Jiyanek ji şer û berxwedanê: Sara

Gerîlayên şehîd bûne; Amara, Koçer, Dîren, Huseyîn û Nûda di rojnivîskên xwe de qalê kiribûn ku têkoşîn û berxwedana Sakîne Cansiz bandoreke çawa li wan kiriye.

Ji damezrînerên PKK'ê yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurd Sakîne Cansiz (Sara) di 9'ê Çileya 2013'an de tevî hevrêyên xwe Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Bi hezaran ciwanên Kurd dan ser şopa têkoşîna jiyana azad a Sara. Gelek gerîlayên leheng ên ji bo azadiyê şer kirin û di vê oxirê de şehîd bûn, dilsoziya xwe ya bi şehîd Sara re li rojnivîskên xwe nivîsandin.

Gerîlayên HPG û YJA STAR’ê yên demê cuda ji cihên cuda beşdarî tevgera azadiyê bûn û demên cuda li qadên cuda şehîd bûn, li lênûskên xwe de cih dabûn fermandara xwe ya mezin Sara. 

JI PÊNÛSA ŞEHÎD AMARA RONAHÎ

Şehîd Amara Ronahî sala 2022’an li Heremên Parastina Medyayê di encame erîşên dewleta Tirk a dagirker de gihaştibû asta şehadete. Şehîd Amara Ronahî di lênûska xwe de ji bo fermandar Sara wiha gotibû: "Gelo ev hevok rastiyên ku di dil de îfade dike yan jî tîne ser ziman ku em bi hezkirineke çawa bi têkoşîna we ve girêdayî ne. Dema ku em we nas dikin di şexsê we de asîbûyîna Mûnzûrê, heybeta Dersimê nas dikin, dema ku em we nas dikin di şexsê we de Besê û Zarîfêyan dibînin û hîs dikin.

Serok dibêje ji bo serxistina têkoşînê yek ji mijara girîng di cewher de 'Kurdistanîbûyîn e'. Di jiyan û kesayeta we de nedîtina vê rastiyê ne gengaze. Ez ne dîtina we wek bêşansiyeke gelekî mezin dibînim, lê ez ê bi ditîna Rêbertî vê yekê telafî bikim. Bi naskirin û fêhmkirina Serokatî ez ê zêdetirîn xwe nêzî we hîs bikim. Hevala Sara, naskirina we, naskirina jiyanê ye. Û bi şer re biwatekirina jiyanê ye. Têkoşîna bi rengê Besê û Zarîfeyan tê wateya naskirina heqîqeta jiyanê. Hûn bûn mertala Mûnzûran a ku rê nade dagirkeran û bûn ferîşteya parastina rûmetê. Hûn bûn navê din ê têkoşînê, bûn qîrîna jinan."

JI PÊNÛSA ŞEHÎD KOÇER DEVRÎM

Şehîd Koçer Devrîm sala 2017’an li Bakûrê Kurdistanê bi awayekî birîndar dîl ketibû destê dewleta Tirk a dagirker. Di encama êşkenceyên hovane de şehîd bû. Şehîd Koçer Devrîm ji bo fermandara mezin wiha gotibû; "Hinek dem hene ku hatine hilbijartin. Baş an jî xirab, xweşik an jî kirêt. Hêzên ku para xwe ji mirovbûnê negirtine, her tim bûne kurmê darê. Gelo kurmê darê heta kengî dikare bixebite? Ango kurmê darê wê kengî raweste? Îro salvegera Şehadeta fermandar û pêşenga me ya mezin hevrê Sara û hevreyên wê Rojbîn û Ronahî ye. Salek din derbas bû ji ser komkujiyê.

Ev komkujî ne tesadûfeke wisa ji rêzê ye. Ev komkujî bi zanebûn û plankirî hate kirin. Bi destê dewletan û bi aqlê zilamê serdest hate kirin. Di şexsê hevrê Sara û hevreyên wê de li hemberî gelê Kurd, li hemberî têkoşîna azadiyê û tevgera jinê êrîşeke mezin e. Îro roja dawiyê ya mirovahiyê ye.

