Rûken Jîrkî: Sara her tim ruhê azad ê Dêrsimê di ruhê xwe de çandibû

Endama Konseya Leşkerî ya YJA STAR'ê Rûken Jîrkî bi wesîleya salvegera 10’emîn a Komkujiya Parîsê got “Şehîd Sara baweriya xwe bi Apoyiyê re anî û jiyana xwe fedayî vê baweriyê kiriye. Di têkoşîna xwe de tu car neket nav dudiliyan.”

Endama Konseya Leşkerî ya YJA STAR'ê Rûken Jîrkî bi wesîleya salvegera 10’emîn a Komkujiya Parîsê nivîsek ji ANF’ê re nivîsand.

Nivîs wisa ye

“Di pêvajoyeke ku gel û bi taybet gelê Kurd bi tunebûnê  re rû bi rû ma, Rêber Apo ji bo mirovahî û Kurdbûnê weke hêviyê hat. Di sedsala ku modernîteya kapîtalîst mirovan bêhêvî kir û anî rewşa koleyên modern, Rêber Apo û îdeolojiya ku afirand careke din mirov zindî kir û bi felsefeya xwe re axa mirî ya li ser mirovahiyê rakir.

Bi hemû hebûna xwe re xwe diyar kir, bi Modernîteya Demokratîk a ku ji bo gelan û mirovahiyê rêya jiyana exlaqî û polîtîk e, jiyan careke din zindî kir û hişt ku bigîhe cewhera mirovahiyê. Modernîteya Demokratîk ku panzehira Modernîteya Kapîtalîst e, bi tenê gelê Kurd re sînordar nema û pel bi pel belavî girseyên legerên heqîqetê bû û mezin bû. Rêber Apo got, ‘Parêznameyên min li ku derê be ez li wir im.’ Ev heqîqet di roja me ya îro de jî xwe bi rengekî zelal diyar dike. Îdeolojî, fikr û felsefeya Rêbertî li Rojhilata Navîn û çar aliyên cîhanê belav dibe. Gel ji Rêbertî û ramanên wî îlham digirin. Hêzên navneteweyî û desthilatdar ji modela nû ya mirovahiyê ku Rêber Apo afirand, tirsiyan. Ji ber ku ji wan re mirovahiyeke ku di nav de qirkirin, komkujî, cûdahî û kedxwarî hebe, pêwîst dikir. Rêbertiyê me li hemberî vê yekê derket û derbeyeke mezin lê xist. Bi komploya navneteweyî û tecrîda mutleq xwestin Rêbertî û gel ji hev cuda bikin. Ev dîwar bi xeleqên agir û şerên mezin hate şikandin.

Hêzên navneteweyî bi tecrîda mutleq a li ser Rêberê me xwestin têkiliya gelê me û gerîla ji hev qut bikin. Têkçûna wan a li wir dijmin dîn û har kir, ji ber ku di bin her şert û mercê de dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ pel bi pel belav bûn. Gelê me û mirovahî bi Rêbertiya me re azadî, mirovahî, jiyana exlaqî û polîtîk û xwebûnê dîtin. Li dor Rêbertiya me kom bûn û tecrîda li ser Rêbertiya me pûç kirin. Piştî ku pergala li Îmraliyê têk çû, hêzên xwînxwar bi taybet dewleta Tirk bi polîtîkayên îmha, înkar û komkujiyan, bi sîstemek nû ya komployê bi ser tevgera me hatin. Li ser vê esasê hêzên komploger ên navneteweyî di 9’ê Çileya 2013’an de di şexsê Heval Sara (Sakîne Cansiz), Rojbîn (Fîdan Dogan), Ronahî (Leyla Şaylemez), de bi komployeke nû hevreyên me şehîd kirin. Xwestin di şexsê heval Sara de tevgera jin, di şexsê hevala Rojbîn de jina ciwan û di şexsê heval Ronahî de derbê li jina pêşeng bidin. Qetilkirina her sê hevreyên me yên şehîd ne tesaduf bû. Rêbertiya me bi pêşxistina pêşengiya jinan modelek nû ya civakê afirand. Jin êdî li her qadên jiyanê diyar bûn. Di siyaset, dîplomasî, şer û hunerê de jin bi rengê xwe beşdar bûn. Bi vê yekê re xwestin derbê li diyardeya jinê bidin. Qetilkirina her sê hevalan, komkujiyek plankirî bû. Rêbertiya me ji bo vê komkujiyê got, ‘Hedefgirtina heval Sara, hedefgirtina min e.’ Ev jî berdewamiya komployê nîşan dide.

