.’ Bi van gotinan piştî têkçûna xwe ya li Garê gerîlayên azadiyê ango jinên şoreşger û welatparêz raste rast hedef da nîşandan. Ev du sale bê navber, şev û roj çekên kîmyewî li dijî gerîlayên azadiyê tên bikaranîn. Li Zap, Heftanîn û Metîna bi hezaran çeteyên xwe anîn û di wan çiyayan de dan kuştin û xwedî li cenazayê çeteyên xwe jî derneketin. Her wiha di vê salê de bi dehan girtiyên azadiyê di bin navê nexwşiyan de bi êşkeceyan qetil kirin. Garîbe Gezer yek ji wan girtiyên siyasî bû. Suleyman Soysuz di şerê Garê û Zapê de ji ber têkçûna xwe li bi hemû çeteyên xwe re li pey êrîşên tarî ne. 

Em kujerên hevrê û mirovên xwedî birûmet baş nas dikin. Hevrêya me Evîn Goyî û du welatparêzên bi rûmet şehît xistin. Ji malbatan re sersaxî û giştî gelê me yê welatparêz re bi ruhê tolhildanê û bi xemgînî sersaxî dixwazim. Helbet em ê bi girêdana şehîdan û hestên tolhildanê, bi pêşxistina şerê gelê şoreşgerî û jiyanek re azad armanca şehîdên xwe tacîdar bikin. Hevala me di nava hereketa azadiyê de bi têkoşîna Rêber Apo re ji dil jiyan kir. Di 13, 14 saliya xwe dibe evîndarê jiyana gerîlatiyê. Rêber Apo dibêje: ‘Azadî ji zarokatiyê dest pê dike’ Hevrê Evîn Goyî jî li xeyalê xwe yê zarokatiyê xwedî derket û weke evîndarekî azadiyê berê xwe da çiyayên Botanê. Ji ber zext û zilma dewleta Tirk hê di temenê xwe yê zarokatî de weke her zarokekî Kurdîstanê di bi bandora jiyana polîtîk de mezin dibe. Li gor ciwantiya xwe bi pîvanê jiyana heq û neheqî, ango pîvanê exlaqî û polîtîk fêm dike. Di bin pêlê êrîşên siyaseta qirkirin û pişaftinê de di nava civaka xwe ya gund de bi ruhê welatparêzî di temenê xwe yê biçûk de pir fêm dike.  Lewra ji bo hesaba dîrokê ji dijminê jin û civaka xwe pirse, ew jî weke her keçekî ciwan, ber bi çiyayê azad ve difire. Hevrê Evîn Goyî zarokatiya xwe di nava hereketa Azadiyê de bi dil û can bi têkoşînî mezin bû û xwe anî asta pêşengtiya dîrokî ya hereketa azadiya jin. Ji bo jin û jiyanek azad li her devera welatê xwe xebat meşand. Bi hevrêtiya xwe ya Apogerî cîhê xwe di nava dilê her hevrêyek û welatparêzek de da avakirin. Hevrê Evîn Goyî jinek bi keda azadiyê ava bibû. Rêber Apo ji nêzîk ve nas kir û bi evînek mezin xwest bibe şopdarê hevreyên xwe yên şehîd û doza heqîqeta Rêbertiya xwe.  

Ev ne cara yekêmîn e ku ev komkujî li ser jin û civaka Kurd de didin pêkanîn. Di van 30 salên şoreşa jina Kurd de ji milê teşkîlatên ol (dîn), modernîteya sermayedar ve, bi alîkariya dewleta Tirkiyê, Îran, Iraq û Sûriyê re, heta niha bi dehan pêşeng û şoreşgerên jin yên di asta meclîs û fermandar de hatine hedefgirtin. Di dîroka 30 salan a hereketa azadiya jina Kurd de bi hezaran dayikên Kurd û şervanê azadiyê hatine şehîd xistin. Cangoriyên şerê gelê şoreşgerî yê YJA-STAR li gor bilançoya sala 2022’an 121 gerîlayên jin bûne hedefa çekên NATO yê. Ev jinên şoreşger, li çiya, li deşt, an jî li welatên Ewrûpa bûne hedefa van şebekeyên girêdayî Gladyo û MÎT’a dewleta Tirkiyê. Li Bakur, Denîz Poyraz, li Başûr Nagîhan Akarsel, li Rojava Jiyan Tolhildan, li Ewrûpa Evîn Goyî (Emîna Kaya ) hatin hedefgirtin. Dîktetorên sedsala 20’an di nava wahşeta xwe de ber bi fetisandinê ne. Ji bo nemirin, ji tirsa xwe pêwîstî bi xwîn rijandinê dibînin. Îranê jî rûyê heman madalyona sîstema derveyî civakê ye. Şoreşa jin jiyan azadî bi Jîna Emînî re zayînek nû bi mirovan daye avakirin. Rayadarên rejîma Îran şûna ku radestê edaleta jin û civakê bibe û pêve sîstemek Îranea Îslama Demokratîk ava bikin, ji bo desthilatdariya wan nemire di van 4 mehan de bi sedan jin û ciwanên azadîxwaz îdam kir. Ev heqîqeta dîktetoran radixîne ber çavan. 

Welatparêzên Kurdistanî û dostên gelê Kurd navnîşana van êrîşan baş dizane. Komkujiya dawî li Parîsê baş dinasin. Yên ku êrîşê dane kirin jî baş zanin ku gelê Kurd heta bigihêje armanca xwe wê dest ji wan bernede. Careke din di şexsê hevrê Evîn û Sara de em sond dixwin ku wê xwîna tu hevreyên şoreşa azadiyê û welatparêzên Kurdistanê li erdê nemîne.