Dewleta Îranê neçare xwe biguherîne, naxwe wê rewabûnê ji dest bide

Ji bo Îran bikare li ser linga bimîne, neçare guh bide daxwazên gelan û reforman bike. Naxwe wê rewabûna xwe ji dest bide. Şert û merc ji bo şoreşeke gelan amade ye. Gelên Îranê bi helwesta xwe bawer e û bi biryar e nesekine.

Di 13'ê Îlona 2022’an li Tehranê Polîsên bi navê 'Îrşad' ango 'Polîsên Exlaq' jina Kurd Mehsa Jîna Emînî qetil kirin. Ji bo porê Jîna Emînî ji pêş de xuya kiribû êşkecen lê hatibû kirin, paşê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Ev bûyera hovane bi rêya televizyon û medya civakî di heman rojê de belav bû. Di serî de jinên Kurd, jinên li Îranê bi por qutkirin û bi serî vekirinê helwest nîşandan. Por qutkirin û serî vekirin wek şêwazekê li tevayî welatên cîhanê belav bû. Encama hovîtiya polîsên bê exlaq, bi xwe re serhildana gelên Îranê derxist holê. Em dibînin baş û nebaş bandoreke medya civakî li ser tevayî gelan û welatan heye û heman demê sînoran nas nake. Sînorên hene bê bandor dike û bi beza bayê xwe belav dike.

Serhildana li Îranê di pêşengiya jina Kurd de bi şiara 'Jin Jiyan Azadî'  belav û mezin dibe. Em vê rabûnê bi hinek alavên dijital sînordar nanirxînin. Em vê bûyerê û serhildanên ber bi şoreşê ve diçin tenê bi bandora medya dijital û teknîkê nikarin şîrove bikin. Şert û mercên, xizmeta şoreşan dikin hene. Bi qasî ku hêzên pîlangerî û pêşengiya şoreş û serhildanan amade dikin, ewqasê jî şert û mercên hundirîn pêwîst dike. Ji ber ku civak amadekirin bi şert û mercên jiyanê ve girêdayî ye. Ne wekheviya aborî, antî demokratîkbûn, zilm, zordarî,  nasname nenaskirin, xizanî, girtin û destgîrkirin dibe ser sebebê civak ji rabûnê re amade be. Bê baweriya li hember rejîmê lêgerekê li civakê peyda dike. Rejîmên dîktator û faşîst heta hetayê nekare ti civakê bêdeng bikin û serî li wan bide tewandin. Her çendî tirs hebe jî civak ji teqînê re amade dibe. Her ku diçe yên rê ve dibin û yên tên rêvebirin ji hev dûrdikevin, civak dibe dijminê rejîmên zordest û desthilat.

Weke ku em li Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî dibînin, desthilatdariya Îranê li şûna ku guh bide daxwazê gelan, bi polîs leşker û milîsan êrişî gelan dike. Bi sedan serhildêr hatin qetilkirin û darvekirin. Zelale ku faktorên rêya şoreşê vedike yek ji wana desthilatdariyên zilmkar in. Di serî de nerazîbûn li hemberî jina Kurd pêş ket, êrişên hovane yên polîs û mîlîsa bû bersiva daxwazên gelan. Pir hêsan bû ku Îran bersiveke erênî bide van daxwazan. Lê belê weke hate dîtin koka pirsgirêkê li derve geriya, tevgerên Kurd hatin gunebarkirin û qetilkirin. Guhê xwe ji daxwazên gelan re girtin û gotin, ev Serhildan bi daxwazê Îsraîl û Amerîka pêk hatiye. Di dîrokê de hatiye dîtin ku xwîna hatiye rijandin li desthilatdaran vegeriyaye û serwer hatine hilweşandin. Şert û merc dihêle bi çirûskekê agir li tevayî navçe, bajar û welat belav bibe.

Propagandayên li ser medya jî agir gur dike, ji bo wêrekî û rabûnê alîkarekî baş e. Îranê her çendî înternet qut kir, weşanên televîzyonê da rawestandin jî nekarî hovôtiyê xwe ji çavê cîhanê veşêre.

Ji bo Îran bikare li ser linga bimîne, neçare guh bide daxwazên gelan û reforman bike. Naxwe wê rewabûna xwe ji dest bide. Ev ewqasî vekiriye, yan wê guh bide daxwaza gelan û guhertina pêk bîne yan jî ji hundir û derve bi mudaxeleya dawî lê were. Şert û merc ji bo şoreşeke gelan amade ye. Gelên Îranê bi helwesta xwe bawer e û bi biryar e nesekine. Serhildana Rojhilat û Îranê, bala hemû cîhanê dikêşe û awirên cîhanê vegeriyaye Rojhilat û Îranê.