Iraq dibêje lê napêje!

Aliyên Iraqî li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, divê ne tenê lijneyê ava bike û biryarê bigire. Ya girîng ew e ku tavilê bikeve nava hewldanan.

Her ku êrîşên qirkirin-mêtingeriyê yên dewleta Tirk ên li ser xaka cîran zêde dibe, metirsiya dagirkirina van herêman a ji aliyê Tirkiyeyê ve zêdetir derdikeve holê. Yek ji van welatên ku Tirkiye êrîşên xwe li ser zêde kiriye û rêz ji serwerî û ewlehiya wê re nagire Iraq e.

Li gorî biryara Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî a 688 ‘qedexeya qadên hewayî’ ya li Iraq û Başûrê Kurdistanê ku 5’ê Nîsana 1991’an de hatî îmzekirin bi dawî nebûye, lê li ser erdê ev biryar nayê pêkanîn. Dewleta Tirk yek ji wan welatan e ku vê biryarê li ber çavê hemû cîhanê binpê dike û bi droneyên kujer, êrîşên li ser Iraq, Başûr û Sûriyeyê bênavber dike.

Bihêlin qada firînê derbaskirinê, dewleta Tirk bi taybetî van 7 mehên dawî li xetên sînor û Herêmên Parastinê yên Medyayê her cûre çekên qedexe û kîmyewî bikar tîne. Di van mehan de HPG’ê eşkere kir ku 2837 carî çekên qedexe û kîmyewî hatine bikaranîn û 174 gerîla jî şehîd bûne. 

Ev yek aliyekî dagirkeriya li ser herêmên Kurdan e. Li aliyê din em dibînin ku Tirkiye bi ti awayî rêzê ji serwerî û hiqûqa Iraqê re nagire û bi rengên cuda çav daye Kerkûk û Mûsilê. Di çarçoveya pilanên xwe de Tirkiye israr e, vegere Mîsaqî Mîllî ya dema Osmaniyan. Ji bo cihanîna vê jî hemû rêbazên heyî bikar tîne.

Li ser zêdebûna êrîşan û metirsiyên wê yên li ser welat, naerazîbûnek nava Iraqê derket. Her çendî ev nerazîbûn dem dem bi daxuyanî û helwestên biçûk derkevin jî lê heta niha helwesteke cidî ku bike, Tirkiye di kiryarên xwe de gavekê bihêlin paşve bavêje, zêdetir dike. 

Li ser êrîşa dawî ya şeva 19-20’ê Mijdarê hemwext li ser Rojava, Başûr û beşek Rojhilat ên dewleta Tirk da destpêkirin, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî diyar kir ku ev êriş bê razîbûna hikûmeta Iraqê pêktên û ew hemû êrîşên li ser xaka Iraqê red dikin. Sûdanî her çendî fikarên xwe yên li ser êrîşan anîbe ziman jî, li gel wê êrîşên li ser xaka Iraqê red jî kir. 

Li vir a balkêş jî peyva ‘bê razîbûna hikûmetê Iraqê pêk hatiye’ ev yek diyar dike ku Tirkiye bi ti rengî guh nada desthilat û hikûmeta heyî ya Iraqê bi dilê xwe hespê xwe li nava zeviya Iraqê dibezîne. 

Komên partiyên Kurd ên li Parlamentoya Iraqê li dijî êrîşên dewleta Tirk û Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê derketin û daxwaznameyek pêşkêşî serokatiya parlamentoyê kirin. Ji parlamentoyê xwestin ku bi rêya hiqûqê li dijî êrîşan kar bike.