Nîşaneya girêdanbûna Rêbertî; girêdanbûna gel, ax, mirovahî û hemû gerdûn e. Di heman demê de bê şert û merc têkoşînkirin e. Rêbertî got, ‘PKK partiya şehîdan e’ Partiya me ji destpêkê heta roja me ya îro bi vê rastiyê re pêş ket û watedar bû. Em li ser mîrateyên şehîdên xwe pêş dikevin. Ev heqîqet me natirsîne, lê berevajî ji bo me dibe sedema şerkirin û afirandina jiyana exlaqî û polîtîk. Şehîd Sara, Rojbîn û Ronahî mînakê herî bedew ên rêhevaltiya Rêbertiyê ne. Rêhevaltiya bi Rêbertiyê re parvekirina heqîqetê ye. Ev her sê hevrêyên me yên nemir jî bi îdeolojî û felsefeya Rêbertiyê re bûne yek. Şehîd Sara baweriya xwe bi Apoyiyê re anî û jiyana xwe fedayî vê baweriyê kiriye. Di têkoşîna xwe de tu car neket nav dudiliyan. Ji ber ku her tim bû hevreya Rêbertî û her tim li gor vê heqîqetê jiya û li ber xwe da. Şehîd Sara tê wateya nûnertî kirina jiyana bedew, baş û rast. Şehîd Sara berî û piştî damezrandina partiya me, xwediyê rol û kedeke mezin e. Ji damezrandina partiyê heta damezrandina tevgera jin, di her qonaxê de bi raman û keda xwe cih girt û her tim pêşengiyê kir. Ew pêşenga tevgera me ya jin e, her tim bi helwesta xwe ji me re pêşengiyê kir û em deyndarê wê ne. Di pêşxistina tevgera jinan de xwedî rol û mîsyoneke mezin e. Bi helwesta xwe ya îdeolojî, siyasî, rêxistinî û leşkerî pêşenga me ya mezin e. Her tim aliyê berxwedêr, serhildêr, hezkirin û mirovahiyê ya jina ji Dêrsîmê di xwe de da jiyîn. Berxwedana Besê û Zarîfeyan di genên Şehîd Sara de jiya.

Her tim bi berxwedana xwe, bêyî ku ji dijminên xwe rehmê bixwaze, dibe mînaka herî mezin a jinên berxwedêr. Di dema jiyana xwe de her tim karibû bibe navekî din ê têkoşînê. Wê Rêbertî baş fam dikir, ji dil hîs dikir û her dem dizanî rast bijî. Sara milîtaneke jin bû ku her tim ruhê azad ê çiyayên Dêrsimê di ruhê xwe de çandibû. Şehîd Sara di pêşxistina zanista Jineolojiyê de ku zanista jinê, ango pêşxistina jiyanê di nav xwe de dihewîne de roleke stratejîk lîst. Jinên berxwedêr bi mîrateya ku dewr girtine her tim bûne şopdarên ronahiya Sara. Şehîd Nagihan Akarsel jî bi ser ket ku bibe jineke berxwedêr, şervan ku li pey vê mîrateyê diçû û xebatên jinan derdixist lûtkeyê.

Ji ber keda jinê ya bi pêş xistiye û bi dest xistiye, ji aliyê zîhniyeta bi serdestiya mêr a dijminê jin, gelan û mirovahiyê ve hatiye qetilkirin. Xebatên Jineolojiyê bûye qadeke ku pêşketina jinê û zanist tê de bibe yek. Zanista ku di bin pêşengiya jinê de hemû zanistan digire nava xwe û li hemû cîhanê belav dibe, ji bo pergala serdest a mêr weke xeteriyeke mezin e. Hemû şîfreyên hilweşîna feraseta serdest a mêr di Jîneolojiyê de têne dîtin. Feraseta serdest a ku ji vê ditirse, bi astengkirina pêşengên jin û şoreşa jinê dixwaze gelan di tariyê de bihêle. Dema em dikevin sala 10’emîn a Komkujiya Parîsê, li Parîsê û dîsa li hemberî jinên Kurd û welatparêzan komkujî pêk hat. Ne tesaduf e ku hevrêya me Evîn Goyî ya ku salên xwe bi partiyê re derbas kiriye, bûye hedef. Dîsa tê xwestin ku derbe li tevgera jinê û pêşengiya jinê bê xistin.

