Xeta fedayîtî û milîtantiya Apoyî hilbijart

Ew ciwanê mêrxwas Egîd Kurdistan e. Weke navê xwe mêrxwas, lehengekî Kurdistan, şoreşger û milîtanê Apoyî ye.

Dijminên gelê Kurd tim xwestiye ku gelê Kurd ji çand û kevneşopiya xwe dûr bixe. Ji bo vê xwendina zimanê dayikê ji bo zarokên Kurd bûye xeyalek û bi vê hest û xeyalê bi zimanê dijmin fêrî xwendin û nivîsînê dibûn. Mihemed Hemze yek ji van zarokan bû ku hê ji zarokatiyê ve ev xeyal ketibû dilê wî, wextê ku zanî dikare bi zimanê dayika xwe bixwîne, hestekî germ kete ser lêvên wî yên biçûk. Mixabin, xeyalên wî dirêj ne bû, piştî çend salan bi sînorkirina xwendina Kurdî ji aliyê dagirkeran ve nekarî vê xeyalê bijî. Ev bû çirûskek ku nakokiyên wî yên li dijî dagirkerî û sîstema dagirkeriyê ya li ser Kurdistan tê ferzkirin.

WÎ FIKIR Û RAMANEKE CESARET LI NAVA DILÊ XWE AVA KIR

Ev çirûsk bû gava yekem a lêkolînkirina rêya azadî û heskirina azadiyê. Bi vê lêkolînê re Tevgera Apoyî nas kir û xwe bexşand ji bo têkoşîna azadî ya gelê Kurd. Mihemed bersiva pirsên hemû nakokiyên heyî, di fikir û felsefeya Rêber Apo de dît û zêdetir xwe bi vê fikir û îdeolojiyê perwerde kir. Ev fikir û ramane hêz û cesareteke mezin li dilê wî da avakirin. Bi êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê re ku li ser gelê Kurd zêdetir bû, hest bi êş û jana gelê Kurd kir; ji bo li dijî êrîşên dijmin ên dagirker bisekine, têkoşîn bike sala 2017’an tevlî nava refên gerîla bû. Di nava têkoşînê de navê xwe kir Egîd Kurdistan. Ciwanî û bedewiya Kurdistanê li ser rûyê hevrê Egîd reng dabû, hêz û serhildêriya çiyayên Kurdistanê di dilê wî de bû cesaret û li ser rêça Fermandar Egîd têkoşîna azadiya gelê Kurd da. 

KÊLÎ BI KÊLÎ JIYANA XWE LI SER FELSEFEYA FEDAYÎ YA PKK’Ê KÛR KIR

Fikir û ramanê Apoyî kesayetiyeke b ihêz û bi wêrek bi hevrê Egîd da avakirin, her ku çû ew xembariya li nava dilê wî zêde bû, dixwest vê xembariyê veguherîne hêzeke têkoşînê ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Ji bo di vê qonaxê de ji bo siberoja gelê Kurd bibe bersivek kesayetiyeke milîtanî ya Apoyî di nava xwe de da avakirin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hemû jiyana xwe feda kir. Hevrê Egîd li ser fedayîtî û mîsogerbûna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kesayeteke mîlîtaneke PKK’ê li xwe da avakirin. PKK bi ked û fedayîtiya xwe tê nasîn. Ji bo hevrê Egîd vê kesayetiyê di xwe de bide avakirin, di asteke jor de têkoşîn kir, kêlî bi kêlî jiyana xwe li ser felsefeya fedayî ya PKK’ê kûr kir. Hevrê Egîd di vê zanabûnê de bû ku bi azadiya Rêber Apo gelê Kurd azad dibe, ji bindestî û dagirkeriyê rizgar dibin. Hemû kar û xebatê xwe li ser vê bingehê kir ji bo bibe layîqî Rêbertî û partiyê.

Li ser xeta fedayî xwe kûr kir û li ser xeta Zîlanê xwe amade kir. Daxwaza hevrê Egîd ew bû ku ji bo Rêber Apo bibe bersiv. Li ser vê bingehê tevlî hêzên taybet bû. Ji bo bibe layîqî Rêbertî, şehîdan û gelê Kurd her wiha avakirina kesayeteke fedayî û azad têkoşîn kir. Hevrê Egîd ji bo azadiya hemû mirovahiyê li ber xwe da.

Wî zanî ya ku hêz û wî mezin dike Rêbertî ye. Eger ku niha li çiyayên Kurdistanê bi azadî dijîn, bi saya Rêber Apo ye, destketî û asta ku gelê Kurd dîsa ya kesayetên şoreşger bi dest xwe ve anî bi saya ked û têkoşîna Rêber Apo mîsoger bûye. Di vê çarçoveyê de yek kêlî bê Rêber Apo nejiya. Hevrê Egîd 18’ê Nîsana 2022’an di encama êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk a dagiker şehîd dibe. Rol û fedekariya şehîdan mohra xwe li dîroka têkoşîna azadiya gelê Kurd heta heta dan. Fedekariya hevrê Egîd jî mohra xwe li vê zêde kir. Têkoşîn û fedekariya hevrê Egîd wê tim di bîra hemû mirovatiyê de be.