Tenduristî û ewlehiya Rêber Apo di rewşeke metirsîdar de ye

Eşkere ye ku pirsgirêk tenê bi têkoşînê dikarin bên çareserikrin û rewşa nediyar jî bi têkoşînê ji holê radibe. Nabe ku mirov bibêje faşîzma AKP-MHP'ê lîstikê dilîze û bisekine. Nabe ku mirov bibêje CPT daxuyaniyê nade û bisekine.

Li Îmraliyê rewş hîn jî nediyra e. Bersiv ji daxwaza parêzeran re nayê dayin ku biçin Îmraliyê û hevdîtinê bi Rêber Apo re bikin. Li gel çalakî û bangawaziyan jî CPT daxuyaniyeke nû nade. Heta ku ev gotar hate nivîsandin, rewş bi vî rengî ye. Ev yek jî tirs û fikarên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo zêdetir dike. Diyar e têkoşîna heyî têrê nake ku çareseriyekê biafirîne.

Wê demê divê mirov asta têkoşînê xurtir bikin, hîn cihêreng bikin. Ji ber ku rewşa nediyar tenê bi têkoşînê ji holê radibe. lewma ji bilî mezinkirina têkoşînê çareyeke din nîne.

Bêguman em mafdar in ku li hemberî vê rewşa nediyar bi guman bin. Ji ber ku rojekê CPT ji ber xwe ve got, "Çûye Îmraliyê û yek bi yek hevdîtin bi yên li wê derê re hatiye kirin'. Her çiqasê ji ber ku me ew daxuyanî têrker nedît rexne kir, lê ji ber ku agahiyek ji Îmraliyê bû lewma dilê me xweş kirbû. Lê belê daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya berevajî daxuyaniya CPT, em matmayî hişt. Piştre jî Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê daxuyanî da. Nepêkane ku mirov li hemberî van nekevin nava fikaran. CPT ku saziya pêwendîdar e, ji ber ku daxuyaniyeke nû nade, tirs û fikaran zêdetir dike.

Niha jî hin hêz û derdor radibin dibêjin, CPT xwedî erkeke ewqasî zêde nîne. Li ser Îmraliyê gelek rapor weşand, gelek pêkanîn rexne kir, xwest bê guhertin, lê belê nekarî ti ji wan bide kirin. Yanî qaşo saziyeke bêbandor e! Em baş nizanin bê rewş bi vî rengî ye yan na. Lê belê em baş zanin ku sîstema Ewropayê bi lîstik û nîqaşên ûsûlê tijî ye. Diyar e rewşa li Îmraliyê di nava lîstikên navborî de diçe. Dibe ku ji ber ku hatiye derewandin, CPT aciz bûye. Lê belê rewşa li Îmraliyê û rastiya Rêber Apo ne rewşeke welê ye ku bi nerazîbûnan û lîstikan bê nirxandin. Di vir de paşeroj û hebûna gelekî, her wiha rewşa mirovahiyê mijar e. Li şûna ku aciz bibe û nerazîbûnê nîşan bide, divê her kes tevkariyê li çareseriyê bike û cidî be.

Lê belê rewşa pratîkê bi vî rengî xuya nake. Her kesî xwe kerr kir û lal kiriye. Yên ku divê biaxivin gotineke bi tenê jî nabêjin. Dibe ku faşîzma AKP-MHP'ê ji ber gelekî tengav bûye li pey lîstikeke nû ya şerê taybet e. Ji xwe astengkirina hevdîtina malbatê û parêzeran a çûyîna Îmraliyê, vê fikarê zêde dike. Baş e em ê vê rewşê çawa çareser bikin û lîstika şerê taybet çawa xera bikin? Bêguman saziyên pêwendîdar ên mîna CPT li şûna ku xwe bêdeng bikin, divê daxuyaniyan bidin ku rewşê raxin pêş çavan. Ji bo vê jî bi şev û roj em ê têkoşînê mezin bikin. Çareyeke cuda ya vê rewşê nîne.

Lê belê têkoşîna ku heta niha hatiye meşandin lawaz û ne têrker e. Li şûna ku têkoşîn bê mezinkirin, tê dîtin ku hin derdor tenê nîqaşê dikin. Bêguman nîqaşên têne kirin jî li ser bingeha şîroveyên li gorî xwe ye. Ji bo xwegihandina li rastiyê şîrovekarî tiştekî girîng e. Lê belê ya jê wêdetir jî rastiyê xumamî dike. Niha gelek şîroveyên li ser Îmraliyê têne kirin di vê çarçoveyê de ne. Parêzer û her kes diyar dikin ku rewşa tenduristî û ewlehiyê ya Rêber Apo di metirsiyê de ye. Lê belê şîrovekarên di analîzan de zêdegaviyê dikin, îdîa dikin ku Rêber Apo 'ji ber ku şermezar kiriye û weke çalakiyekê' hevdîtin bi CPT re nekiriye. Halbûkî rewşeke ku vê îdîayê piştrast bike, nîne. Gotinek heye ku dibêje, 'ker nabihîze, ji ber xwe ve dibêje'. Rewşeke bi vî rengî heye.

