Mêtingeriya li Kurdistanê

Ji salên 1970’an heta dawiya salên 90’î li Kurdistanê hemû têkoşînên rizgariya ji mêtingerîyê hatin meşandin, lê çareserî pêk nehat. Em nikarin vê yekê bi lawazbûna siyaseta PKK’ê û têrnekirina şerê wê rave bikin.

Di beşa sêyemîn a rêzenivîsa ku ji aliyê Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan ve li ser pêvajoya dîrokî ya Pirsgirêka Kurd hatiye amadekirin li ser polîtîkaya qirkirinê ye.

Nivîs wisa ye

“Dema ku Rêbertî pirsgirêka Kurdan pênase kir got ‘Kurdistan mêtingeh e’ û wisa dest pê kir. Mêtingerî ji bo naskirina pirsgirêka Kurdan bû têgeheke girîng, rê li ber pêşketinên girîng vekir. Gelo baş pênase kir? Heta astekê erê. Rê li ber pêşketina fikir, rêxistin û çalakiyan û avabûna hêzên çareserker ên pirsgirêkê vekir. Rêber Apo dema mêtingerî pênase kir got ‘Mêtingeriya li Kurdistanê li dinyayê naşibe mêtingeriyeke din. Ya duyemîn jî, mêtingerîya entelektuel xiste navenda vê mêtingerîyê, di Manîfestoya Yekemîn de ev yek eşkere kir. Di Manîfestoya Dawî de parêznameya xwe ya ‘Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk’ weke ‘Qirkirina ferasetê’ pênase kir.  Ev tişt naşibe mêtingeriyên din.

KURDBÛN TÊ TUNEKIRIN

Li ser bingehê çand, nirx û zimanê kurdî neteweyeke nû ya Tirk ava dikin. Asîmîlasyon, qirkirina çandî heye. Mêtingerî bi xwe jî têra xwe nikare pirsgirêka Kurdan îfade bike. Ji wê derbas dike. Mêtingerî têrê nake, lewma ji salên 1970’an heta dawiya salên 90’î li Kurdistanê hemû têkoşînên rizgariya ji mêtingerîyê hatin meşandin, lê çareserî pêk nehat. Em nikarin vê yekê bi lawazbûna siyaseta PKK’ê û têrnekirina şerê wê rave bikin. Ne wisa ye. Di bin pêşengiya PKK’ê de Kurdan şerekî bi tevahî weke şerên rizgariya netewî yên ku di salên 1970, 80 û 90’î de li parçeyên din ên cîhanê meşandin. Di şerê rizgariya netewî de azadiya civakî jî bi cih kirin. Her wiha nirxên kûr ên azadiyê li ser bingeha azadiya jinê jî danîne. Li ser vî esasî têkoşîna rizgariya netewî kûrtir û xurtir kirin lê nekarîn encamekê bi dest bixin. Çima wisa ye? Ji ber ku Kurdistan ne mêtingeriyeke wisa bû.

QIRKIRINEKE BERFIREH

Bi têkoşîna xwe ya li hemberî mêtingeriyê destkeftî bi dest xistin. Lê nekarîn bigihêjin asta çareseriyê ya ku bi şerên rizgariya netewî ya Kurdistanê re derketiye holê. Çima ev çêbû? Ew ji ber rastiya pirsgirêka Kurd e. Pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêka mêtingerîyê bû. Belê, mêtingerî tê de heye, lê pirsgirêka Kurdan ji vê girantir e.  Pirsgirêka qirkirinê ye. Qirkirina li Kurdistanê qirkirineke berfireh e.

GELÊ KURD LI HEMBERÎ QETLÎAMAN LI BER XWE DA

 Hejmara Kurdên ku di van qetlîaman de hatine îmhakirin bi milyonan e. Hejmara Kurdên ku tenê di Şerê Cîhanê yê Yekem de hatine kuştin 600 hezar e. Civaka Kurd civakeke mezin e. Ji ber ku civakeke xwedî nifûsa xurt bû li ber xwe da . Em her çar parçeyên Kurdistanê bînin ber çavê xwe, di dîrokê de tu civak wisa nehatiye qirkirin. Ji ber ku gelê Kurd xwedî civakeke xurt bû, evqasî li ber qetlîaman li ber xwe da, ne ku qetlîam hindik bûn.

