Çareseriya ‘Kurdistana azad , Rojhilata Navîn a demokratîk’

Çawa ku li ser esasê îmha û tasfiyeya Rêber Apo xwestin PKK’ê parçe bikin û ji bo berjewendiya xwe bi kar bînin, niha jî dixwazin rêveberiya PKK’ê bêbandor bikin û destkeftiyên PKK’ê yên li Bakur, Başûr û Rojava li gorî berjewendiya xwe bi kar bînin.

Beşa 4’emîn a nivîsa Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan wisa ye:

"Ji ber ku PKK’ê bi awayekî gelekî radîkal, hebûn û azadiya Kurdan ferz û geş kir, gelek guhertin û geşedan hene. Sermesele li qada Ereban jî hin guhertinên ji ber vê têkoşînê hene. Rêveberiya Başûrê Kurdistanê li ser esasê ‘Operasyona Çekîç Guç’ a ku DYE di sala 1991’an de kir, pêk hat. Aliyekî vê jî ev bû ku hêzên Saddam nikaribin derbasî bakurê paralela 36’emîn bibin. Ji bo astengkirina vî tiştî neçar man li Başûrê Kurdistanê avadaniyekê çêbikin. Aliyê din jî li Bakurê Kurdistanê serhildan çêbûn û li ser esasê Şoreşa Vejînê ya Neteweyî, Tevgera Azadiya Kurdistanê bi pêşengiya PKK’ê nekeve Başûrê Kurdistanê û hêzên Başûr û Bakur nebin yek. Piştî ku PKK’ê avabûna xwe îlan kir, pergala înkar û îmhayê hate avakirin. Li gorî vê divê PKK Mêrdînê derbas neke û nekeve Botanê.

ŞER DEST PÊ KIR

Yekîtiya Sovyetan xistin nav vî karî, rol dan partiyên komunîst. Ji ber ku li Tirkiyeyê rêveberiya CHP’ê hebû û Ecevît rêveber bû. Rêxistinên Kurdan ên derveyî PKK’ê li ser navê Yekîtiya Hêza Demokratîk a Neteweyî li hev kom kirin. Piştî Çileya 1980’an berê wan dan ser PKK’ê. Li Mêrdîn, Êlih, Amed û Rihayê bi dehan kadroyên PKK’ê û sempatîzanên wê li ser bingehê qetil kirin. Digotin heke PKK têkeve Botanê û heke ax û civaka Botanê bi xeta îdeolojîk a PKK’ê re bibe yek, êdî ew ê nikaribin qirkirina Kurdan pêk bînin. Serdemeke şer a tevlihev û giran çêbû. Piştre Derbeya Leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an pêk hat.

PÊNGAVA GERÎLAYAN A DI SALA 1984’AN DE

PKK’ê piçekî xwe ji qada Lubnan û Filîstînê vekişand. Têkilî û hevsengên nû çêbûn, PKK’ê sûd ji vî tiştî stend.  Bi hêzên herêmî û dinyayê re hin têkilî danî. Ji bo têkoşîna li dijî faşîzmê li Kurdistan û Tirkiyeyê hin têkilî û tifaq ava kir. Tevî rêxistinên şoreşger ên çepgir ên Tirkiyeyê Eniya Berxwedaya Yekgirtî ya Li Dijî Faşîzmê rêxistin kir. Herî dawîn bi PDK’ê re protokoleke 9 xalî çêkir. Li ser van esasan PKK’ê biryara ku digotin divê PKK nekeve Botanê pûç kir. Bi Pêngava Gerîlayan a di 15’ê Tebaxa 1984’an de berxwedana gerîla li temamî Kurdistanê belav kir û ev tişt navenda berxwedanê û dilê Kurdistanê li Botanê kir.

Berxwedana gerîla ya li Botanê geş kir, di nava 5,6 salan de li her dera Bakurê Kurdistanê belav bû. Di serê salên 1990’î de serhildan çêbû. Şoreşa Vejîna Neteweyî çêkir. Şoreşa Azadiya Jinê da destpêkirin. Geşedana civakî ya li Bakurê Kurdistanê, hebûna wekî civakeke nû ya azad, pêvajoya vejînê ava kir û vî tiştî bandor li parçeyên din ên Kurdistanê kir. Kurdên li derveyî welat rêxistin kir. Bû rêxistina herî mezin a Kurdan. Ligel ku geşedanên li Tirkiyeyê neyînî bûn û hilweşandiya Yekîtiya Sovyetê pêk hat, berxwedana gerîla bandora li parçeyên din ên Kurdistanê kir û rê li ber derfet û êngavên mezin vedikir.

