Em naspêrin axê, dispêrin dilê xwe

Çîroka Evînê çîroka jiyana azad a li Kurdistana azad hatî avakirine. Evîn dibe av û ber bi gelê xwe ve diherike.

Dîsa qetlîam, dîsa komplo û dîsa şehadet…

Her çûyînek qutbûnek a parçeyê ji dilê me ye. Ji canê me û xwîna me, diçe. Yên diçin her tim, dilekê ji me re dihêlin û diçin… Xeyal, hêvî û xerîbiyên xwe ji me re emanet dihêlin. Em jî lewma weke ku Rêbertiya me anî ziman “Em şehîdên xwe naspêrin axê, em şehîdên xwe car din dispêrin dilê xwe.” Lewma “Şehîd” rastiya jiyana me ne, şehîd pêşengên me ne.

Her dilê ku diçe, emanetek ji me re ye. Yên paşde mayîn, emanetê yên hêviyê didin jiyîn in. Yên paşde dimînin her tim bi hikûmin ku hêvî, xerîbî û hezkirinê mezin bikin. Weke hevrêyên wan ên bi giraniya vê paşde mayîne hêrsa me ji dijmin re mezin e, hêrsa me di rastiyê li hemberî bêmafî û komployên ku li zarokên gelê Kurd ên qedîm tê kirin e. Dibe ku ji vê yekê be ku hestên me dibe lehî û diherike her çar aliyên cîhanê, mîna li kolanên Parîsê. Serhildan, hêrs û qêrîna bi hezaran li dijî vê bêmafiyê ye.

Em îro di hêrsa windakirina hevrêya xwe Evînê de ne ku hêvî û hezkirinên mezin spart jiyana xwe ya şoreşgerî ya 33 salan. Ev eş û serhildana me, ji ber xerîbiya me ya ji wan mirovên re bedew e. Ji hevrêyên me re yên ku herî zêde heq dikin ku bijîn… Hest te dibin hevrêyên ked û heviyê. Çûyîn her tim zor xw û bi êşin.

Roj û şev, xerîbî û ji hev qut bûn, heskirin û nefret, zextê li me dikin…

Sorun ne ew e ku em çiqas bijîn, em çawa dijîn e. Lehengên gelê me, her tim li her derê ji bo têkoşîna gel û azadiyê li ber xwe dane. Sara, Rojbîn, Leyla û Evîn. Ev jin sembola berxwedan û azadiyê û neviyên xwedawendan e.

Tiştê em bikin jî nivîsandina destanên wan ên azadiyê ye. Zor e. Pênûs nanivîse. Em çiqas jî bi hestiyar bibin, tim tirsa ku wê mirov nekare behsa wan qehremanên bihêz bike dikeve dilê mirov. Wate ji bêjeyan diçe. Wateya gotinan namîne li ber şehadetê. Qala qehremanan kirin, bi qasê behskirina jinên azad ên têkoşîna azadiyê zor e. Çawa ku roj hiltê û diçe ava, berxwedana jinan jî her wisa ye. Divê bi kûrahî behsa qehremanên egîd bê kirin. Divê mirov emanet biparêze û bibe bersiva rast ji bo emanetan.

Erê; îro dîsa li rûpelê mirovahiyê yê dîrokê çîrok û destaneke nû tê nivîsandin. Ev, dîroka têkoşîn û berxwedanê ya bi 33 salan e. Ev çîroka hevrê Evîn a jina azad e ku li Parîsê bi hovîtî hat qetilkirin. Rûbarên her gur diherikin, çiravên sînornenas, bêyî naskirina tu tengasiyê dibin av û diherikin dilê gelê Evînê…

Her çûyîn zor û bi êş e. Lê ev çûyîn, çûyînên herî mezin in ku pê xwedî li rûmeta mirovahiyê tê derketin.

Evîn, di demên giringtirîn ên têkoşîna tevgera azadiya jinên Kurd de tevlî bû. Hezkiriya welatê xwe û jinan bû, dizanî ku jin nav û reha jiyanê ne û tevlî bû. Jinhezî û fikira wê ya jinane, bi bîrdoziya xelasiya jinan, karî bibe şagirteke esasî ya Rêber Apo. Bi vê dîtinê, xwe li gera li azadiyê hûr kir. Bişirîna wê ya zarokane û parkirinên xwe, 33 salan jiyaneke bi şoreşgerî jiya.

Evîn, pêşenga tevgera azadiyê bû. Pêşengek wisa bû ku hezkiriya welêt, Rêbertî, gel û jinan bû. Bi vî awayî di dilê gelê xwe û hevrêyên xwe de bû xwediya cihê herî watedar.

Hevrê Evîn, Ji bo berxwedana hemû jinan, bi sekin û têkoşîna xwe ya azadiyê bi rê ve bibe, karî ku her kêliyê xwe ava bike… Û bi dirşmeya ‘’Jin, jiyan, azadî’’ ya bêjeya bi sêhr a ku navê jiyanê yê rastîn e, lê bû xwedî.

Bi soz û biryar û îdiaya ku em ê ji berê bêhtir li mîrateya jiyana rûmetyar, hêvî û xeyalên hemû şehîdên xwe bibin xwedî, em dibêjin ku hesreta wan a me ye.