Belê li Tirkiyeyê pêvajoya herî krîtîk a dîroka komarê ye. Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê her roj bêhtir ji hev dikeve û zû hildiweşe. Lê belê dîktatoriya Erdogan-Bahçelî naxwaze dest ji desthilatdariyê berde. Ji bo vê jî bi her awayî lîstikên şerê taybet û fenan dike. Herî zêde dixwaze li ser Îmraliyê lîstikan û fenan bike. Kurd, Tevgera Azadiyê û weke gel vê rastiyê baş fêhm dikin, dibînin. Lewma ji bo nekevin xefika lîstikên şerê taybet hîn bêhtir baldar tevdigerin. Gotinên ji niha û pê ve bêne gotin, nêzîkatiyên bêne nîşandan wê bi vî rengî be.

Lê belê rewşa heyî ji vê cuda ye. Destpêkê lîstika şerê taybet jî be bi rewşa heyî li Îmraliyê rewşeke nediyar heye. Ev yek jî tê wê wateyê ku metirsiyeke gelekî cidî li ser ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo heye. Ji xwe 21 meh in bi ti awayî agahî ji Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê nayê wergirtin. Hiqûqa dewleta Tirk jî bi cih nayê anîn, parêzer û malbat nikarin li Îmraliyê hevdîtinê bikin. Di rewşeke bi vî rengî de daxuyaniyên CPT û Buroya Hiqûqê ya Sedsalê yên ji hev nakok, rewş bêhtir nediyar û xumamî kiriye. Ev yek jî nîşan dide ku bi her awayî xetere heye.

Çalakiyên ku hefteya derbasbûyî hatin lidarxistin, rewş heta radeyekê xist rojevê. Lê belê ji bo rojevê çêbike û rewşa nediyar çareser bike, têrê nekir. Faşîzma AKP-MHP'ê di çarçoveya şerê psîkolojîk de bûyerên nû xist rojevê û hewl da rojevê berevajî bike. Bêguman hin derdorên çep û demokratîk ên baş neketine rojevê û li ser xetê nameşin, yekser dan pey vê berevajîkirina rojevê. Qaşo di bin navê parastina mafên bindestan de ketin xefika şerê psîkolojîk ê taybet û pê nehesiyan ku ji rojeva esasî qut bûne.

Diyar e ku dawiya vê hefteyê wê çalakiyên hîn berfireh bêne lidarxistin. Çalakiyên li Amed û Wanê li çalakiyên li derveyî welat û Rojava zêde dibin. Li dora van çalakiyan wê hin rêze çalakiyên mezin-biçûk bêne lidarxistin. Bêguman ev çalakî wê mijarê hîn bêhtir bixe rojevê û di çarçoveya agahîwergirtina jİ Rêber Apo, zextê bike. Lê belê nediyar e ku ev ê çiqasî têrker bin, çareseriyê biafirînin, metirsiya li ser tenduristî û ewlehiya Rêber Apo kêm bike yan na.

Eşkere ye ku pirsgirêk tenê bi têkoşînê dikarin bên çareserikrin û rewşa nediyar jî bi têkoşînê ji holê radibe. Her wiha divê mirov li her qadê belav bike, yanî bi rengekî bênavber bimeşîne. şert e ku mirov di asta seferberiyê de tevbigere. Li ser vê bingehê bi rengekî lezgîn bê xwestin ku li Îmraliyê hevdîtina bi parêzeran û malbatê re bê kirin. Divê mirov ji CPT û saziyê mîna wê bixwazin ku çarçoveya hiqûqî li Îmraliyê jî pêk bînin. Li ser bingeha armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakî bêne xurtkirin.

Eşkere ye ku pirsgirêk tenê bi têkoşînê çareser dibin, rewşa nediyar tenê bi têkoşînê ji holê tê rakirin, Nabe ku mirov bibêje faşîzma AKP-MHP'ê lîstikê dilîze û bisekine. Nabe ku mirov bibêje CPT daxuyaniyê nade û bisekine. Diyar e ku ew li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin. Wê demê divê em jî li gorî berjewendiyên xwe û armancên xwe timî têbikoşin. Ji bo rewşa heyî ya nediyar ji holê bê rakirin û pirsgirêka ewlekarî û tenduristiyê ya Rêber Apo bê çareserkirin divê em li her qadê têkoşînê mezin bikin. Wezîfeya welatparêzî û şoreşgerî ya vê demê ev e. We demê divê em di her kêliyê de li ser wezîfeya xwe bin û bi serketî bi cih bînin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA