Di sala 2022'an de berxwedana li dijî tecrîdê mezin bû

Sala 2022'an bû saleke welê ku gelê Kurd û dostên wan, têkoşîna li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mezin kirin.

Ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di bin tecrîd û îzolasyoneke giran a dewleta Tirk de ye, sala 2022'an li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û gelek welatên cîhanê bi dehan hewldan hatin kirin, xwepêşandan û çalakiyên protestoyî yên girseyî hatin lidarxistin. Ji dehan welatî bi sedan parêzerî serî li saziyên navneteweyî yên mîna Neteweyên Yekbûyî (NY) û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) dan.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 15'ê Sibata 1999'an li paytexta Kenya Naîrobiyê bi komployeke navneteweyî hate revandin û dîl hate girtin, sala 2022'an 23 salên dîlgirtinê yên li Girava Îmraliyê li pey xwe hişt. Berxwedana gelan a ji bo azadiya wî ya fîzîkî sala 2022'an jî dewam kir û têkoşîna ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê mezin bû.

Li hemberî vê têkoşîn û berxwedana mezin û girseyî, herî dawî 25'ê Adara 2021'ê agahî jê hate girtin. Rejîma Tirk a faşîst a AKP-MHP'ê ku ji bo tecrîd û îzolasyona li ser Rêberê Gelê Kurd dewam bike çi jê hat di sala 2022'an de jî kir, di heman demê de serî li rê û rêbazeke welê da ku li cîhanê mînaka wê nîne. Bi Rejîma Êşkence û Tecrîdê ya li Îmraliyê re dewleta Tirk ji xwe hemû mafên qanûnî yên Abdullah Ocalan jê standiye. Tevî vê yekê jî bi 'cezayên dîsîplînê' ku tê wateya tecrîda di nava tecrîdê de, kiryareke li dijî mirovahiyê di sala 2022'an de dewam kir.

'CEZAYÊN DÎSÎPLÎNÊ' BI RENGEKÎ OTOMATÎK HATIN DIRÊJKIRIN'

Destpêkê di sala 2022'an de 3'ê Sibatê bi îdîaya cezayê dîsîplînê cezayê qedexeya 3 mehan a hevdîtinê li Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê hate birîn. Piştî ku dema vî cezayî qediya, parêzeran serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan û xwestin ku malbat hevdîtinê bikin. Di serlêdanê de her wiha daxwaza hinceta cezayê dîsîplînê jî bê eşkerekirin. 8'ê Hezîranê dadgeriyê bersiv da serlêdanê û bi hinceta "cezayên dîsîplînê hîn jî dewam dikin" serlêdan red kir.

Parêzeran li ser vê yekê 15'ê Hezîranê li Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Bûrsayê îtiraz kirin. Bersiva ji vê îtirazê re jî 23'ê Hezîranê hate dayin. Dadgehê diyar kir ku Serokatiya Desteya Dîsîplînê ya Îmraliyê 32'ê Gulanê cezayekî nû yê dîsîplînê ji bo 3 mehan li Abdullah Ocalan û girtiyên din birî ye û îtiraz red kir. Piştî ku cezayê qedexeya hevdîtinê ya 13'ê Nîsanê hate dayin di 18'ê Cotmehê de bi dawî bû, ev ceza bi rengekî otomatîk ji bo 6 mehên din hate dirêjkirin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê piştî 18'ê Cotmehê ji bo hevdîtinê serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan û hîn bûn ku 21'ê Cotmehê cezayekî nû yê ji bo 6 mehan ê qedexeya hevdîtinê li Abdullah Ocalan hatiye birîn.

PARÊZER: DI DEMA SERDANA CPT DE HEVDÎTIN PÊ RE NEHATE KIRIN

Di demekê de ku li Îmraliyê ev kiryara ecêb a dewleta Tirk dewam dikir, sala 2022'an bûyereke din a balkêş qewimî. Ev bûyer jî li aliyê Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) rû da ku ev saxî muxatabê navneteweyî yê êşkence û tecrîda li Îmraliyê ye. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê 29'ê Mijdarê daxuyaniyek da û diyar kir ku li gorî agahiyên gihîştine wan di serdana CPT a Îlona 2022'an de ya li Îmraliyê, Rêberê Gelê Kurd hevdîtin bi heyetê re nekiriye.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku CPT rewşeke berevajî vê yekê piştrast nekiriye. Ev daxuyanî bû sedem ku fikarên li ser jiyan û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd zêde bibin. Di serî de li welatên Ewropayê, li çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiye û welatên Rojhilata Navîn xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin.

Li qada navneteweyî bûyereke din jî li aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) qewimî. Serlêdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li dijî Yewnanistanê di rojên dawî yên Mijdarê de ji aliyê DMME'yê ve hate qebûlkirin û kete meriyetê. Di serlêdanê de hate ragihandin ku di pêvajoya komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998'an de kiryarên Yewnanistanê yên li hemberî Abdullah Ocalan li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye.

Dewleta Tirk jî di Plana Çalakiyê de ya ku têkildarî Abdullah Ocalan pêşkêşî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) kir, 'mafê hêviyê' careke din red kir. Enqereyê girtiyên li Îmraliyê ji vê mekanîzmayê bêpar in.

Li aliyê DMME, CPT û dewleta Tirk bûyerên bi vî rengî qewimîn. Li aliyê gelê Kurd, dostan, parêzvanên mafên mirovan, rewşenbîr, parêzer, zanyar û nûnerên rêxistinên civakî jî tevahiya salê daxwaza ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan mezin bû. Bûyerên ku têkildarî Îmraliyê di sala 2022'an de qewimîn wiha ne:

LI KURDISTANÊ Û CÎHANÊ XWEPÊŞANDANÊN GIRSEYÎ

NEWROZA AZADIYÊ: Tevgera Azadiyê ya Kurd Newroza 2022'an weke 'Newroza sala 50'î' pênase kir û daxwaza ji bo azadiya Abdullah Ocalan mohra xwe lê xist. Bi taybetî pîrozbahiya Newrozê ya li Amedê bû yek ji Newrozên herî girseyî û bi heybet.  Nêzî milyonek kes li gel êrîş û dorpêçiya polîsan li hev kom bûn. Di Newrozê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.

MEŞA GELÊ KURD A BER BI AMARAYÊ VE: Bi wesîleya rojbûna 73'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi Amara ve meş hate lidarxistin. Ji gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê bi hezaran kesî berê xwe da cihê jidayikbûna Ocalan, Amarayê. Li gel astengiya polîsên Tirk, girseya gel li ser rêya Xelfetiyê meşiya. Kom li ser rêya Amarayê li hev kom bûn û li ber gerandina govendê dirûşma "Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo" qîriya.

MEŞA GEMLÎKÊ YA MEZIN: 12'ê Hezîrana 2022'an ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û naskirina derfetên çareseriya demokratîk bi dirûşma 'Li dijî tecrîdê em azadiyê diparêzin' HDP, HDK, KCD, TJA, MED TUHAD-FED û DBP'ê Meşa Gemlîkê ya Mezin lidar xistin. Ji seranserê Bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê bi hezaran kes pêl bi pêl bi rê ketin. Lê belê dewleta Tirk êrîş bir ser meşavanan. Bi taybetî polîsên Tirk êrîşî girseya gel a li Kadikoy a Stenbolê kirin ku ji bo çûyîna Gemlîkê li hev kom bû.

ÇALAKIYA AZADIYÊ KETE SALA 10'AN: Nobeda Azadiyê ku ji aliyê Înîsiyatîfa 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' di 25'ê Hezîrana 2012'an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şikandina tecrîdê li bajarê Strasbourgê yê Fransayê hate destpêkirin di sala 2022'an de kete sala 10'an. Çalakiya ku havîn, zivistan bênavber dewam dike, her hefte ji aliyê çalakgerên ji bajarekî cuda yê Ewropayê ve tê meşandin. Dawiya sala 2022'an de çalakî kete hefteya 548'an.