Sala 2013, bi navê mirovîyê tu şermek, tu hestek, tu wijdanek û tu exlaqek nemaye. Jin, gelê azadbûyî, civaka azadbûyî ye. Ji ber vê di şexsê hevreyên me de erîşî civaka me, êrîşî gelê me kirin. Wê ti carî neyê jibîrkirin. Zarokên vê gelî wê tola hevreya xwe Sara û hevalên wê bigrin. 

Hevala Sara hûn bi sekn, vîn û bi berxwedana xwe bûn meşa ber bi serketinê. Hûn bi kesayeta xwe ji bo me bûn meşaleya azadiyê. Hûn bûn abîdeya jin a azad, em ê her tim bê teredût şopdarê we bin."

JI PÊNÛSA ŞEHÎD DÎREN WAN

Ji fermandarên YJA Starê Dîren Wan sala 2022'an li Amedê bi du hevalên xwe re di êrîşeke dewleta Tirk a dagirker de tevlî kerwana şehîdan bû. Fermandar Dîren Wan ji bo pêşenga xwe ya serhildêr wiha cih dabû pelên lênûska xwe: "Azadiya jinê, ji bo pergalên baviksalarî û kapîtalîst astengiya herî mezin e. Pergala kapîtalîst civaka heyî û mirovahî kiriye di nav qefesên ji pola. Têkoşîna azadiya jinê li hemberî koletiyê weke alternatîfek derdikeve. Lê kesên xwînmij, dewletên serdest ku ji azadî, wekhevî, biratî û demokrasiyê para xwe negirtine, vê carê erîşê rastiya jina azad kirin. Bi awayekî namerdane, bi awayek tirsonek êrîş kirin. Cihê ku ji xwe re dibêjin civaka demokrat û sosyalîst li paytexta Fransa Parîsê, erîşê fermandara me ya mezin hevrê Sara û hevalên wê kirin. Di şexsê Rêberê me de erîşê tevgera me ya jinê kirin. Bi vê erîşa hovane xwestin sempatizan û kesên ku piştevanî didin tevgera jinê; rexistinbûna jinan rawestinîn, bitepisînin. Lê wekî ku hate plankirin, pêk nehat. Hevrêyên me, pêşenga me ku di xeta azadiyê de bi biryarbûn hatin hedef girtin. Xwedawenda me ya mezin û  fermandara me ya zana ew ê her tim ji bo me bibe sedema şerekî mezin û serketî. Bi vê êrîşê nekarîbûn vîna me bişkinîn, nikarîbûn ruhê me bikin kole. Yek Sara ji me girtibûn, lê wê bi hezaran Sara derbikevin hemberî wan."

JI PÊNÛSA HUSEYÎN MAHÎR

Şehîd Huseyîn Mahîr Sibata sala 2016'an li qada Garê bi du hevalên xwe di encama êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a qirker de tevlî kerwana nemiran bû. Şehîd Hûseyin Mahîr di rojnivîska xwe de ev gotinan rêz kiribû ji bo fermandara xwe ya pêşeng: "Di bêdengiya şevê de, xew nediketin çavên min. Bêhna min dernediket, di bêhngirtinê de min gelek zehmetî dikişand wê şevê. Zindan sar bû, tarî bû, lê bi ramanên Rêber Apo zivirîbû qadên perwerde, bûbûn dibistanên herî baş ên partiyê. Bi ramanên Rêber Apo ronahî pêçandibe hemû tarîtîyên vê şevê. Xeyalên min û yên hevalên min her tim ew bû ku, dema em ji zindanê derketin, berê xwe bidin nava refên gerîla. Ew şev giştî bi fikrandinê derbas bû. Gelo tişta ku dibû sedem dilê min biêşê ango nikaribim behnê bistînim çi bû? Gelo ev çiye ku ewqas dil û mejiyê min ne rehet dikir? Min dizanîbu tiştek heye, lê min nav lê nekirîbu. Wê şevê li erd û ezmên qîrîn bilind dibû. Ev qîrîna li pey we bûn dil dişewitand. Dil sekinî, mejî sekinî, dest û ling bê hêz ketin wê keliyê. Ev ne tiştêk ji rêzê bû, ev bi awayekî eşkere hatibû plankirin û bi eşkere jî hate pêkanîn. Di şexsê we de xwestin pêşketinên tevgera azadiyê bidin sekinandin, di şexsê we de xwestin gelê Kurd û têkoşîna gelê Kurd bidin tepisandin. Lê nezanîn ku piştî we, wê bi sedan Sara, Rojbîn û Ronahî berê xwe bidin çiyayên azad. Ne zanîn ku, bi dehan, bi sedan girtiyên azadiyê wê bibin şopdarên berxwedana te ya zindana Amedê, nezanîn ku wê roj were zarokên rojê tola te û wê hevreyên te hilînin. Ya herî girîng jî nezanîn piştî we dilê zarokên vê gelî hîn zêdetir wê ji bo tolhildanê lêde. Min wê demê soz da xwe min got; ger ku rojekê ez ji girtîgehê derbikevim ez ê tola fermandara xwe ya dil mezin û ya hevreyên wê hilînim. Ez ê li hember wan dagirkeran bibim xwedî çek û rext. Min bi bîhîstina şehadeta we soza tevlîbûnê da."

JI PÊNÛSA ŞEHÎD NÛDA KARKER

Şehîd Nûda Karker 5'ê Kanûna 2021'ê li Dersimê gihaştibû şahadetê. Şehîd Nûda jî wiha nivîsandibû li rûpelên xwe yên ji dîrokê re mayî: "Hûn wek Dersimê serhildêr, hûn şoreşgerek wekî ava Mûnzûrê tu cara serî netewandî, hûn pêşengek di nav dilê Mezopotamyayê de hilhatî, şoreşgereke ku çanda xwedawendî zindî kirî, ronahiya çavê bi milyonan, keça por xelek ya çiyayên bedew. Bi kîjan peyvan pênase bikim bedewiya we. Bi kîjan gotinan bînim ser ziman, zimanê heqîqatê? Peyv di herikandina jiyana we de, ji nû ve bi wate dibe. Dibe ku ji ber wê ye jî gotina 'Jiyana min her tim şer bû' di nava xwe de her tiştî dihewîne. Em bi we re ji Dersîmê derdikevin, em bi we re ji zindanê direvin, em bi we re dibin serkêşa dîlana azadiyê, em bi we re tên çiyayên Kurdistanê. Ji ber ku em jin in, şoreşger in û PKK'yî ne. Di cihên cuda, li bajarên cûda, demên cuda me êş kişand û bi gavên cûr be cûr me serî rakir. Di jiyaneke hevpar de me çareserî dît. Hevala Sara got; 'ziman û ola berxwedanê nîne, ziman û ola êşê jî nîne'. Ji ber wê ji bo hemû jinên cîhanê, ji bo avakirina jiyanek nû û wekhev, bi girêdanbûyînek bê dawî Rêbertî hembez kir, heta dawî bi Rêbertî re giredayî ma. Jiyana xwe ji bo me, ji bo giştî jinên cîhanê kir meşaleyek û gihîşt bê dawîbûnê.

Dem diherike û her çûyînek bi xwe re çêbûnekî nû dafirîne. Di her heyînekî de dil bi agirê têkoşînê dibe wek pola. Jiyan û têkoşîna heval Sara wek destanek bêdawî ye lewra bi her lêgerînerekê re xwe nû dike. Ew di her berbangekê de wekî hilhatina rojê ye, wekî ronahiyeke bêdawî ye. Rûçikên wê wek heyvê, baweriya wê wek rojê, şopdarên wê jî wek heqîqeta wê ne."