Pirsgirêka Kurdan pirsgirêkeke qirkirinê ye

Pirsgirêka Kurdan ji pergala modernîteya demokratîk, pêvajoya dîrokî ya ku ew pergal ava kiriye û ji perala desthilatdarî û dewletan a ku xwe dispêre wê, ne cihêtir e. Bi awayekî şênber pirsgirêkeke sedsalî ye.

Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê di çarçoveyeke teng de bi piranî weke parvekirin û mêtingeriya di navbera 4 dewletan de tê nîqaşkirin, lê di aliyên global û pergalî de baş nayê nîqaşkirin. Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re qal kir Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê çawa û li ser kîjan zemînê derketiye holê, çawa bûye mêtingeh, têkiliya wê çawa bi hegemonyaya kapîtalîst û pergala dewletparêz re heye. Kalkan qala pêvajoya dîrokî ya pirsgirêka Kurd, zemîna avabûna wê, nêzîkatiya pergalê ya hêzên global û modernîteya kapîtalîst û qala paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Kalkan di beşa yekemîn de zemîna pirsgirêka Kurd analîz kir.

Pirsgirêka Kurdan ji pergala modernîteya demokratîk, pêvajoya dîrokî ya ku ew pergal ava kiriye û ji perala desthilatdarî û dewletan a ku xwe dispêre wê, ne cihêtir e. Ev pirsgirêk ji aliyê van hêzan ve hatiye çêkirin. Pirsgirêka Kurd di dîrokê de her dem tunebû. Wekî ku di nava dîrokê de ev pirsgirêk her dem hebû tê fêmkirin lê têgihiştineke wisa şaş e. Pirsgirêkên di şêwazên cuda de hebûn, lê ne wekî vê pirsgirêka Kurd bû ku em a niha jê fêm dikin. Pirsgirêka Kurd di beşeke dîrokê de li ser hin nakokî, şer û lihevkirinan derketiye holê.

PIRSGIRÊKEKE SEDSALÎ

Bi awayekî herî zelal û eşkere, pirsgirêkeke sedsalî bû, beriya wê tunebû. Di esasê xwe de di dema Şerê Cîhanê yê Yekem û piştî wê de derketiye holê. Bû pêvajoyeke dîrokî bû ku di Şerê Cîhanê yê Yekem jî çêkir. Ji ber vê yekê, çawa ku pêvajoyek dîrokî ya bi vî rengî Şerê Cîhanê yê Yekem derxist holê, her weha bû sedema avabûna pirsgirêkeke wekî ya pirsgirêka kurd. Çawa ku Şerê Cîhanê yê Yekem bi pergala modernîteya kapîtalîst ve girêdayî ye û pergala modernîteya kapîtalîst modernîteya dawî ya pergala dewletparêz a desthilatdar e, pirsgirêka Kurd jî bi giştî pirsgirêkeke wisa ye ku pergala desthilatdar-dewletparêz ew derxistiye holê. Ev pirsgirêk ji aliyê desthilatdarî û pergala dewletparêz hatiye afirandin, lê ne pirsgirêkeke beriya pênc hezar sal berê ye. Pirsgirêkek wisa ye ku di pêvajoya nakokî û lihevnekirinên modernîteya dawîn a vê pergalê ku di dawiya sedsala 19’an û di destpêka sedsala 20’an de jiyaye û derketiye holê. Têkiliya wê ya bi hikumet û dewletê wisa ye. Di bingehê de têkiliya wê bi modernîteya dawîn bi modernîteya kapîtalîst heye. Pergala modernîteya kapîtalîst 500 sal in li Ewropa û cihên din pêş ketiye. Ji destpêka sedsala 19’an û heta ji nîveka sedsala 18’an ve hewl dide li Rojhilata Navîn jî belav bibe. Ji aliyê bîrdozî, felsefî, leşkerî û siyasî ve hewl dide bandorekê çêbike û wisa têkeve Rojhilata Navîn.