ÇALAKIYA LI PÊŞIYA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ DI SALA 2'AN DE YE: Di çarçoveya pêngava 'Dem dema azadiyê ye' ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin, li bajarê Cenevre yê Swîsreyê çalakiya rûniştinê kete sala 2'an. Ji 25'ê Çileya 2021'ê û vir ve her Çarşemê li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî konê berxwedanê tê vedan û Kurdistanî tevî dostên xwe çalakiya rûniştinê lidar dixin.

LI  MECLÎSÊ PROTESTOYA TECRÎDÊ: 6'ê Kanûna 2022'an jî vê carê li Enqereyê, tecrîda li Îmraliyê hate şermezarkirin. Komek ji parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di dema civîna li Civata Giştî ya Meclîsê de ya li ser budçeyê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

JI KURDISTANÊ Û CÎHANÊ BANGÊN NAVA SALÊ

SEROKÊ BERÊ YÊ CPT PALMA: 10'ê Sibata 2022'an li paytexta Îtalya Romayê parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kesayetên li Îtalyayê naskirî civîneke çapemeniyê lidar xistin. Yek ji qisekeran jî Serokê berê yê CPT Mauro Palma bû. Palma anî ziman ku dema serokê CPT bû şens dî tku sê caran Abdullah Ocalan bibîne, herî dawî sala 2011'an Ocalan dît û diyar kir ku li ser Abdullah Ocalan tecrîdeke timî heye, di vê mijarê de CPT hin hewldan kir, lê belê di asta tê xwestin de başbûn nebû. Palma ragihand ku rewşa Ocalan bi rengekî cuda tê nirxandin, sîstemeke hesas lê tê ferzkirin. Palma got, "Navê vê jî total îzolasyon e."

PARÊZERÊ MANDELA: Meha Gulanê li Stenbolê konferansa "Li dijî siyaseta tecrîdê, mafê aştiyê" konferansek hate lidarxistin û parêzerê Lîderê Efrîkaya Başûr Nelson Mandela, Siraj Desai tevlî bû. Desai diyar kir ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê fîzîkî ve azad bibe. Desai ev bang kir; "Nelson Mandela bi xwe jî li gel rejîma Aparthactê piştî 20 salan ji girtîgehê hate berdan. Ji bo berdana Ocalan jî biryareke siyasî divê. Divê berdan tevkariyê li aştî û civakî bike."

MARGARET OWEN: Ji hiqûqnasên mafên mirovan ên Îngilistanê yên naskirî Margaret Owen diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nehiqûqî ye, li dijî peymanên NY, Pîvanên Mandela, PMME û biryarên DMME'yê ye. Owen bi bîr xist ku ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve agahî ji Abdullah Ocalan nayê wergirtin, serlêdanên parêzeran û malbatê têne redkirin û got, "Ocalan Rêberê Gelê Kurd e. Yek ji mirovên herî xurt ên dîroka mirovahiyê ye. Li girtîgehê jî bi nivîsên xwe helw dide pirsgirêkan çareser bike. Ji bo çareseriya şerê giran yek ji aktorên bingehîn e."

KESAYETA GIRÎNG A OXFORDÊ: Lêkolînera Zanîngeha Oxfordê û Antropola Civakî Dr. Amber Huff diyar kir ku rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê de ye binpêkirina mafên mirovan e û xwest tavilê azad bibe.

NOAM CHOMSKY: Zanyarê ziman ê Emerîkî Noam Chomsky ku di heman demê de yek ji kesayetên sereke yê Înîsiyatîfa 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' ye, xwest Ocalan tavilê bê berdan. Chomsky têkildarî tecrîdê got, "Dîlgirtina Abdullah Ocalan kiryareke li dijî mirovahiyê ye. Divê tavilê ji vê dîlgirtinê rizgar bibe. Fikrên wî bû çavkanî ji gav û destketiyên girîng ên li Rojava re. Di heman demê de ji aliyê hêzên otorîter û ne rewa yên li ser herêmê serwer, weke gefekê têne dîtin."

