PKK partiya mirovahiyê ye. Ji bo afirandina mirovatiyê, afirandina kesayetiyê pêwîst e. Yekane hêza ku dikare vê pêk bîne PKK ye. Hêza xwe ji rastî û heqîqeta xwe digire. Kesayetên hatine afirandin jî hest, hîs, hişmendî û yekparebûna fizîkî ne. Ji ber vê yekê hiş û tevgerên hevpar pêş dikevin, hest li cihekî û ji bo armanc û jiyanê rast tên cem hev. Kesayetên herî xurt ên mirovahiyê ew in ku xwe dane rêya şoreşê. Têketina rêya şoreşê tê wateya fedakariya ji bo nirxên bingehîn ên mirovayetiyê, hebûn û afirandinê.
Modernîteya kapîtalîst bi zihniyeteke mêr ku bi tevahî dijminatiya nirxên mirovahiyê ye û li ser esasê îmhayê hatiye afirandin. Ji bo tunekirina mirovahiyê, ji bo tunekirina kesan, ango bêşexsiyetkirina wan şerekî dijwar dimeşîne. Ji ber vê yekê îro reveke mezin ji mirovbûnê heye. Bi rastî, her tişt dikare li derveyî xwe pêk were. Îro mirovahî bi şerekî taybet ê pir kûr re rû bi rû ye. Ji xeynî van, du xetên ku pêş dikevin hene. Mirovahiya ku ji heqîqeta xwe, ji xwe, ji nirxandinên xwe yên nirxî direve û xwe dike tu tişt, li aliyê din xeta mirovahiyê ye ku di mirovbûnê de israr dike, ji bo vê têdikoşe û ji bo nirxên mirovahiyê têdikoşe. Mirovên ku li dijî pergala baviksalarî li ber xwe didin û ji bo afirandina xwe, civak, hemû mirovayetî û nirxên xwe têdikoşin.
Gelo em dizanin ku em di demên pir awarte re derbas dibin? Gelek bûyer-rastiyên ku li pey hev qewimîn... Destanên berxwedanê yên bêhempa û lehengên qehreman ên di dîroka berxwedana mirovahiyê de. Ew derwêşên sedsala 21’emîn in. Ew mirovên wêrek in ku dijîn û ruhê demê zindî dihêlin. Ew mirovên leheng ên ku bi baweriyên xwe siberojê ava dikin… Ew milîtanên modernîteya demokratîk, mirovên mezin ên nirxên bilind ên ku di sosyalîzmê de israr dikin. Ew mirovên ku bi felsefeya Rêbêr Apo mezin bûne û dijîn. Ji ber vê yekê ew mirovên ku dizanin mezin bijîn û şer bikin. Kesên ku felsefeya Rêber Apo ya “Israra di sosyalîzmê de israra di mirovbûnê de ye” ji xwe re esas digirin û weke çavkaniya jiyanê dibînin.
Li gel van hemûyan, yên ku giyan û kesayeta xwe difiroşin, bi îxaneta ku tevahiya jiyana wan girtiye dijîn, ji mirovatî reviyane û ji bo bibin kesên din xwe difiroşin. Bazirganî, bi gotineke din, xwe pêşkêşkirin, peydakirina bazareke guncaw ku xwe bifiroşe. Mirov tenê li ser laşê xwe bazarê nakin. Her kesê ku xwe nizane, xwe nas neke, xwe fêhm neke, ji darazên nirxan dûr ketibe û nikaribin bibin xwe, her çiqas ne bi heman rêbaz û şêwazê be jî, bi rengekî xwe bazar dikin. Kesê bê kesayet ew e ku xwe difiroşe. Di vê mijarê de Rêbertî dibêje, bi taybetî ji bo civaka ku nirxên xwe yên exlaqî winda kiriye, civaka ku xweparastinê winda kiriye. Xweparastina ku berxwedan û tekoşîna bingehîn e, ji zayîna mirovahiyê heta niha bûye şahidê berxwedanên mezin, li aliyê din jî bi saya kesayetên ku nirxên xwe yên mirovî winda kirine bûye şahidê her cure têkçûn, fesadî û bêexlaqiyê.