PLANA ASTENGKIRINA PKK’Ê

PKK’ê li ser esasê plansaziya hikumeta Şerê Botan-Behdînanê, li ser bingehê Botan û Behdînan avakirina Kurdistaneke azad danî pêşiya xwe. Ji bo pêşîgirtina li vê yekê, pergala înkar û îmhayê ket dewrê. Di sala 1979’an de biryara ku digotin ‘Divê PKK nekeve Botanê’ êdî pûç bû. PKK li Botanê xurt bûbû. Ew biryar di sala 1991’an de bû biryara ‘Divê PKK nekeve Başûrê Kurdistanê’. Ji bo vê jî DYE ‘Operasyona Çekîç Guç’ xist dewrê. Armanca sereke ya vê konseptê astengkirina PKK’ê bû. Gotin me  ev ji bo astengkirina Saddam kirine lê di rastiyê de ji bo ku PKK nekvve Başûrê Kurdistanê ev tişt kirin. Di heman demê de divê li Başûrê Kurdistanê hêzek ava bikirina û vê hêzê li dijî PKK’ê şer bikira.  

Li ser vî  esasî derî li Tirkiyeyê vekirin, ev tişt bi Tirkiyeyê dane qebûlkirin. Gotin heke tu dixwazî PKK’ê asteng bikî, divê tu destûrê bidî ku PDK û YNK li vir bibin rêveberî, heke tu destûra vî tiştî nedî wê PKK hemûyan desteser bikî û tu yê jî hilweşî. Li ser vî esasî rêveberiya Başûrê Kurdistanê ava kirin. Piştre wekî hikumeta meşrû biryar dan stendin gotin “PKK rêxistina terorê ye, bila ji Başûrê Kurdistanê derkeve, heke dernekave em ê wê derxînin.” Li ser wî esasî di 4’ê Cotmeha 1992’an de bi şerê li Başûrê Kurdistanê re wisa hate rojevê. Dewleta Tirk û generalên wê her dem digotin ‘Em ji bo dagirkeriyê neketin wir, rêveberiya meşrû ya wir bang li me kir got werin me ji PKK’ê biparêzin. Ji bo ku em wan ji PKK’ê rizgar bikin, em çûn wir. Li ser banga Barzaniyan ji bo ku em wan ji PKK’ê rizgar bikin em çûn wir.”

KURDAN DESTKEFTÎ BI DEST XISTIN

Pergala bi pêşengiya DYE ev tişt dît, êdî wekî berê em ê nikaribin feraset û siyaseta qirkirina li ser Kurdan bidomînin. Ji ber vê jî pêdivî bi avadaniyeke hevkar a teng heye. Bi vî awayê ew ê hêza gelê Kurd parçe bikin, xeta Têkoşîna Azadiyê ji rê derxînin û beşeke Kurdan derxînin pêşberî PKK’ê û em ê têkoşînê bikin. Ev tişt kirin heta astekê bandor jî kir. Pergala modernîteya kapîtalîst ji Kurdbûna ku hevkariya wan dike re got erê, ji Kurdbûna azad re got na. Ev tişt bû ‘Ji PKKê re na, ji PDK û YNKê re erê’. Ev tişt bi Tirkiye û Iraqê dan qebûlkirin. Li ser vî esasî nijadperestiya Ereban dan şikandin. Pergalek derket holê. Kurdan destkeftiyek stendin.

