Ala Sara li ba ye

Sara bi têkoşîn û sekna xwe ya serbilind bû sembolek. Bi hezkirin û ruhekî mezin ê têkoşînê bû bi hezaran Sara û ebedî bû. Bi hezaran Sara ala wê bilind dikin.

Sakîne Cansiz (Sara) ala berxwedanê ya jinê hilda û gihand stêrkan. Bû çavkaniya têkoşînê ji jinan hemûyan re. Jin ji wê hîn bûn ku çawa karibin têbikoşin, şer bikin. Rasstiya ku îdeolojiya rizgariya jinê di nava jiyanê de şênber bûye, di nava têkoşîna wê de dikare bê dîtin. Bi xwedîderketina li berpirsyariya dîrokî nîşanî jinan da ku çawa dikare li ber xwe bidin. Jiyana li gorî pîvanên ku jê bawer dike, pîvana wê ya bingehîn bû.

Manewiyat û nirxek li pey xwe hişt ku dibe sedema şer û serketineke hîn mezintir. Jineke şoreşger bû ku serê xwe timî bilind bû, wêrek û fedakar bû. Ev sekn qîrîna hebûnê bû. Ev hemû wê her tim di dilan de be, wê dîrok ji bîr neke.

Sara li her deverê şopa berxwedana jinê hişt, ji bo bibe dengê jinan, ji bo bibe têkoşîn û navê jinan li zindanê jî serî li ber faşîstan netewand. Ne tenê pêşenga jinên Kurd bû, ew bû pêşeng ji tevahiya jinên li cîhanê re. Di demekê de ku tê xwestin jin bê tunekirin û ji nedîtî ve tên, bû deng û pêşenga jinan. Gavên ku kesî newêrîbûn biavêjin, wê bi biryardarî û ji dil avêt.

Di şexsê Sara de xwestin tolê ji hemû jinên têkoşer hilînin. Sîstemê dixwest derbê li têkoşîna Sara bixe, jin a azad tune bike. Dijmin ji berxwedan û têkoşîna wê tirsiya. Berxwedana li zindana li Amedê, ruhê rêxistinî û karaktera wê ya serî li ber neheqiyê natewîne, bû tirsa dilê dijmin.

Komkujiya 9'ê Çileyê ya li Parîsê nîşaneya wê yekê bû ku çiqasî ji hêza jinê ditirsin. Lê belê Sara bi têkoşîn, sekna xwe ya serbilind bû sembol di dilê her kesî de. Sarayek bû bi hezaran Sara. Bi hezkirin û ruhê têkoşînê yê mezin, gelek Sara afirand û di vê têkoşînê de ebedî bû. Ala wê di destê bi hezaran Sarayan de ye.