Em teqez nikarin tiştekî wisa bibêjin. Heke Pirsgirêka Kurd pirsgirêka pergala modernîteya kapîtalîst e, wê demê em nikarin bibêjin ku ji ber ku 500 sal in pergala modernîteya kapîtalîst heye, pirsgirêkeke 500 salî ye. Belê, bi pergala modernîteya kapîtalîst û hewldana wê ya li Rojhilata Navîn belav bibe, girêdayî ye lê pêvajoya ku derketiye holê pêvajoya Şerê Cîhanê yê yekemîn e. Di vir de divê du taybetmendiyên sereke yên Şerê Cîhanê yê Yekem werin diyarkirin. Yek; Pergala modernîteya kapîtalîst, di şexsê wê de desthilatdariya dîrokî û pergala dewletê, cara yekem dibe hêzeke cîhanî. Heta wê demê li vê dinyayê dewlet hene. Rêber Apo got, “Di bin nasname û navên cuda de gelek dewlet hene. Hatin hilweşandin û yên nû bi navên cuda hatin avakirin, lê dewlet dewlet e. Ev 5000 sal in wekî gulak berfê mezin bûye. Niha bûye wekî hûtekî ku li ser dinyayê serwer e.” Ev rastiyek e. Di nava pergala modernîteya kapîtalîst de li cîhanê gelek dewlet hene. Lê beriya Şerê Cîhanê yê Yekem li hemû cîhanê dewlet tunebûn. Vê dinyaya dewletparêz hemû cîhan negirtiye destê xwe. Li hinek deran heye, li hinek deran dewlet nîne. Em dizanin ku diyardeya bi navê dewlet, beriya zayînê di salên 4000 û 3000’an de li Sumerê dest pê kiriye. Sumer di navbera Bexda û Besrayê de di geliyê ku ji aliyê çemên Dîcle û Firatê jê derbas dibin, hatiye avakirin. Gelek bajarên wê hene. Navê bajarên wan Ûd, Ûrûk û her wekî din e. Li van bajaran pergala serdestiya rêxistinî ya nû çêdibe. Ev pergaleke çete, talan, zordestî ye ku hinek kes dixwazin her tiştî têxin destê xwe û ji bo xwe bi kar bînin.

Di nava 5-6 hezar salan de ji wir rabû û li gelek deverên cîhanê belav bû. Ji wir belavî Mezopotamyaya Jorîn bûye. Bû Babîl, bû Asûr, li du aliyan belav bû. Derbasî rojava bû, di Geliyê Nîlê de bû Misir. Ew derbasî rojhilat bû, li Zagrosê, li rojhilat jî bû Med, bi giranî jî bû Pers. Ji wir çû Egeyê bû serweriya Grek-Yewnan. Li beravên Deryaya Navîn li başûrê Ewropayê belav bû û heta Romayê çû. Serdema pêşîn wisa ava bû. Dewlet li van deran hebû, li dereke din tunebû. Ji rojhilatê Asyayê heta Çînê belav bûye. Li bakurê Afrîkayê belav bû, bû hin împaratorî û dewletên serdema navîn. Li Rojhilata Navîn bû împaratorî. Di pêvajoyeke wiha de pergala modernîteya kapîtalîst li rojavayê Ewropayê geş bû.

NAVÊ MÊTINGERIYÊ KIRIN ‘AZADIYA BAZIRGANÎ’

Erê dewlet hêza mêtingerî û zextê  bû, lê exlaqê civakî ev zagona dewletê ditepisand û hinek sînor datanî ser mêtingeriya li ser civakê. Geşbûna kapîtalîzmê ya li Ewropayê tê wateya ku astengiyên ku nahêle exlaqê civakî mêtingeriya li ser civakê qebûl dike were rakirin, pergaleke mêtingeriyê ya wisa were avakirin ku her cure mêtingerî were qebûlkirin û wekî hunerê were dîtin. Bi têgihiştin û felsefeyeke wisa re dinya hat talankirin. Ji ber ku tiştên ku bi zordarî û mêtingeriyê hatin bidestxistin, yekdest bûn, pergala dewletê ya ji mêtingeriya kapîtalîst a li Ewropayê re vekirî bû, bi sûdwergirtina ji vê rastiya ku pêşkeftina zanistî û teknîkî di warê serdestî û kûrahiyê de hişt ku zêdetir talanê bike û jixwe hemû dinya talan kir. Bi vî awayî mêtingeriyê dest pê kir. A rast mêtingerî tê wateya ku hemû dewlemendiyên dinyayê werin talankirin û bibin Ewropayê. Wan hemî dewlemendiyên ji Efrîka, Emerîka, Esyayê hilgirtin, nemaze bi sûdwergirtina ji hêza teknîka ku karibin okyanûsan derbas bikin. Navê vî tiştî kirin ‘azadiya bazirganiyê’ û navê vî tiştî kirin azadî.