Di sedsala 21’emîn de berxwedan, têkoşîn, bawerî û îradeya li erdnîgariya Rojhilata Navîn bi taybetî li Mezopotamya ya ku dergûşa mirovahiyê ye, di dîroka cîhanê de nehatiye dîtin. Ji bo parastin û pêşxistina nirxên exlaqî û polîtîk ên her civakê 7 meh in 24 saetan dîroka berxwedan û têkoşînê dinivîsin. Dîroka kurdayetiya azad a rast dinivîsin. Di vê pêvajoya berxwedanê de em di bîranîna salvegerên gelek berxwedanên dîrokî de bûn şahid: Kevneşopiya berxwedanê ya PKK’ê wê li nirxên mirovahiyê xwedî derkeve û li dijî her cure êrîşan kevneşopiya xwe ya xweparastinê bidomîne.
Her çendî xeta îxanetê ji bo mayîna xwe bê navber hewl dide jî, lê rastiya Rêbertiyê ev xet bi hemû zelaliya wê ve derxistiye holê. Ev xet niha ji aliyê gelê Kurd ve mehkûmî mirinê ye. Kesên ku di hemû hucreyên xwe de îxanetê biceribînin, mirovên westiyayî û qediyane. Ji ber vê yekê jî xwe li ser kuştina kesan didin jiyîn. Armanca wan tenê ajoyên wan e. Ajoya ku jixwe ji aqil û ramanê qut bûye, rewşa herî depresyon û qels ya mirovahiyê ye.
Van rojan qetlîamên xwezayê hene, qetlîamên mirovan hene, Botan tê talankirin, jin tên qetilkirin. Hemû jî şerên sîstematîk in ku ji aliyê heman feraset û pergalê ve tên meşandin. Pergal û mejiyê mêr xwe bi xwîn û mirinê xwedî dikee. Jîna Emînî ya ku li Rojhilatê Kurdistanê ji ber ku porê wê xuya dibû bi îşkenceyê hat qetilkirin, bû kulma dawî. Feraseta mêrserwer ji bo ku desthilatdariya xwe bidomîne hewl dide ku mekanîzmaya kontrolê ya domdar zindî bihêle. Bi rastî jî jinê tu carî ev pergala mêraniyê qebûl neki.. Rêberê me dibêje, “Ji bo ku em fêm bikin civakek an neteweyek çiqasî pêşketî ye, divê em li jinên wê civak an jî neteweyê binêrin.” Ger hîna jî jin ji aliyê polîsên bêexlaq ên pergala zilamsalar ve tên qetilkirin, tacîzkirin û tecawizkirin, ev yek îfadeya herî şênber e ku ev sîstem çiqasî hilweşiyayî û qirêj e. Pergala mêraniyê bi tinekirina jina çavkaniya jiyanê ye, dixwaze xwe biafirîne. Li hemberî jinê feraseteke mêrane ya qels. Tirs tu feydeyê nade. Wê bi kesayet, civak û mirovahiya ku Rêber Apo afirandiye, feraseta mêraniyê were têkbirin.
Bi kesayetên azad ên ku Rêber Apo afirandine, wê sibe, siberoja me û jiyana me were rizgarkirin. Bi taybetî jî wê bi pêşengiya jina azad, azadî bi ser bikeve. Divê civak û mirovahî bi hişmendiyeke hevpar li xeta azadiya Rêber Apo xwedî derkeve. Divê em tevlî şoreşa jinê bibin ya ku bi Jin, Jiyan, Azadî û bi têkoşîn û bawerîyeke mezin pêş ket. Lê bêyî azadiya fîzîkî ya Rêberê me tu azadî pêk nayê. Divê em li gorî ruhê demê bijîn, têbikoşin û şer bikin.