Panoramayeke kurt ji pêvajoya şerê li çiyayên Kurdistanê

Di şerê Zapê de ku em ber bi meha 8’an ve diçin, bûyerên dîrokî yên têkildarî encamên vî şerî rû didin. Em ê hewl bidin ji roja destpêkê ya karaktera vî şerî û şêweyê meşandina wê û ji refleksên wê yên li qada şer rastiyê derxînin holê.

Operasyona dagirkerî û qirkirinê ku 14 'ê Nîsana 2022'an bi êrîşên hewayî yên li ser herêma Zapê dest pê kir, 17 'ê Nîsanê bi operasyona êrîşa bejahî dewam kir. Ya rast, dîroka destpêkê ya vê operasyona dagirkeriyê Sibata 2021'an bi operasyona dagirkeriyê dest pê kir ku 4 rojan li Garê dewam kir, lê belê ev operasyona 4 rojan taloqî meha Nîsanê hate kirin ku di encamê de fiyaskoyeke mezin bi dawî bû. Piştre, di êvara 23 û 24 'ê Nîsanê de dewleta Tirk operasyona xwe ya dagirkerî û qirkirinê li sê herêmên Avaşîn, Zap û Metîna dewam kir. Lê belê heta dawiya salê bi tenê di roja destpêkê de bi rêya çend girên karibe leşkeran deyne bi cih bike, neçar ma xwe ji hemû qadên din vekişîne yan jî bi operasyonên şoreşgerî yên hêzên gerîla derbeke giran xwar û neçar ma ji qadê derkeve. Operasyona dagirkerî û qirkirinê ya ku di 14’ê Nîsana 2022’an de bi êrîşên hewayî destpê kir, di Sibata 2021’an de bi qonaxeke nû û qonaxeke pêşketî dest pê kir. Şerê Zapê yê îsal bû berdewam û qonaxeke pêşketî. Dibe ku pirsek were kirin, pîvana nû û qonaxa pêşkeftî çi ye? Li vir em dikarin van her du pirsan wiha berfireh bikin:

DI ŞER DE QONAXA NÛ

Şerê qirkirinê yê dewleta Tirk ku di Tîrmeha 2015’an de dabû destpêkirin heta şerê Heftenînê ya sala 2019’an bi teknîka tund û îstîxbarata herêmî ya ji aliyê PDK’ê ve hat dayîn berdewam kir. Lê belê di şerê Heftanînê de, dewleta Tirk tevî van hemûyan jî şikestinên xwe domandin û di sala 2019’an de bi armanca dagirkirinê 3 girên li ser xeta sînor sînordar mabû. Di Hezîrana 2020’an de careke din operasyona bejahî dest pê kir û tevahiya herêma Heftanînê hedef girt. Lê vê carê jî ligel dorpêç, îstîxbarata PDK’ê û çekên giran tu encam negirt. Ji ber ku Heftenîn yek ji herêmên herî biçûk ên herêmên gerîla bû û piraniya niştecihgehên sivîlan lê bûn, ji aliyê din ve PDK di pozîsyonekê de bû ku îstîxbarata herêmî ya nêzî 2 salan di bin dorpêçê de bû yekser binirxîne û bi cihbûna li gelek herêman îstîxbarateke çalak ji herêmê peyda kir û bi dewleta Tirk re navendeke koordînasyonê ava kir û navê navenda şopandina germ lê kir. Tevî van hemû îhtimalan jî dewleta Tirk nekarî serdestiya gerîla biqedîne û li dû hev derbên giran xwar. Ji ber vê yekê, şerê qirkirinê yê di sala 2015'an de hat destpêkirin û bi taktîkeke diyar a leşkerî hat meşandin, êdî nema karî bi pêş bikeve û nekariye encamê werbigire. Yanî ji aliyê taktîkî ve di nava bendeke mezin de bû. Di encamê de Gladyoya NATO’yê bi awayekî raste rast kete dewrê û biryar hat dayîn ku şer bi rengekî nû berdewam bike. Ji bo vê jî bes e ku em serdanên Hulusî Akar ên di mehên ewil ên 2021 û 2022’yan de li Elmanyayê bi bîr bînin. Wek tê zanîn Elmanya navenda Gladyoyê ye û dijminatiya wê ya li hemberî gelê kurd ji dewleta faşîst a Tirk pêşdetir e. Li vir em bi zelalî têdigihin ku ev şêwazê şer, şerê nefermî yê NATO’yê ye, nexwe çima berî her operasyonê dê wezîrê şer yê rejîma faşîst a naskirî li şûna baregeha NATO’yê li Elmanyayê be? Ji bo rizgarkirina rejîma faşîst a Tirk û di heman demê de bi dawîkirina gerîlayên ku dihatin fikirîn ku lewaz bûne, ev operasyon weke operasyoneke qetlîameke dawî û mezin hatibû plankirin. Piştî ku Hulusî Akar ji Berlînê vegeriya, yekser piştî ku ji bo gihandina plana operasyonê çû Hewlêr û Bexdayê, di meha Sibatê de li Garê operasyon hatibû destpêkirin. Bûyera ku em jê re dibêjin pîvana nû dê hemû deriyan li ber dewleta faşîst a Tirk vebike û tu kes vî şerî nebîne. Dê ti astengên qanûnî neyên naskirin û qanûn û saziyên navneteweyî di vî warî de derbasdar nebin. Di vî warî de ji aliyê Gladio ve erk li her kesî hatin belavkirin.

Sala 2021 'an hem ji bo karaktera şer hem jî ji bo cebilxane û çekên kîmyewî yên nû yên hatin bikaranîn, ji bo gerîla bû xaleke werçerxê. Li hemberî van hemûyan, gerîla ji bo pirsgirêkên di xurtkirina pozîsyonên xwe û bicihanîna taktîkên nû de hatine jiyîn ji holê rake ketibû nava pêvajoyeke berfireh a nirxandin û nîqaşê. Li aliyê din, ji ber encamên ji vî şerî hatin derxistin, amadekariyên êrîşên ku wê sala bê pêş bikevin, yanî di sala 2022'an de bi temamî hejand. Ya herî girîng jî hêzên gerîla di merheleya yekemîn de tevî hemû bêderfetiyan û heta di tunelên şer ên ku ji ber dorpêç û ambargoya PDK'ê nekariye di asta tê xwestin de temam bike jî di qonaxa yekemîn de pêşî li artêşa Tirk girt. Her wiha tîmên gerîla yên bi tevger ên bi qismî hatine bicihkirin, encamên girîng derxistin holê û di dawiya salê de ji bo paqijkirina artêşa Tirk ji hin herêman bi ser ketin. Yanî hêzên gerîla ji aliyê taktîkê ve bi temamî zelal bûn û kêmasiyên mayî jî divîyabû bihata temamkirin.

Ji bo artêşa Tirk sala 2021 bû salek şikestinê. Tevî ku wî hemû derfetên xwe seferber kir, qanûnên navneteweyî hatin rawestandin û her cure çekên kîmyewî û cebilxaneyên nukleerî yên taktîkî bi kar anî, lê tu pêşketin çênebû. Weke ku dihat çaverêkirin, di gerîla de jihevdeketin çênebû, berovajî wê rewşek derket holê ku gav bi gav hêza manevrayê pêş xist û taktîk derxist holê. Di nava artêşê de krîzeke mezin hebû, hin leşkeran hewl dan xwe radestî hêzên gerîla bikin, êrîşên hewayî êdî nekarîn encamekê bi dest bixin û hemû hewldanên PDK'ê bi qismî pûç bûn û encamên tam bi dest nexistin. Têkçûnek ji ya herêma Garê xirabtir dihat jiyîn. Hewldanên Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê yên di bikaranîna çekên kîmyewî û çekên nukleerî yên taktîkî de yekalî ma. Di dawiya sala 2021’an de rejîma faşîst a Tirk dîsa dest bi tevgerê kir û Hulusî Akar jî ji bo nirxandina salê dîsa li Berlînê bû. Sê hevkarên ku min wan weke du Barzanî û yek jî Huseyîn bi nav kir, li ber deriyê Akar ketin rêzê. Ev nîşanek girîng a asta mezinahiya êrîşê di sala nû de bû.

DI ŞER DE QONAXA NÛ YA PÊŞKETÎ

Sala 2022’an bi şerê Rûsya û Ûkraynayê ku ji bo rejîma faşîst a Tirk bû derfeteke zêrîn dest pê kir. Jixwe wî bi hostayî karîbû radeya şer û şikestina li hember gerîla li qada şer veşêre. Bi taybet di pêvajoyek ku bala hemûyan li ser şerê Rûs û Ukrayna bû. Derfeta wî hebû ku têkçûna ku di sala 2021-an de jiyaye telafî bike û dema ku bala hemû cîhanê li ser Ukrayna bû, wî xwest ku vî şerî bi qonaxek pêşkeftî biqedîne û ji qeyrana dijwar ku tê de derbas bû xilas bibe. Rejîma Tirk a faşîst wê di pêkanîna plana çalakiyê ya ku ji Berlînê bi coş û kelecanek erê kiribû, dereng nemîne. Êrîşên hewayî yên ku beriya niha bê navber dewam kiribûn, ji 14'ê Nîsana 2022'an û vir ve zêde bûn. Herêmên Avaşîn, Zap û Metîna yên par operasyon lê hatibû destpêkirin bûn hedefa sereke. Lê belê herêma Zapê wê bibe navenda êrîşên îsal û navenda tundiyê.

Di 17’ê Nîsana 2022’an de li hemû herêmên Avaşîn û Zapê leşker hatin bicihkirin. Tiştê ku balê mirov dikêşe, leşkerên ku bicih bûne yekser berê xwe dan tunelên şer û gazên kîmyewî bikar anîn. Serfermandariya gerîla yekser ev rewş ferq kir û di roja sêyemîn an çaremîn a şer de yekser fermana girtina tedbîrên zêde şand. Ji aliyê din ve ferman hat dayîn ku li dijî êrîşên muhtemel ên li herêmên din, bi taybetî li dijî çekên kîmyewî, tedbîrên zêde werin girtin. Ji ber ku şer ketibû qonaxek dijwartir û ji pratîka yekemîn a artêşa Tirk diyar bû ku ew ê li ser çekên nukleerî yên kîmyewî û taktîkî bisekinin. Ev yek êdî gelekî zelal hat fêmkirin. Hêzên gerîla bi awayekî jêhatî xwe ji hemû bomberdûmanên hewayî parastiye û heta ku leşkerên dijmin ji nêz ve nebin ti çalakiyek cidî nekiriye. Ev yek ji taktîkên girîng ên sala bihurî bû û bi heman taktîk û rêbazan artêşa Tirk dest bi êrîşê kir. Hêzên gerîla tercîh nekirin ku heman taktîkê bi temamî bi cih bînin, ji ber vê yekê piştî ku gerîla û artêşa Tirk li gelek herêman ketin nava hev, gerîla bi hemû yekîneyên xwe ve êrîş kir. Destpêkê min fêm nekir bê çima hêzên gerîla bi taktîkeke bi vî rengî tevdigerin, lê ber bi dawiya salê ve baştir fêhm dikim bê ev taktîk çiqasî guncaw e. Ji ber ku taktîka bingehîn a stratejîk a artêşa Tirk 'pêwendiyê deyne, paşvekişînê, bi teknîkê tine bike' bû û gerîla bi salan ji bo pûçkirina vê stratejiyê rêbazên xwe pêş xist. Herî dawî gerîla bi ser ketibû ku vê taktîka bingehîn a stratejîk a artêşa Tirk bi temamî pûç bike û hêzên gerîla heta ku nefesa artêşa Tirk nebihîzin çeperên xwe yên sereke deşîfre nekirine û tîmên êrîşê seferber nekirine. Rewşeke bi vî rengî hema hema li hemû herêmên şerê Zapê diqewimî, li aliyê din yekîneyên destwerdanê yên hêzên gerîla li hêzên hewayî bi taybetî di rojên destpêkê de bi şêweyê surprîzê li hin cihan kemîn danîn, li hin cihan jî derbeke mezin li hêzên hewayî yên artêşa Tirk xistin.

OPERASYONA ŞOREŞGERÎ Û QONAXA ŞIKESTINÊ YA PÊŞÎN

Dewleta Tirk piştî çend rojên destpêkê êdî nekarî mezinahiya vê operasyonê veşêre. Lê dîsa jî bi awayekî fermî qebûl nekirin ku wan operasyoneke mezin li dar xistine, 24’ê Nîsana 2022’an xala werçerxê bû. Artêşa Tirk ji derbeyên ku hêzên gerîla di encama operasyonên şoreşgerî yên Zapê de li herêmên Kurojahro û Cehenemê pêk anîn, matmayî ma û şêwazê operasyonê yên jixwe nediyar ên di fermandariya artêşê de dest bi lêpirsînê kirin. Ez li vir bi agahiyek kurt rewşê vebêjim, piraniya fermandarên artêşê yên koordîneya operasyonê dikirin gotin, “Divê em girên stratejîk ên ji ser sînor bi rêya bejahî bên yekkirin pêşde biçin. Di vê herêmê de me hêzên xwe yên piyade û hêza hewayî li qadeke pir berfireh belav kiriye, di rewşeke wiha de kontrolkirin û pêşîgirtina li êrîşên dijber zehmet e.” Lê di heman rojê de Hulusî Akar ê ji Enqereyê ji bo mudaxeleyî rewşê bike hat ser sînor û roja din operasyona dagirkeriyê li herêmên Girê Cûdî, Girê Hekkarî û Girê FM yên li rojavayê ava Zapê berfireh kir. Hulusî Akar li vir ji bo kesên di artêşê de ji vê şêwazê operasyonê nerihet bûne re peyamek zelal da û got, "Şensê we tune ku hûn gav paşde bavêjin." Bêguman rejîma faşîst li vir peyameke piralî dida, di rastiyê de ev peyam hem ji bo hêzên gerîla hem jî ji bo fermandariya di asta artêşê de bû peyameke dijwar. Yanî dixwest bêje 'eger hûn li benda vekişîna min bin, hûn şaş in, zerarên madî û manewî ne xema min e, ez ê bi mezinkirina operasyonê bersivê bidim her çalakiya we, hêza min a vê yekê heye'. Ji vê jî tê fêmkirin ku Hulusî Akar baweriya xwe bi hêza ku xwe dispêre wê hebûye, ev hêz ji bilî NATO ya ku îro li cihê xwedê ye, ne kesekî din e. Akar talîmatên berfire da, operasyona dagirkeriyê berfireh bû, lê wê çi bibe? Akar bi xwe taktîka belavkirina şer ku stratejiyeke bingehîn a hêzên gerîla ye bi cih anî û bi talîmatên ku da artêşê ber bi kûrahiya erdê ve kişand, ev yek ji bo hêzên gerîla ne dezavantaj bû, avantajeke mezin bû. Destpêka dîrokê ku ji bo artêşa Tirk tişt ji kontrolê derketin, îhtîmal e ku biryara ku di 24'ê Gulana 2022'an de hatiye girtin be. Hêzên gerîla bi çalakiyên şoreşgerî bersiv dan vê pêngava artêşa Tirk û dîsa gelek helîkopter hatin xistin û derbe kirin, hêzên gerîla bi giranî çalakiyên xwe belge kirin û bi raya giştî re parve kirin. Li aliyê din çekên hatin desteserkirin hatin eşkerekirin û ya herî girîng jî wêne, dîmen û agahiyên nasnameya cenazeyê leşkerê dîl hatin eşkerekirin. Ger em bi awayekî rast pênase bikin, artêşa Tirk li Zapê asê mabû, dîmen û belgeyên ku gerîla parve kiribûn berfirehî û tundiya şer eşkere dikirin. Dewleta Tirk êdî nekarî şer veşêre. Di vê mijarê de bi rêbazên şerê taybet ên ku herî baş dizanibûn, ji bo berovajîkirina rastiyê tevdigeriyan. Lê belê wan dîmenên hanê ji aliyê gel ve ewqasî dihatin temaşekirin ku her kesî ew mîna fîlmekî bi dawîhatineke xweş ezber dikirin, ji ber vê yekê şerê taybet jî encam neda.

Rejîma faşîst li qadê zextên cidî li pêkhateyên herêmê kir û xwest di zûtirîn demê de encamê bigire, xwe li qada şer bide hîskirin. Li herêma Şehîd Şahîn a Zapê bi mehane pevçûnên dijwar diqewimin. Hema bêje li pêşiya artêşa Tirk asteng bû, bi hemû hêza xwe hewl dan vê berxwedanê bişkînin, lê hêzên gerîla ji vê re amade bûn. Leşkerên ku dixwestin bikevin tunelên şer, ji aliyê hêzên gerîla ve derbên giran li wan hatiye xistin, ev taktîka ku tim û tim hat dubarekirin, tu raveyeke mantiqî nebû. Eşkere bû ku di encama zextên mezin ên eşkere de heman rêbazan dubare dikirin. Ji ber ku qet behsa windahiyên artêşa Tirk a ku her carê derbeyên giran dixwe û weke ku tiştek neqewimî tevdigere, rê dide hêzên gerîla ku rêbazeke nû biceribînin. Piştî ku gerîlayekî hevokek wiha anî ziman: Me ew qas çek û cebilxane desteser kirin, dîsa guh nadin vê yekê, gelo em cenazeyê leşkeran bigirin? Fermandarê gerîla dibêje ‘çima nebe’. Dîmen û wêneyên cenazeyên leşkeran ku hêzên gerîla weke delîl pêşkêşî raya giştî kirin, tenê ji bo eşkerekirina rastiya li qada şer bû. Ji xeynî van, HPG'ê agahiyên nasnameya gelek leşkeran parve kir, piraniya wan cenazeyên ku yan ketine destê hêzên gerîla yan jî demeke dirêj di bin kontrola gerîlayan de mane, yan jî bi bomberdûmana dijwar a leşkeran hatine îmhakirin.

OPERASYONÊN ŞOREŞGERÎ Û BI QONAXA ŞIKESTINA DUYEM RE HEWLDANA PDK’Ê

Hulusî Akar ji bo eyarekî bide serfermandarên xwe, ji herêmeke din êrîşek nû da destpêkirin. Êvara 4’ê Tîrmeha 2022’an artêşa Tirk bi helîkopteran bi awayek hemwext li herêma Girê Amediyê leşker danîn. Ji ber cihê wê û pêvajoya operasyona dagirkeriyê ev operasyon dihat payîn, lê bala xwe bidin dîroka operasyonê. Ev ne şêwazek operasyonê ya domdar di riya xweya xwezayî de bû. Di şert û mercên asayî de artêşa Tirk di dîrokê de di rewşeke pir dezavantaj de bû, lê çima ev leşker li vir hatin danîn? Ji bo vê yekê du ravekirinên mentiqî hebin, yan ew wek hedef hatin avêtin, yan jî bi qasî ku pêkan hewl bidin ku hêza dijber bi leztir li cihên stratejîk bi cih bikin. Dûv re vedîtinên ji qadê derketin holê ku yek ji van her du vebijarkên ku em jê re dibêjin mantiqî ne derbasdar in. Berovajî vê, derket holê ku ew hewl dide bi Bordo Berelî yanî hêzên taybet ên ku rasterast di bin serpereştiya Serfermandariya Giştî de ne, bi rengekî ku hema hema dersekê bide fermandariyê ku bi eşkere îtîrazê Hulusî kir. Beriya her tiştî, yekîneyên pêşeng ên vê hêzê bi tevahî hatine desteser kirin, ji ber vê yekê ew hemî ji yekîneyên artêşê yên normal cuda ne, ji çekên eslê xwe Elmanî yên marka HK bigire heya alavên helmetê ku ew hildigirin. Ya duyemîn jî tevgera vê hêzê ya bi xwebawerî ya li qadê bû. Tê texmînkirin ku beriya şandina vê hêzê, ji aliyê gelek dewletan ve li pişta wan hatiye xistin, li qadên gerîla mîna ku li Konyayê dimeşin û hewl didin ku bikevin yekem kun an jî tunelên şer ên ku dîtine.

