'Wê, bi rêya têkoşîna herî dijwar xwe kir hevrêya Sarayê'

Di jiyana gerîla de wateya kêliyekê ev çend mezin e. Lê dema ku dîrok û kêlî hevdu biafirînin bi xwe re heqîqeteke yekparebûyî ava dike. Sara Tolhildan jî, bû mînaka vê heqîqetê.

Di jiyana gerîla de bîranînên hevaltiyê yek ji hêmana herî bingehîn ya meşa têkoşînê ye. Ji lewre di jiyan, têkoşîn û meşa her gerîlayekê/î de bîranîn, dibin kêliyên ebedî. Bîranînên gerîla carina di dîtinekê de, carina di wênekişandinê de, carina di rojnivîsekê de û carina jî di çepereke şer de tên jiyîn. Lê her bîranîn hestên xwe diafirîne. Her bîranîn şopên xwe xêz dike. Her bîranîn dibe çîrokek, destanek û jiyaneke bênavber. 

Vê carê di nava gera wêneyan de çavê min li wêneyekî ket. Min bi dîtina wê wêneyê re berê xwe da wan rojan, wan kêlî û seatan. Di Cotmeha sala 2010’an de ez bi heval Sara (Sakîne Cansız) re ber bi çiyayê Garê ve ketim ser rêya meşa dîrokî. Min di her rawestgeheke gerîla de wêneyên hevrê Sara yên bi hevalan re kişandin. Ew rêwîtiyek wisa bû ku te de gelek bîranînan hebû. Ew rêwîtiyeke herî bi wate bû di jiyana min de. Di wê demê li gel ku qet tecrubeya min ya wênekişandinê tunebû. Lê wisa ji dilê min dihat ku ez her kêliya heval Sara di wan wêneyan de bikim kêliyên ebedî. Her gerîla dema li gel heval Sara wêne dikişand bi hestên ‘ez jî dibim parçeyekî ji dîrokê’ dijiya û dixwest wê kêliyê ebedî bike. Hîna jî wekî îro, weke vê kêliya niha ew roj û kêlî di bîr, hiş û hestên min de zindî ne. 

Di wê rawestgehê de hevrê Sara Tolhildan jî di civîneke ku heval Sara çêkiribû de amade bû. Di wê demê de hevrê Sara Tolhildan, hîna şervana salekê bû. Di yekîneya xweser de li qada ku girêdayî çiyayê Garê herêma Çiravê bû. Li Garê yekîneya destpêkê heval Sara civîn lê çêkir, ew yekîne bû. Her hevala/ê ku di civînê de amade bû bi dîtina heval Sara hem pir bandor bibûn û hem jî gelekî kêfxweş bûn. Heval Sara Tolhildan jî yek ji wan hevalan bû. Di wan kêliyan de hestên wan nediaxivîn lê kelecana di çavê wan de bi her awayî hestên wan dîl girtibû. Ji ber ku hemû hevalên di yekîneyê de cara yekem bû heval Sara didîtin. Her hevalek ewqas bandor bibû, nedixwest ew roj bi dawî bibe. Wekî ku her yek ji wan bêje; tenê rojek ango çend seat kêm in, di navberan de li dora heval Sara kom dibûn û xelek ava dikirin, dixwestin bi ser evîna ku Sarayê di dilê wan de çandiye de biçin. Dixwestin bi awayekî, wê rojê di dil û mêjiyê xwe de ebedî bikin. Min jî bi wênekişandinê xwest ez sira di dilê wan hevalan de veşartiye, bikim yek ji wan bîranînên hevalan yên bi heval Sara re jiyane. Her wêneyekî wê demê, her hevalekê/î di wan wêneyan de bûn parçeyekî ji evîna Sarayê, bûn parçeyek ji têkoşîn, şer û berxwedana Sarayê ya di dem, pêvajo û salên cuda de. 

Çalakvana serdemê Sara Tolhildan, piştî heval Sara dibîne, gelekî pê bandor dibe. Dema ku tevlî nav Hêzên Taybet dibe navê heval Sara li xwe dike. Li ser xeta Sarayê kesayeta xwe ava dike. Di jiyana xwe de gelek caran behsa kêliyên xwe yên dîtina heval Sara dike. Min piştî bi salan li du cihên cuda heval Sara Tolhildan dît. Ew kêliyên dîtina heval Sara çiqas li ser kesayeta wê bandorên mezin dabûn ava kirin kêm be jî ez bûme şahidê wê. Sara Tolhildan weke navê xwe jiyan kir û têkoşiya. Heval Sara Tolhildan li gel hevrêya xwe Rûken Zelal di salvegera 10’emîn ya komkujiya Parîsê de wekî Sarayê fikr û çalakiya xwe kir yek û li hemberî dijminê ku ji bo hevrê û gelê wê kuştin û komkujiyan rewa dibîne, çalakiya fedaî li dar xist. Hevrê Sara Tolhildan, bi çalakiya xwe di dil û mêjiyê jinên Kurd û gelê Kurd yê bi ruhê Sarayê li ber xwe dide, navê xwe bi tîpên zêrîn nivîsand. Wê xwe ji têkoşîna bi kok ya Sarayê ava kir. Wê bi rêya têkoşîna herî dijwar re xwe kir hevrêya Sarayê. 

Di jiyana gerîla de wateya kêliyeke ev çend mezin e. Lê dema ku dîrok û kêlî hevdu biafirînin bi xwe re heqîqeteke yekparebûyî ava dike. Sara Tolhildan jî, bû mînaka vê heqîqetê. Bi vê rengî wê ew roja dîtina şoreşger û jina serhildêr Sarayê, ji bo têkoşîna Sara Tolhildan, bibûya mifteya lêgerîna sekna pêşengiyê. Wê ew roj, ji bo Sarayê bibûya destpêka hemû xweşikahiyên di çiya de veşartî ne. Wê ew roj, ji Sarayê re bibûya eşqa mezin a ji welatê ku jê hatibû mehrûmkirin. Wê ew roj, ji bo Saraya bişkiviye bibûya bîra tolhildanê ya ji celadên ku dest dane Saraya Kurdan. Heqîqeta Sara (Sakîne Cansiz) di rastiya jina Kurd de wisa xwe diwelidîne. Wisa xwe diafirîne û dide afirandin.