Alîkarê duyem ê Serokê Parlementoya Iraqê Şaxewan Abdulah diyar kir ku divê Iraq ji bo rawestandina êrîşên Tirkiye û Îran yên li ser xaka Iraqê desthilatdariya xwe bikarbîne û wiha axivî; “Pêwîste Herêma Kurdistan jî ji bo civaka navnetewî derbarê binpêkirina serweriya Iraqê agadar bike, pêşengiyê bike. Êrîşên Îran yên li ser Koyeyê bi xwe re nerazîbûnên nanxweyî û navneteweyî anî, li aliyek din welatên Ereb, Ewrupa û Emerîkayê jî şermezar kirin. Lê hîn jî êriş û gef dewam dikin.”

Parlamentoya Iraqê ji bo lêkolînina bikaranîna çekên kîmyawî yên dewleta Tirk li dijî gerîlayên azadiyê bi kar tîne lijneyek taybet ava kir û wê lijne biçe cihên operasyonê û belgeyan kom bike. Di vê lijneyê de wê nûnerên Wezareta Parastin, Komîsyona Asayîş û Parastinê ya Parlamantoya Iraqê û Wezareta Derve cih bigirin. 

Wezareta Karên Derve ya Iraqê destnîşan kir ku êrîşên Tirkiye û Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê serweriya Iraqê binpê dike û ne li gorî peyman û hiqûqa navneteweyî ye, ne li gorî mafê cîrantî ye.

Li bendê bû ku 22’yê Mijdarê parlemento li ser êrîşên Tirkiye û bikaranîna çekên kîmyewî bicive. Li vir xaleke din a balkêş jî di roja civînê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Bexda kir. Berî civînê bi gelek aliyan re civiya û hema piştî wê civîna aliyên Iraqê ya li ser êrîşên Tirkiye ji bo demek nediyar hate taloqkirin. Ev jî bi xwe re gelek pirs anî. Gelo Nêçîrvan Barzanî ji bo çi çû Bexda? Destê Tirkiye li pişt vê heye ku Barzanî ji bo aramkirina aliyên Iraqî şandibe Bexda? Di wan civînan de çi hate nîqaşkirin, proje pîlan hatine danîn? Ev pirs û gelek pirsên heta niha bê bersiv mane. Lê li gorî hinek agahiyan tê gotin hinek lijne bên avakirin ji bo serdana Tirkiye û hem Îranê bê kirin. Ev yek jî ne diyare bê ka wê bi çi rengî bê kirin. Ji ber heta niha fermî ti daxuyaniyek nehatine kirin. 

Balkêş e dema komkujiya Perexê ya 20’ê Tîrmeha 2022’an ku dewleta Tirk pêk anî, helwestek cidî ya aliyên Iraqê derket, me dît ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî çû Bexda û êdî çi bû li wir helwesta aliyên Iraqî kêm bû. Ev yek wê nîşan dide Tirkiye Barzanî şand û ji bo helwestan bide kêmkirin û serê vê yekê bigire. Heman tişt niha bi rengekî din xwe dide der. 

Dema em li tabloya jor dinêre dibîne ku helwest tenê sist û ji rêzê ne. Têrê nakin ku çi navxwe û çi jî di qada navneteweyî de zextê bikin Tirkiye di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de tevger bike û dawî li êrîşên xwe yên li ser serwerî û ewlehiya xaka Iraqê bîne. Eger ku Iraq dixwaze dawî li kiryarên derqanûnî û hiqûqî yên Tirkiye bîne, divê dev ji helwestên xwe yên tirsnak berde û li gorî hiqûq navneteweyî û belgeyên heyî bikeve nava kar, demildest giliyê Tirkiye hem di warê binpêkirina serweriya wê û hem jî bi çekên kîmyewî û qedexe talankirina xweza û jîngeha wê. Hemwextî wê berî her tiştî divê bikaranîna çekên qedexe ya li ser xaka wê li dijî mirovahiyê li OPCW gilî bike. 

Aliyên Iraqî ji bo ji biwêja ‘Dibêje lê napêje’ derkeve, tavilê hemû hewla xwe bixe tevgerê. Ne tenê lijne ava bike û biryaran bigire; ti gavek neavêje.