Helbet rastiya şer a li qadan ne weke ku dihat vegotin bû. Ji ber vê yekê şerm bû, piştî ku HPG'ê di 14'ê Tîrmeha 2022'an de dîmenên çalakiya xwe ya bi kamerayên termal weşand, rastî derket holê. Ev têr nekir, dîsa di roja ewil de komek ji van leşkeran dema ber bi girê Şehîd Pîrdogan ê Amediyê ve bi pêş ve diçin, nêzî tunelên şer dibin û hêzên gerîla ji nêz ve dişopînin. Paşê ber bi deriyê yek ji tunelên şer ve diçin, ku tê texmînkirin nepenî ye û piştî ku çend leşker cîhê parastinê digirin, du leşker bi îşaretek destan ji pêş ve dikevin tunelê. Di vê navberê de, mirovek asayî jî dikare bifikire ku divê ev hêz bi ser leşkerê xwe de bimeşe. Lê tam di vê kêliyê de leşkerên ku berê ji aliyê gerîlayan ve li hundir hatibûn gulebarankirin, vê carê ji derve rastî gulebarana leşkerên ku ji derve li ber deriyê tunelê di pozîsyona parastinê de ne, bombeyên destan avêtine yek li pey ya din. Di şert û mercên asayî de mentiqeke leşkerî ya vê yekê tune ye, lê ev tişt tam wisa bûn. Di encamê de hêzên gerîla dest danîne ser cenaze, çek û alavên leşkerî yên her du leşkeran (Naci Kaygısız û Nurettin Tokyürek). Bi vî awayî operasyona taybet a Hulusî Akar derket holê.

Bi germa mehên havînê re qada şer gihiştibû lûtkeya xwe û artêşa Tirk bi her pêngava xwe têk diçû û giraniya xwe da ser bikaranîna çekên kîmyewî. Li aliyê din, cenazeyên leşkerên hilbijare ên li ser girê li jora navenda bajarê Amediyeyê di destê gerîla de bûn û HPG'ê bang li malbatên leşkeran kiribû ku eger bixwazin cenazeyên xwe bigirin, bila bên. Vê yekê xewa Hulusî Akar xera kir, lê her gava ku wî diavêt wek sîleka Osmaniyan lê dixist. Li ser vê yekê fermana pêşwext ji PDK’ê re hat dayîn. PDK’ê ji bo alîkariya artêşa Tirk a ku 2 helîkopterên wê li girê Amediyê ketin û nekarî gavekê biavêje, destên xwe hildan. Ji destpêka operasyona dagirkeriyê ve PDK’ê carna bi dizî û carna jî bêyî ku xwe veşêre destek da artêşa Tirk. Wek ku di çapemenîyê de hatîye diyarkirin, PDK’ê hemû erkên xwe bi cih anî û ji leşkerên Tirk re rê çêkirin û mewzî amade kirin. Niha leşkerên Tirk di nava 5 deqeyan de dimeşin, ji wir jî diçin pêdiviyên xwe pêk tînin û vedigerin cihê xwe. Ev bi hemû belgeyên xwe bi raya giştî re hatine parvekirin, ji ber vê yekê ji bo niha ne hewce ye ku bêtir berfireh bikin. Dema ku gavên Hulusî Akar berovajî bûn, di nava artêşa Tirk de aloziyeke cidî hebû, derket holê. Li hin cihan leşkeran guh nedida talîmatên fermandarên xwe. Li hin deveran jî li Girê Amediyê rewşek pevçûnê rû dabû. Dibe ku hin kes bifikir in ku ez bûyerê mezin dikim, lê niha de bêjim ev bi belge ne, ger HPG’ê guncav bibîne dikare biweşîne. Bi kurtasî astengî û depresyona di artêşa Tirk de xwe li qadan da hîskirin. Komkujiya Perexê ku bi min di vê demê de provayek girîng bû û di demeke nêz de wê di nava artêşa Tirk de geşedanên girîng rû bidin. 

SIBÊ:
Komkujiya Perex, KDP û plana bingehîn
Operasyona ku veguherî girêkê
Bîlançoya operasyonên heta îro