Ji bo têkbirina pergala li Iraq û Sûriyeyê, bi awayê ku ewlekariya Îsraîlê pêk bînin, ji bo ku rejîmên Iraq û Sûriyeyê bixînin, hêzeke wekî DAÎŞ’ê çêkirin û berê DAÎŞ’ê dan Mûsûl, Bexda, Reqa û Şamê. Dema ku li wir geşedaneke mezin bi dest xistin vê carê ji bo ku wê bide sekinandin neçar man xwe bispêrin Kurdan. DAÎŞ’ê vê carê êrîşî Şengal, Mexmûr û Hewlêr û Kobanê kir. Bi DAÎŞ’ê re pergala Iraq û Sûriyeyê parçe kirin. Dema ku DAÎŞ’ê êrîşî van deran kir û bi taybetî bi êrîşa li ser Kobanê re, geşedanên azadîxwaz ên bi pêşengiya PKK’ê li hemberî vî tiştî li ber xwe dan û DAÎŞ têk birin. DAÎŞ li Reqayê têk çû.

BARZANÎ HATE XISTIN

Balkan hilweşiya, Kafkasya hilweşiya. Piştî salên 90’î gelek dewlet ava bûn û ew kirin endamên Neteweyên Yekbûyî. Lê statuyeke wisa nadin Başûrê Kurdistanê. Barzanî xwest referandûmekê bike lê ew ji rêveberiyê xistin. Ew ji Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistan xistin. Gotin tu zêde mezin dibî, ziman û destê te zêde dirêj dibe û pêşiya wî birîn. Nêçîrvan Barzanî û Kûbat Talabanî du hêz in wisa ne ku tu xeteke wan tune û hesabê roja dikin. Bi tenê kar û barên rojane dikin.

Ji aliyê din divê ev tişt were dîtin erê bi ‘Operasyona Çekîç Guç’ nehiştin PKK têkeve Başûrê Kurdistanê lê gefa DAÎŞ’ê rewşeke wisa ava kir ku nekarîn pêşiya têketina Rojava bigirin. DYE û Yekîtiya Ewropayê hêzeke din nedîtin ku karibin li Rojava DAÎŞ’ê bide sekinandin. Ji ber vê mûxtaî îradeya Kurdên azad bûn û derî vekirin. Heke mecbûr nemana, wê gaveke wisa neavêtina. Tercîhek kirin, an wê qebûl bikirian ku DAÎŞ bûye hêzeke xurt an jî wê bi Hêzên Azadiyê re tifaqek çêbikirina. Neçar man a duduyan qebûl bikin û bi vê re êdî li Reqayê DAÎŞ têk çû.

Dema ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kurd çalaktir û xurt bûn û li Başûrê Kurdistanê jî referandûm pêk hat, pergal ji van tiştan tirsiya. Diyar kirin Kurd bûne xwedî hêz û xurt bûne û ev jî ne li gorî berjewendiyên me ye. Li hemberî referandûmê Kerkûk ji destê Kurdan stendin, PDK û YNK ji başûrê paralela 36’an derxistin û di 20’ê Çileya 2018’an de êrîşî Efrînê kirin. Destûr û alîkarî dan TC’yê. Ji bo ku hêza Kurdan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bişkînin, destûr dan ku TC êrîşî Efrînê bike.

PÊŞBÎNIYA RÊBER APO

Çawa ku li ser esasê îmha û tasfiyeya Rêber Apo xwestin PKK’ê parçe bikin û ji bo berjewendiya xwe bi kar bînin, niha jî dixwazin rêveberiya PKK’ê bêbandor bikin û destkeftiyên PKK’ê yên li Bakur, Başûr û Rojava li gorî berjewendiya xwe bi kar bînin. Avadaniya PKK’ê destûrê nade tiştekî wisa. Geşedanên li her çar parçeyên Kurdistanê dike yek, çareseriya siyasî ya demokratîk a Pirsgirêka Kurdan li ser esasê bingeha konfederalîzma demokratîk di çarçoveya pêşbîniya Rêber Apo de li nîveka Rojhilata Navîn, çareseriya li ser esasê ‘Rojhilata Navîn a Demokratîk û Kurdistana azad’ ferz dike. Dixwazin vê çareseriyê asteng bikin. Dixwazin PKK zêde siyaseta wan netengijîne. Ji ber vê dixwazin helwesta siyasî ya li ser yekîtî û azadiya Kurdistanê bêbandor bikin, vî tiştî têxin bin kontrola xwe û li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin."

Sibê: Di warê psîkolojîk, îdeolojîk, giyanî, rêxistinî û felsefî de çi li ser Kurdan ferz kirin? Helwesta Rêber Apo di vî warî de tê çi wateyê?

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka