'Bê Şerê Gel ê Şoreşgerî ne nasname û ne jî azadî pêkan bû'

Ocalan Şerê Gel ê Şoreşgerî weke mercê esasî yê hebûna nasname û azadiyê dibîne û dibêje, "Eger Şerê Gel ê Şoreşgerî nebûna mirov nikaribû behsa azadî û nasnameyê bike. Kurdistan erd û welatek bû ku berê hatibû fetihkirin."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pêvajoya destpêkirina têkoşînê û qonaxên dijwar ên tê re derbas bûyî, girîngiyek pir mezin daye Şerê Gel ê Şoreşgeriyê û encamên ku bên bidestxistin. 

TECRÛBEYA PKK’Ê YA ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ Û ENCAMÊN WÊ

Ocalan têkildarî zor û zehmetiyên gava ji Enqereyê hate avêtin, nirxandineke wiha kiribû: “Dema ez behsa zor û zehmetiyê dikim, mebesta min hêza çor û qebe nîne, ji ber xweseriya faşîzmê, çiqasî ketina wir zehmet bû, derketina ji wir jî ewqasî zehmet bû. Ka bi kîjan ruh û çandê gav hatibûn avêtin, ev gelekî girîng bû. PKK ya salên 1970’î ya Kurdistan û Tirkiyeyê îdeolojîk bû. Îdeolojiya dewletparêz a netewe ya sosyalîzma pêkhatî qebûl kiribû. PKK ya îdeolojîk, tevî hêmanên xwe yên ne zelal ên îdeolojîk, ji bo jiyaneke azad têra xwe hêvî bi mirovan re çêdikir. Eger me şer li ber çavan negirtibûya me ti azadî bi dest nedixist, bihêlin jiyaneke azad, me nikarîbû em nasnameya xwe jî bi dest bixin. Di encamê de her çiqasî bi rîsk bûya jî me weke nav nasnameya Kurd bi dest xistibû. Lewma em ketin nava şerê azadiyê yê nasnameyê. Hebûn û nasnameya wî bi xwe tê înkarkirin û li ser parçeyên wî yên mayî jî pêvajoyeke dijwar a îmhakirinê tê meşandin. Di rewşeke bi vî rengî de hebûn û azadî dibin du têgînên ketine zikhev. Yek bêyî ya din pêk nayê. Eger tu azadiyê dixwazî divê tu bibî xwedî hebûn; eger tu hebûnê dixwazî divê tu di warê azadbûnê de bi ser bikevî. Eşkere ye ku li dijî rêbazên sîstema îmha û înkarê, bi awayekî cuda be jî têkoşîna bi rêbaz û amûrên bandora wan bişikîne ji bo bi hev re bidestxistina hebûn, nasname û azadiyê şert e.”

ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ NEBÛNA NE AZADÎ Û NE JÎ NASNAME DIBÛ

Rêberê Gelê Kurd qala destpêkirina Şerê Gel ê Şoreşgerî û neçariya wê kir û ev nirxandin kiribû: “Me ji pêdiviya bi şerê gel ê şoreşgerî guman nedikir. Pêvajoyeke bi vî rengî pêk nehata, mirov nekarîbû behsa nasnameyê bike, ne jî karîbû behsa azadiyê bike. Kurdistan parçeyekî erdê yan jî welatek bû ku ji berê ve hatibû fetihkirin. Ha di rewşeke bi vî rengî de, eger tu bibî xwedî îdeayeke herî piçûk, bi tenê tu dikarî xwe bi rêbazên zorê biparêzî. PKK bi awayekî neçar mabû xwe weke hêzeke mîlîs bi rêxistin bike. Di rewşeke berevajî de nikarîbû rojekê li ser piyan bimaya. Bimaya jî ti cudahiya wê ji hêzên din nedima û wê tesfiye bibûya. Di şerê gel ê klasîk de taktîkên gerîlla yên ji rêzê bivênevê ev artêş wê neçar bikirana. Bûyerên pêşî qewimîn ev yek piştrast kirin. Ji bo bipêşxistina şerê gel hem di warê danîna têkiliyên stratejîk de, hem jî nexasim di warê peydakirina destekên taktîk ji bo lojîstîk û perwerdeyê de şert û merc têra xwe li cih bûn.

ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ Û ÎTTÎFAQ

Bêguman gelek kom û kesên egîd ên ji rêûresma gelê Tirk tên û xwe weke çepgir bi nav dikin di nava têkoşîna azadiyê û nasnameya enternasyonalîst a PKK’ê de û li cem wê cih girtine. Bi PKK’ê re hev girtine û bûne yek. Di serî de Kemal Pîr û Hakî Karer, gelek heval û hevriyên me yên jin û mêr ên bi koka xwe Tirk weke kadroyên herî hêja yên PKK’ê heta bigihîjin şehadetê li refên pêş ên têkoşînê cih girtin û şer kirin. Di nava refên PKK’ê de hînê jî gelek heval û hevriyên me yên wisa hene. Ne bi tenê di navbera Kurd û Tirkan, hêzên sosyalîst û demokratîk de, ji bo di navbera tevahiya hêzên gel ên civakî de dostaniyên manedar bi pêş bikevin û hevgirtin pêk bên, beriya her tiştî pêdivî bi bîreweriyeke rast a dîrokî û civakî heye.

ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ RÊ LI BER NETEWEYA DEMOKRATÎK VEKIR

Tecrûbeya şerê gel ê şoreşgerî ku PKK’ê jê re pêşengî kir, yek ji encamên wê yên girîng ew e, rê li ber rastiya neteweya demokratîk vekir. Me şer bi hêzên gel dimeşand. Çi feodal û çi jî bûrjûwa di navbera me û tebeqeya jor de sînorek hebû. Gavavêtin û çûyîna me ber bi aliyê neteweyî ve têgîna şerê gel bêhukim nedikir. Li şûna netewetiya bûrjûwayê hêdî hêdî têgîneke mîna netewetiya gel pêk dihat. Kategoriya neteweya demokratîk hem ji aliyê çînî ve hem jî ji aliyê çareseriya pirsgirêka neteweyî ve kir modeleke alternatîf. Neteweya demokratîk kir hêmana herî girîng a modernîteya demokratîk. 

Sînorên di navbera Kurdên çar parçeyan de bi pêkhatina neteweya demokratîk bêkêr bûn. Sînor ji bo dewletên netewe her tişt in, lê ji bo neteweya demokratîk ketin rewşa ne tiştekî. Neteweya demokratîk di zêhnê gel de weke şoreşa herî girîng a bîreweriyê hat hûnandin, xweseriya demokratîk jî weke şoreşa herî girîng a bi gewdebûnê li her parçeyî hat avakirin.

LI CEM KURDAN ŞERÊ ŞOREŞGERÎ Û AFIRANDINA MÎLÎTANAN

Tevî vê jî me ji xwe re jiyan û berxwedan kir bingeh. Tevî ku Kurdistana Iraqê li ser pişta me statuya federe bi dest xist, şerê wan ê li dijî hêzên me yên li wê qadê nikarîbû me tesfiye bike. Berevajî em li tevahiya Başûrê Kurdistanê belav bûn. Artêşa Tirk ji aliyê stratejîk ve pêşî li serketina leşkerî girtibû, lê ji ber ku pêşî li Kurdistana Federe vekir derbeke stratejîk xwaribû. PKK’ê tevî ku serketina eskerî ya stratejîk a hatibû ber wê ji dest wê çûbû jî di warê eskerî û siyasî de hêza xwe bi giranî parastibû. Di qada navneteweyî de hatibû naskirin û li gelek welatan wisa bi cih bûbû careke din wê jê derneketa. Li Kurdistana Îran, Iraq û Sûriyê rola partiya pêşeng bi dest xistibû. Desteka piraniya zêde ya Kurdên li Ewropayê girt û li gelek welatên Balkan, Qafkasya û Asya Navîn gihişt statuya ku nûneriyan saz bike. Tevî ku li serketina leşkerî ya PKK’ê pêşî hatibû girtin jî ev nedihat wê maneyê pêşketin û serketina wê bi dawî dibe, berevajî nikarîbûn pêşiyê lê bigirin ku bibe xwediyê wê jêhatîbûna tecrûbeya her kêlî karibe xwe li pêngavên mezintir rakişîne û hêza vê yekê ya potansiyel bi dest bixe.”