Tişta ku dijmin jê fam nake ev e ku, gava li me tê xistin em zêde dibin. Têgîna ku bi me biqede tune ye, berovajî vê yekê em tevgereke ku hevdu zêde dike ne. Dîsa gelê me yê Kurd ê welatparêz û hunermend tê hedefgirtin. Welatparêzên me Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên ku nîşaneya kedê ne, dibin lehengên ku digihîjin şehadetê. Helbet ji van qetlîamên ku sînorê tehamûla gelê me derbas dikin, wê hesab bê pirsîn û tê pirsîn jî.

Di rastiya şerê li çiyayên Kurdistanê diqewime de, ruhê fedaî yê ji aliyê Rêbertiya me ve hatiye afirandin, bi berxwedaneke bi heybet a li dijî dijmin re tê bersivandin. Li ser şopa hevrêyên weke Sarayan, Rojbîn, Ronahî û Evînan ev têkoşîn kûr dibe. Bi sekna fedaî û şoreşgrî li dijî her cure qetlîamên pergala komploger, êrîşên mêtinger, têkoşîna bi heybet mezin dibe.

 Bi taybetî di vê pêvajoyê de berxwedana ku li Zap,Avaşîn, Metîna tê meşandin mînaka herî mezin a lehengiyê ye. Ev rojên ku li çiyayên Kurdistanê di dîrokê de hatine nivîsandin, di pêşengiya gerîlayên YJA STAR’ê de geş dibin. Li dijî her cure çekên teknîkî û kîmyayî yên NATO-Tirkiyê bi şêweyê Gerîlaya Modernîteya Demokratîk re li ber xwe didin û şer dikin. Li dijî vî şerê ku li dijî me tê meşandin, em ê ti carî rê nedin hêzên dagirker û heta dawiyê li ber xwe bidin, li çiyayên xwe yên azad û pîroz jî bimînin. Ev helwest, têkoşîn û ev şer a li çiyayên Kurdistanê tê meşandin, dewletê kujer û pergala Tirk ditengijîne. Di rastiya şerê gel ê şoreşgerî de, yekîtiya gerîla û gel, bingehê şoreşeke xurt ava dike. Fermandariya Biryargeha me ya YJA STAR’ê bîlançoya şer a sala 2022’an eşkere kir. Qehremaniya ku hatiye jiyîn, berxwedana ku hatiye nîşandan, derbên li dijmin hatine xistin, anî ziman. Ev berxwedana mezin a ku ji bo çar parçeyên me yên Kurdistanê dibe mînak, her ku diçe dibe hêviyek û mizgîniya serkeftinê. Bi jinûveavakirinê re bi gerîlaya Modernîteya Demokratîk re gihişt asteke profesyonel.

Serhildanên ku li Rojhilat û Îranê pêş ketine, bi hêzgirtina ji mezinbûn û pêşketina tevgera me ya jin û gerîlayên YJA STAR yên li çeperan li ber xwe didin, dewam dikin. Li ser vî esasî êdî jin li çiya, li qadan, li kolanan, li hemû qadên jiyanê ne. Bi berxwedana mezin a Rêbertiya me re pêşengiyê dike. Weke milîtanên Rêber Apo, weke şopdarên Sarayan heta serkeftinê em ê têkoşîna xwe ya mafdar bidomînin. Dîrok bêguman yên rast wê binivîsîne. Em ê bi ser bikevin û bi vê baweriyê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Weke ku Şehîd Sara got, ‘Careke din min serbilindiya Apo bûyînê jiya. Çi xweş bû ku di wê kêlîkê de bêyî ku tiştekî din bifikirim, hesab bikim min Rêbertî hembêz kir! Ew jiyan bû. Şerê bedewiya evînê li vir bû.’

Em jî bi serbilindiya Apo bûyînê, li pêşberî şehîd Sara, Ronahî, Rojbîn, Evîn Goyî û hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û soz didin ku em ê têkoşîna wan bilind bikin û em ê her tim xwedî li bîranînên wan derkevin.”