Kûrbûna di rêbaza şehîd Dr.Sîrwan de garantiya serketinê ye -Beşa 5

Dr. Sîrwan û hevalên wî ji bo me nemir û serberz in. Em deyndarê Dr. Sîrwan û hemû şehîdên Kurdistanê ne. Ji ber wê jî divê em yekane armanca wan a Kurdistaneke azad, xweser û demokratîk pêk were.

Şoreşa Kurdistanê ya bi pêşengiya PKK-PAJK’ê têkoşîna xwe didomîne û di qada têkoşînê de gelek destketiyên neteweyî û demokratîk bi dest xistiye. Ji taybetmendî, kesayet û jiyana wan re felsefeya têkoşînê tê gotin. Tevlî rêya şehîdan û felsefe, ruh û jiyana PKK-PAJK’ê bûne.

Dr. Sîrwan tevî ku di têkoşîna Başûrê Kurdistanê de weke pêşengekî şehîd bûye jî yek ji pêşengên şoreşa Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê PKK’ê di kongreya xwe ya şeşemîn de ew wek endamê Komîteya Navendî qebûl kir. Dr. Sîrwan çi di qada leşkerî de be, çi di qada civakî de be, çi di warê îdeolojîk de be weke ragihandin, perwerde û wêje û çi jî di warê xebatên cuda cuda de pispor bû. Di têkoşîna leşkerî de weke gerîlayekî azadiyê roleke serketî lîst. Ger astengdar nebûya, ti carî qada şer terk nedikir. Di têkoşîna civakî ya li Ewropa û Kurdistanê de pêşengiya civaka azad, xwerêveber û demokratîk kir. Di têkoşîna îdeolojîk de, hem di warê perwerdeyê de hem jî di warê ragihandinê de, pêşengiya rewşenbîrî û bîrdozî kir. Nivîs û gotarên wî, komcivîn, civîn, semîner û dewreyên perwerdeyê ku wî bi xwe birêve biriye vê rastiyê ispat dike. Bi gotineke din, me tiştekî zêde ji bo şehîd Dr. Sîrwan negotiye, lê dîsa jî gelek aliyên ku kêm mane û dive li ser bên rawestandin û lêkolînkirin hene.

Dr. Sîrwan çawa di xebatên giştî de xwedî roleke berbiçav û fedakar bû bi heman rengî di xebatên xeta azadiya jinê de jî bi taybetmendiyên xwe karîbû baweriyeke mezin ava bike. Ji ber vê yekê bi dehan hevalên jin bi rêya heval Doktor beşdarî şoreşê bûn, di heman demê de hevalên jin her tim heval Doktor weke hêzek li pişt xwe didîtin. Bi gotineke din, heval Dr. Sîrwan heta radeyeke mezin xwediyê taybetmendiyên mêranî nebû û weke mirovekî şoreşger amade bû ku zilamtiya klasîk û kevneperest di kesayeta xwe de bikuje. Ji ber wê jî ger em lê binêrin hemû hevalên jin dixwestin biçin cihê ku heval Dr. Sîrwan kar dikir. Mirovê kedkar, têkoşer û fedakar helbet wê li dijî kevneperestî û pergala desthilatdariya baviksalarî di nava têkoşîneke bêhempa de be. Ji bo li Kurdistanê şoreşa azadiyê bi encam bibe, divê kesayeta mêranî ya kevneperestên paşverû were binaxkirin. Ji bo vê jî Rêber Apo dibêje; “şoreşa Başûr şoreşa jinê ye, yanî şoreşa azadiyê ye.” Ji ber ku bêyî azadiya jinê ne pêkan e ku şoreş bigihêje encamê.

Li Başûr dagirkerî ji holê rabûye û desthilatdariya herêmê heye, lê ji aliyekî ve ne demokratîk e, ji aliyê din ve ne xwediyê prensîbên azadiyê ye. Piştî sala 1991’ê Başûrê Kurdistanê bû goristana jinan. Hê jî qanûna rewşa kesane nehatiye guhertin, zilamekî kevneperest hîn dikare bi çar jinan re bizewice û serok pîrozbahiyê lê dike!!! Lewma her têkoşerekî mêr ger di riya şehîd Dr. Sîrwan yanî di riya azadiya jinê de kûr bibe, bêguman wê şoreşa Başûr ku şoreşa jinê ye bi ser bikeve.

Bi taybetî piştî sala 2003’an mijarên ku bûne rojeva Başurê Kurdistanê gendelî, sazîbûn û rola hikumet û parlementê û her wiha vekişîna destê partiyan ku di nav saziyan de ne. Di sala 1994’an de heval Dr. Sîrwan di çend gotaran de bi zelalî balkişand ser vê yekê, lewra di wê axaftina xwe de dibêje, “divê peywendî di xizmeta ezmûna federal de be, ne ku ezmûn bibe qurbaniya têkiliyan.” Piştî desthilatdariya 30 salî, heta niha jî desthilatdarên Herêma Kurdistanê nikarin ji bo berjewendiyên herêmê weke heval Dr. Sîrwan lê mêze bikin û çareserî peyda bikin. Niha yên ku di desthilatdariya heremê de cih digire li pey xwe dewlemendkirin, dewlemendiyên welat kom kirin û domandina hêza xwe ya nedemokratîk û gendelî ye. Têkiliyên desthilatdarên Herêma Kurdistanê hîna jî ne li ser esasê neteweya Kurd in û lihevkirinên wan di odeyên tarî de tên kirin û serwet, petrol û gaza welat diçe bankayên dagirker ên Tirk. Lewma niha ya ku li ser Herêma Kurdistanê biryarê dide dewleta Tirk e, ne Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Hikumet bûye lîstokek ji bo meramên neyînî yên PDK’ê û parlement weke kartonekê lê hatiye kirin.

Hemû hewl, têkoşîn û westandina heval Dr. Sîrwan ji bo wê bû ku ew destkeftiyên Başur bibin destkeftiyên niştîman û xizmeta hemû netewa Kurd bike. Heta bi vê derfetê hemû Kurdistan dikarîbû ber bi azadiyê ve biçe. Berovajî vê yekê rayedarên hûkûmeta Herêma Kurdistanê bi taybet PDK’ê plana kuştin û tûnekirina Dr. Sîrwan dabû. Wê demê rastiya vê desthilatdariyê baştir tê fêmkirin ku ev 30 sal in bi heman rengî difikire. Hê jî difikirin ku ew ê çawa bikaribin zêdetir bikevin xizmeta dagirkerin û di hembêza wan de şev bikin roj.

Lewma jî rêbaza şehîd Dr. Sîrwan bêyî ku hîç gumanek li xwe bigre li ser bingeha netewa demokratîk e, di heman demê de parastin, firehkirin û sazîkirina destkeftiyan e. Li aliyê din divê destên partî, gendel û talankeran jî, ji rêveberî û parlamentoyê bê rakirin. Di heman demê de bêyî ku heval Dr. Sîrwan û hevalên wî yên wê demê û niha jî çavê wan li sermayeya gel nîne, dewlemendiya gel ya bin erdê û ya li ser erdê dixe xizmeta civakê, şev û roj dixebitin û xwe feda dikin da ku derfet û dahata civakê zêde bikin. Di şerê Zap, Avaşîn, Matîna, Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de em fedakariya wan hîna jî dibînin. Yanî felsefeya Rêber Apo ya ku dibêje; “min bîr bi derzî kolandiye", hîn jî heval û şopdarên rêya Rêber Apo, dîsa bi êş û westiyaneke bê westan, kolandina bîrê didomînin, ango bêyî ku bizanibin westandin çiye ji vî gelî re xizmet dikin û xwedî riştin û şev u roj xebata xwe berdewam dikin. 

Li dawî de ez dibêjim Dr. Sîrwan û hevalên wî ji bo me nemir û serberz in. Em deyndarê Dr. Sîrwan û hemû şehîdên Kurdistanê ne. Ji ber wê jî divê em yekane armanca wan a Kurdistaneke azad, xweser û demokratîk pêk were.

BI DAWÎ BÛ