Du hevrê, du sekvan

Fermandara yekîneya bi tevgera Ronahî Devrîm û ruhê serhildêr ê Zapê Denîz Reş a ku çeka xwe ya sekvaniyê timî bi xwe re digerand.

Ew du gerîla ne ku dilê wan bi agirê azadiyê geş bû û wate bi çalakiyê afirandin. Li gel temenê xwe yê ciwan jî ketin bin barê şoreşê, li çiyê gihîştin hev. Di Pêngava Bazên Zagrosê û Pêngava Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de bi tevlîbûneke profesyonel bi rola fermandariya pêşeng rabûn. Di dema herî giran a şer de bi jiyan, sekn û hevrêtiya xwe, derbên herî giran li dagirkeran xistin.

DIVÊ DENÎZ Û RONAHÎ BÊNE NASKIRIN

Dîrok Denîz û Ronahî nas neke, ew nabe dîrok. Van herdu jinan bi rojan, bi şevan li qadê li dijî xwînmêjan ên ku bi dagirkeriyê dixwazin Kurdistanê talan bikin, şer kirin. Carna bi tena serê xwe bi rojan di binê tehtekî de man. Carna bi pariyek nan, carna jî bi çend lître avê ketin çeperê. Carna li binê darekê derbên giran li dagirkeran xistin. Herdu jî sekvan bûn. Ronahî hem perwerdekar hem jî fermandara Denîz ye. Hevrêyên hev bûn. Ya ku Denîz kir sekvaneke serketî Ronahî ye. Denîz hevrêyeke welê ye ku keda jê re hate dayin di demeke kurt de xiste meriyetê û hevalên nû perwerde kir. Denîz jî herî kêm bi qasî fermandara xwe Ronahî perwerdekareke xurt e. Xwe bi hunera xwepaerastina jinê û rakirina astengiyên li pêşiya parastina welatê xwe dixemilîne. Serweriya li ser qadê, berxwedana di nava şert û mercên herî giran ên qadê, serma, birçîbûnê; hemû teknîkên gerîlatiyê hînî hevrêyên xwe kir. Ronahî û Denîz bi keda xwe di demeke kurt de li nava hevrêyên xwe bûn cihê hezkirin û hurmetê. Di şer de mîsyoneke mezin hildan ser xwe. Bûn ji wan sembolên jin ku li dijî dagirkeriyê di şer de profesyonel bûn.

RONAHÎ BI TENA SERÊ XWE LI BER ARTÊŞEKÊ RABÛ

Gerîlaya YJA Starê Ronahî Devrîm li Wanê ji dayik bû. Li nava malbateke welatparêz mezin bû. Hîn di zarokatiyê de rêxistin nas kir û tevlîbûna xizmên wê ya li nava refên gerîla bandoreke mezin lê kir. Ronahî di ciwantiya xwe de tevlî nava karên ciwanên şoreşger bû. Piştre jî zext û zora li ser gelê xwe dît û ji bo bersivê bide vê zextê tevlî nava refên PKK'ê bû.

Gerîlaya YJA Starê Ronahî Devrîm her tim bi kelecaneke mezin tevlî jiyana gerîla bû, ji xwe re timî kir esas ku kedê bide hevrêyên xwe. Di her kêliya jiyanê û pêvajoya şer de xwe berpirsyar dît û ji bo xwe û hevrêyên xwe perwerde bike timî hewl da. Ji sekna jinê ti carî tawîz neda, ji bo li ser şopa Şehîd Sara bimeşe, Rêbertî xwend, hewl da fêhm bike û pê re bibe yek. Ji bo di taktîkên şer ên dema nû de xwe kûr bike li akademiyên leşkerî perwerde dît, heta ku bibe pispor xwe bi pêş ve bir. Ronahî ku xwe gihand kesayetiya milîtaniyeke serketî, di perwerdeyê de bi erka fermandariyê rabû û hevrêyên xwe perwerde kir. Ronahî di nava şer de jî fermandarî ji yekîneya bi tevger re kir, bi şervanî û wêrekiya xwe sekna gerîlayên jin ên demê bi asta herî girîng de temsîl kir. Ronahî ji hevrêyên xwe re bû fermandareke mînak û bi wêrekiya xwe pêşengî ji meşa ji xwe bawer a jinê ya li çiyê re kir.

TIMÎ QALA RONAHÎ DIKIR

Gerîlaya YJA Starê Denîz Reş jî li warê sembola berxwedana Şoreşa Rojava li Kobanê ji dayik bû. Malbata wê ya ku dilsoza dîroka xwe, Rêber Apo ji nêz ve nas kir û zarokên xwe bi çanda welatparêziyê mezin kir. Denîz bi vê kesayetiyê, parastina welatê xwe ya ji dagirkeriyê ji xwe re kir wezîfe, bi baweriya bi azadiyê û hestên kûr ji PKK'ê hez kir. Gerîlayên ku di sala 2014'an de ji bo parastina Kobanê canê xwe feda kirin gelekî bandor lê kirin. Ji bo vê mîrateyê dewam bike berê xwe da çiyê. Denîz di xeta azadiya jinê de xwe bi pêş ve bir; weke jineke leşker rol da xwe. Bi taybetî serketina gerîla ya di sekvaniyê de bandor lê kir û hewl da di vê mijarê de xwe bike pispor. Di pisporbûyîna Denîz de tevkariya herî mezin ji aliyê Ronahî ve hate kirin. Denîz ev yek ti carî ji bîr nekir û her gavê ji hevrêyên xwe re anî ziman.

Ronahî û Denîz ku ruhê demê fêhm kirin, timî meşa li ser xeta fedaî ji xwe re kirin esas. Ew di dibistanên leşkerî de gihîştin hev. Li gel temenê xwe yê ciwan jî bûn sekna bi îrade ya artêşa jinê. Di şerê sîng bi sîng de kesî nekarîbû bi wan. Ronahî di êrîşa hewayî de, Denîz jî li Zapê di êrîşên dewleta faşîst ên bi çekên kîmyewî de li gel 7 hevrêyên xwe şehîd bûn.