PAKTA SADABATÊ, PAKTA BEXDAYÊ Û PAKTA CENTOYÊ

Ji Konferansa Qahîreyê vir ve, erê Kurdistan hatiye parçekirin û dane serweriya dewletên cuda, lê bi hev re hatiye birêvebirin. Ev dewlet û dewletên pêşengiya pergala modernîteya kapîtalîst dikin li ser Kurdistanê xwedî rêveberiyeke hevpar in. Di peymanên nivîskî de ev tişt heta kîjan astê ye, em nizanin. Hîn jî di arşîvan de nehatiye eşkerekirin. Lêbelê, rastiyek heye ku bi rastî eşkere bûye. Dem bi dem wan ew kirin peyman jî. Pakta Sadabat, Bexda û Centoyê. Ev hemû rêveberiyên hevpar in. Lihevkirin û rêveberiya hevpar heye. Ev hemû hêz bi hev re tevdigerin. Di navbera wan de peyman hene. Dema ku di sala 1971’an de rêveberiya Saddam Huseyîn li Başûr hewl da otonomiyê bide Kurdan, dewleta Tirk hat û yekser ev tişt da sekinandin. Her kes difikire ku Rejîma Baas ev yek pêk neaniye. Saddam ewqas faşîst bû, lê ji wî faşîsttir jî hene. Dema ku hûn bîranînên generalên Tirk bixwînin, hûn ê bibînin ku di Serfermandariya Giştî de çi hatiye kirin. Bi rastî jî Serfermandariya Giştî ya ku dewletê îdare dikir, dibeje ku ‘Me asteng kir’. Ji ber vê yekê rêveberiyek hevpar heye. Pêşî ji aliyê Îngilîstanê ve hat birêvebirin. Piştre DYE dike. Demeke dirêj Tirkiye, Îran, Iraq, DYE- Îngîltere, Pakistan peymanek danîn. CENTO ji van hat damezirandin.

Rêber Apo ji vê re got ‘pelçiqandin’ Qirkirin bi şeklê qirkirinê dewam dike. Di qirkirina Kurdan de her kes hevpar e û her kes sûcdar e. Rêber Apo got, ‘Sîstema modernîteya kapîtalîst, ji bo ku dewletên heyî têxe bin kontrola xwe, ji ser Kurdan polîtîkayê dimeşîne.’ Erê wisa ye. Hemû dewlet li hemberî hev bi kar tînin. Ji bo ku mafekî nedin Kurdan û piştgiriyê nedin hev, li hev kirine. Kurd xistine nav pergaleke wisa ya pelçiqandinê Kurd li ber xwe bidin jî tên sûcdarkirin, îtaat bikin jî tên sûcdarkirin. Derfeta jiyanê nadin Kurdan.

REWŞA DEWLETA TIRK

Li holê dewleta Tirk an jî civaka filan dewletê tune. Ji bo qirkirina Kurd, Ermenî, Suryanî û Yewnanan feraset û polîtîkayeke qirkirinê heye. Ew sazîbûn heye. Qirkirin jî sûcê mirovahiyê ye. Ew saziyên navneteweyî ne ku bi Şerê Cîhanê yê Duyemîn ê heyî re derketine holê.Ji Cemîyeta Îttîhad û Terakkî û vir ve helwet û hebûna dewleta Tirk sûcê mirovayetiyê ye. Îro jî her cure metodê bi kar tînin û vê rewşê didomînin. Dizane ku wê dîrok wê bidarizîne. Ji ber ku dîrok wê nedarizîne, dinyayê dixe nav şer. Ew jî her dem di pozîsyona êrîşa faşîst û qirkirinê de ye. Ji ber vê êrîş, qirkirin û qetlîamên xwe zêdetir dike.

MEŞA RÊBERTÎ YA 50 SALAN

Rastiya Rêber Apo, heqîqeta partiyê, meşa Rêbertiyê ya 50 salî, têkoşîna PKK’ê ya 45 salan, berxwedana lehengiyê ya bi pêşengiya PKK’ê bi tevahî li gorî çareseriya pirsgirêkek bi vî rengî tê teşekirin û pêşxistin. Îcar çima Rêbertî bi vî rengî ye? PKK çima wiha ye? Taybetmendiyên Rêbertî û PKK'ê çi ne? Ji bo fêmkirina van, bi kîjan pirsgirêkan re mijûl dibin? Divê mirov li vê binihêrin. Hin kes fêm nakin. Li cihekî din dinêrin, berê xwe didin nav pirsgirêkên din. Lewna êrîşî Rêbertî û partiyê dikin. Dibêjin PKK ne wek wan e. Lê Pirsa Kurd ne wek wan pirsgirêkan e jî. Êrîşa li ser Kurdistanê tê ferzkirin ne weke wan e, Rêbertî û PKK jî wisa ye. Ew qet li wir nanêrin. Ji ber ku ew bi xwe jî perçeyekî wê ne. Li şûna ku vê rastiyê bibînin û PKK’ê fêm bikin, bi zihniyet û mantiqê pergala ku tê de daye wan, hewl didin PKK’ê û Rêbertiyê sûcdar bikin.

DYE KETIYE ŞÛNA POZÎSYONA ÎNGÎLTEREYÊ

Biryarên DYE’yê, rastiya Komploya Navneteweyî baştir diyar dike. Komploya Navneteweyî li ser bingeha pirsgirêka Kurdan ava bû. Girêdayî zîhniyet û siyaseta qirker a ku Kurdan nahesibîne ye. Ji ber ku serkêş û berpirsê yekem ê sîstema ku pirsgirêka Kurd derxistiye holê DYE ye êrîşeke wiha pêk tîne. Di esasê xwe de ev pirgirêk ji aliyê DYE hatiye derxistin û DYE ketiye pozîsyona Îngîltereyê. Ji ber vê jî hêza yekemîn a ku pirsgirêkê çêdike, vê pirsgirêkê didomîne û nahêle were çareserkirin jî DYE ye.

Beşa dûre: Ji avabûna PKK’ê û heta niha tiştên pêk hatine û destkeftiyên gelê Kurd.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka