Li dijî desthilata Îranê pêkhateyên Kurd, Fars, Azerî, Belûc û Ereb ev 20 sale têdikoşe. Cara yekem di Tîrmeha 1999'an Îran bû şahidê tevgerek protestoyî. Pêşengên wê jî xwendekar bûn. Zilm û tundî nema qebûl kirin, li Tehranê ev hêrsa wan teqiya û 8 meh dewleta Îranê rojnameyeke rojane ya nêzî reformxwaz li Mihemed Xatemî qedexe kir.
Hezîran 2009’an jî serketina muxafazakar Mehmûd Ehmedînejad ji bo cara duyemîn bû sedema nerazîbûnê. Wê demê alîgirên dijberê wî, Mîr Husên Mûsewî û Mehdî Kerubî sextekarî red kirin û li Tehranê xwepêşandan li dar xistin. Weke cara berê li vir jî polîsên Îranê dest lê werdan. Dewleta Îranê, 112 kes kuştin, bi hezaran girtin û cezayên tund li siyasetmedar û rewşenbîrên muxalif birîn.
Kanûna 2017'an jî gelê Îranê li hemberî rewşa aborî ya xerab serî hilda û desthilat bi gendiliyê tawanbar kir. Gel êrişî navendên polîsan kir û wan jî hejmarek ji welatiyan kuştin.
Sala 2019'an bala dinyayê çû ser Îranê. Wê çaxê, 200 hezar kesî bi hev re dengê li dijî desthildatê bilind kirin û weke mezintirîn xwepêşandan li dijî dewletê ji beriya 40 salî ve hat binavkirin. Sedema vê hêrsê jî, bilindbûna nirxê sotemeniyê û rewşa aborî bi giştî bû.
Di vê demê de jî gel li qada ne û di nava xwe pêşandanan de ne, lê vê carê mijar ne gendelî yan jî aborî ye, xwepêşandanên ku em vê carê behs bikin çirûska serhildana niha li Îranê jina Kurd "Jîna Emînî" ye. 14'ê Îlona îsal polîsên Îranê ji ber biryarên hişk ên desthilatê Jîna Emînî ya ji bajarê Seqiz kuşt. Di demeke kin de ev hêrs û kîna gel veguherî serhildana herî mezin li Îran û Rojhilatê Kurdistanê.
Dirûşma vê serhildanê jî 'Jin, Jiyan, Azadî' ye. Ev dirûşm wisa xweber nehate gotin. Xwediyê vê dirûşmê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Nîşan dide ku jin bingeha azadî û jiyanê ye. Vê yekê weke felsefeyekê dinirxîne û ev felsefe di sedsala 20’an de, ji civaka neolîtîk û şoreşa çandiniyê heta dîroka nûjen, rewşa jinê di her warî de lêkolîn û analîz kir, jin weke jiyan û azadî nirxand. Ev nirxandin êdî bûye paşxaneya tevgereke cîhanî û jin li her derê bi vê dirûşmê li ber pergalên serdest radibin.
Ev peyva ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye gotin bi salane bûye çirûska hêviya hemû jinan. Pir jinên leheng ên weke Zîlan, Bêrîtan, Sara, Besê û bi hezaran jinên ku îro li çiyayên Kurdistanê di çeperên herî pêş de li ber xwe didin, xwe gihandine vê hevokê. Jinên weke Sara Tolhildan û Rûken Zîlan bi ronahiya dilê xwe ev dirûşm gihandin lutkeya herî bilind.
Dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' niha jî dema tê gotin jina Kurd a ku li Rojhilatê Kurdistanê ya ku ji ber ku porê wê xuya dikir ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hate qetilkirin tê bîra me.
Jîna Emînî jina Kurd a ku biskên wê erd û ezman hejand û gelê ku di xewê de bû şiyar kir, bi qîrîna 'Jin, Jiyan, Azadî' bi vê dirûşmê bû kabûsên pergala desthilatdar a Îranê. Jîna bi biskên porê xwe bû sembola ala têkoşîn û azadiya hemû jinên cîhanê.
Îro li her çar parçeyên Kurdistanê û ji derveyî welat xwedî li Jîna emînî derdikevin. Bûye 2 meh ku xwepêşandanên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengtiya jinan destpê kir dewam dikin.
Îro dewleta Îranê ji bo ku pêşî li van xwepêşandanan bigre û çavê gel bitirsîne bi hezaran kes girtin û zêdeyî 300 kes kuştin û bi hezaran kes jî bîrandar bûn.
Beriya niha jî li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi dehan xwepêşandan hatin lidarxistin û hemû jî zêde dewam nekir. Bi şêweyên cuda cuda bi dawî bûn. Ya ku em dikarin bêjin ev xwepêşandan dirêj kir û mohra xwe li dîrokê xist.
Îro zarok, jin, ciwan, kal û pîr weke ku pêşiyên me gotî 'Ji heft heta heftî salî” gel di nava van xwepêşandanan de cihê xwe digire û bi dengekî bilind ku cîhan hejand dibêjin 'Jin, jiyan, azadî, bimre diktator'.
Bi salane ku dewleta Îranê zextê li gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê dike. Heta niha bi hezaran kes li sêdarê dane û êşkenceyên pir hovane li girtiyan dikin. Êdî gel ji bo azadiyê li qadan e û li dijî desthilata Îranê serî rakirine û dibêjin 'Êdî bes e'.