ELDH LI STENBOLÊ BANG KIR: 8'ê Mijdara 2022'an gelek parêzerên ji welatên cuda yên Ewropayê li Stenbolê civîneke çapemeniyê lidar xist. Yek ji wan jî Alîkarê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Parêzeran a ji bo Mafên Mirovan a Cîhanê û Demokrasî ya li Ewropayê (ELDH) Thomas Schmidt bû. Schmidt bal kişand ser nameya ku bi navê ELDH ji Wezareta Edaletê ya Tirk re ji bo rakirina tecrîdê şand û got, "Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve agahî ji Abdullah Ocalan nayê wergirtin, ji ber vê yekê fikarên me zêde dibin. Em bûyerên li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopînin û haya me ji bandora civakî û siyasî ya vê rewşê heye. Haya gelên Ewropayê ji vê tecrîdê heye."

62 REWŞENBÎRÊN JI ÎRAN Û ROJHILATÊ KURDISTANÊ: Ji Îranê û Rojhilatê Kurdistanê 62 siyasetmedar, nivîskar, hunermend û rewşenbîran nameyeke hevpar weşandin û ji bo pêkhatina aştiyê li Rojhilata Navîn diyar kirin ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê fîzîkî ve azad be. Di banga 62 kesayetan de ku 31'ê Tîrmeha 2022an hate kirin daxwaza azadiya Ocalan hate kirin û hate gotin, "Ev gav, ji bo azadî û edaleta gelên li herêmê û gelê Kurd, mafekî xwezayî yê her mirovî ye."

BELAVOKA 415 KESAYETÊN JI BAŞÛR: Li Başûrê Kurdistanê 415 hîndekar, rewşenbîr, nivîskar, hunermend, parlamenter, rojnamevan û aktîvîstan belavokek ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weşandin. Di belavokê de hate ragihandin ku Ocalan ji bo maf û azadiya gelê xwe û gelên Rojhilata Navîn têdikoşe û rêbertiyê ji tevgera azadiyê re dike.

SENDÎKAYA 175 SALÎ BANG KIR: Kampanya Azadî ji Abdullah Ocalan re ku li Îngilistanê bi pêşengiya 16 sendîkayan destpê kir, di sala 2022'an de jî dewam kir. Sendîkaya Firin, Xurek û Karê Giştî (BFAWU) ku ji sala 1847'an û vir ve karê sendîkayî dimeşîne, meha Hezîranê bi beşdariya 200 delegeyî konferansa xwe ya salane lidar xist û ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kir. Sekretera Giştî ya Sendîkayê Sarah Wooley diyar kir ku ew serbilind in ji ber ku piştgiriyeke xurt didin Kampanya Azadî ji Abdullah Ocalan re.

DU SENDÎKAYÊN MEZIN TEVLÎ KAMPANYAYÊ BÛN: Meha Nîsanê jî Sendîkaya Perwedeyê ya Neteweyî ya Brîtanyayê ragihand ku tevlî Kampanya Azadî ji Abdullah Ocalan re bûye. Piştî mehekê jî di Gulanê de vê carê Sendîkaya Social Workers Union biryar da ku tevlî heman kampanyayê bibe.

SERLÊDANÊN JI KURDISTAN, TIRKIYE Û CÎHANÊ

RÊXISTINÊN HIQÛQÊ SERÎ LI CPT DAN: Yek ji bûyerên herî girîng ên di sala 2022'an de qewimîn jî serlêdana rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî bû ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. 6'ê Nîsanê Komeleya Hiqûqnasan ji bo Demokrasiyê li Ewropayê (ELDH), Parêzer ji bo Parêzeran û AED'ê serî li CPT dan. Di serlêdanê de hate xwestin ku ji bo hevdîtin bi Ocalan re bê kirin tavilê bikeve nava liv û tevgerê.

PARÊZERAN SERÎ LI NETEWEYÊN YEKBÛYÎ DAN: Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê meha Gulanê ji bo hevdîtina bi Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş, serî li Komîteya Jêrîn a Pêşgirtina li Ceza Yan jî Kiryarên Biçûkxistinê yan jî Kiryarên li dijî Mirovahiyê, Zalimane û Êşkenceyê (SPT) a Neteweyên Yekbûyî dan. Parêzeran diyar kirin ku heta niha bersiveke erênî ji serlêdanên li Tirkiyeyê wernegirtine û diyar kirin ku muwekîlên wan di çarçoveya 'incommunicado' de têne ragirtin.

350 PARÊZERÊN JI 22 WELATAN: Ji 22 welatan 350 parêzeran ji bo serdana Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bikin, serî li Wezareta Edaletê ya Tirk dan. Serlêdan 14'ê Îlona 2022'an li Brukselê bi civîneke çapemeniyê ji raya giştî re hate ragihandin.

756 PARÊZER JI ROJHILATA NAVÎN Û BAKURÊ EFRÎKAYÊ: Di 19'ê Îlona 2022'an de 756 parêzerên ji Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê daxwaza hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kirin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî serlêdanê daxuyaniyek da û got, "Ji Fas, Fîlîstîn, Kurdistana Federe, Iraq, Lubnan, Misir, Rojava, Sûriye û Urdunê 756 hempîşeyên me serî li Wezareta Edaletê dan û daxwaza hevdîtina bi Birêz Ocalan, Yildirim, Konar û Aktaş kirin ku demeke dirêj e agahî ji wan nayê wergirtin."

SERLÊDANA 155 PARÊZERAN LI STENBOLÊ: Di 21'ê Mijdara 2022'an de 155 parêzerên ser bi Şaxê Stenbolê ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê û rakirina qedexeya hevdîtina parêzeran, şopandina serlêdanên ji bo peydakirina mafên di mewzûata navneteweyî de têne diyarkirin, serî li Baroya Stenbolê dan.

775 PARÊZER JI 29 BAROYAN: 775 parêzerên li 29 baroyan qeyidkirî li dijî qedexeya parêzeran a li Girtîgeha Îmraliyê di navbera 10 û 17'ê Hezîranê de ji bo serdana parêzeran pêk were serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdana parêzerên OHD'ê li Amedê bi civîneke çapemeniyê hate ragihandin.,

SERLÊDANA BAROYA AMEDÊ: Di rojên destpêkê yên meha Kanûnê de 105 parêzerên OHD'ê bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serî li Baroya Amedê dan. Baroya Amedê jî 14'ê Kanûnê bi hinceta ku karên pîşeyî bi astengkirina hevdîtina bi Ocalan re tê binpêkirin, serî li Wezareta Edaletê û Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê (TBB) da.

SERLÊDANA JI BAROYA ŞIRNEXÊ: Piştî Baroya Amedê ji Baroya Şirnexê jî serî li Wezareta Edaletê û Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê (TBB) hate dayin. Di vê serlêdanê de jî heman tespît hate kirin û ji Wezareta Edaletê û TBB'ê hate xwestin ku dawî li vê binpêkirinê bînin.

SERLÊDANA BAROYA RIHAYÊ: Li bajarê Rihayê jî parêzer ketin nava heman hewldanê. Parêzerên ser bi Şaxê Rihayê yê OHD'ê li dijî astengkirina hevdîtinên bi Ocalan re di 24'ê Mijdarê de serî li Baroya Rihayê dan.

HDP'Ê JI BO ZIYARETÊ SERLÊDAN KIR: Di 20'ê Cotmehê de Hevserokên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar ji bo karibin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin serî li Wezareta Edaletê dan. Bi heman armancê parlamenterên HDP'ê jî serlêdan kirin. Her wiha hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî ji bo hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd re bike serlêdan kir.