DIVÊ AZADÎ RAST WERE FÊMKIRIN

Bi navê azadiyê gel xistin bin her cure zext û koletiyê. Niha tê gotin ku civak ji Esya û Efrîkayê derdikevin û pêlên koçê tên. Pêl bi pêl berê xwe didin Ewropa û Emerîkayê. Çima? Ji ber ku hemû nirxên wan deran di destpêka avabûna pergala modernîteya kapîtalîst de hatin talankirin. Hemû geşedan li wir çêbûn, newekhevbûna hêzan li wir çêbû. Ji aliyekî ve mirov ji birçînan dimînin. Vê pergalê di 500 salan de cîhanek wisa afirand. Vê yekê hevsengiya cîhanê xera kir. Ji ber vê yekê pergala dewletparêz bi sûdwergirtina ji pêşketina zanist û teknolojiyê hemû cîhan keşf kir. Pêşî, wekî talanê mêtingerî çêkir. Piştre dît vê mêtingeriya wekî talanê têr nake, xwest wan deran bi serweriyên siyasî û leşkerî desteser bike. Piştre sermaye îxrac kir û mêtingeriyeke nû ava kir. Bi vî awayî pergalên dewletê belav bûn, hemû dinya ji mêtingeriyê re vebû û hemû dinya xistin bin serweriya dewletparêz.

GLOBALBÛNA PERGALA MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST

Şerê Cîhanê yê Yekem tê wateya du tiştan. Yek; Hemû cîhan têkeve bin serweriya desthilatdarî û pergala dewletparêz û ji xeynî serweriya dewletê bihustek ax jî nemîne û di asta global de desthilatdarî û pergala dewletê  hegemonîk bibin. Yanî dewlet û pergala desthilatdar hemû cîhan girtiye destê xwe. Beriya wê li her dera dinyayê dewlet tunebû. Li gelek deverên Emerîkayê, civak xwedî jiyana xwe ya azad bûn. Pergal hene ku etnîsîte, civatên gel, eşîr û gel di civakbûna xwe de dijîn. Li Efrîka û Esyayê heye. Pergala dewletparêz ev hemû hilweşand, dewlet bi her derê û serweriya dewletê ava kir. Rêveberiyên xweser ên civakê hilweşand û ew desteser kir. Ne bi tenê ax, civak jî fetih kirin. Tenê tiştên desteser kiribû bi xwe re nebir, hemû dinya xist bin serweriya xwe. Dinya sed sal berê ket bin serweriya dewletê. Ev dinya sed sal berê ne wisa bû. Divê wisa neyê zanîn ku berê her tim wiha bû. Divê neyê gotin ku jixwe di dîrokê de li her dera dinyayê dewlet hebûn û herêmeke bêdewlet tunebû. Ne wisa ye. Dewlet li hin deverên dinyayê hebû. Li hin deran jî civak hebûn. Di nava pergala xwe ya çandî de civakên mirov hebûn ku ne dewlet bûn. Bi Şerê Cîhanê yê Yekem re ev rewş guherî. Yek ji taybetmendiya herî bingehîn a Şerê Cîhanê yê Yekemîn jî ew e ku pergala dewletparêz hemû dinya desteser kir,  ango di asta dinyayê de bû hegemonîk. Û ev di serdema modernîteya kapîtalîst de pêk tê. Lewma pergala modernîteya kapîtalîst global dibe.

BERJEWENDIYÊN ÎNGÎLTEREYÊ

Taybetmendiya duyemîn ev e; dinya di navbera hin komên yekdest û hin dewletan de tê parçekirin û parvekirin. Şer şerekî parvekirinê yê wisa ye. Şer şerê dewletê ye ku dinyayê bi dest bixe. Ev şerekî ji bo parçekirina dinyayê ya di navbera hin komên yekdest û dewletan de ye. Tifaq çêkirin. Jê re digotin ‘Îtîlafa Sê alî’. Lê navenda hêzên nakok Îngilîstan û Elmanya ye. Şerê Cîhanê yê Yekem şerê van herdu hêzan e. Li ser bingeha pêşveçûna wê ya destpêkê, dewleta Îngilîstanê heta Hindistanê girtibû destê xe. Ew bû dewleteke dinyayê ku digotin ‘Împaratoriya ku roj lê naçe ava. Elmanyayê li dijî vê yekê nerazîbûn nîşan da. Elmanyayê got ez jî dixwazim parekê ji vî tiştî bistînim. Dema para ku wê xweset nedan wê got ‘Ez ê te têk bibim û ez ê bibim hêza yekemîn’. Nakokiya ku wê kî bibe hêza herî mezin a dinyayê û wê kî herî zêde mêtingeriyê li ser dinyayê bike, Şerê Cîhanê yê Yekemîn ava kir. Elmanya li dora xwe tifaqek çêkir. Avûstûrya, Macaristan û Împaratoriya Osmanî bûn tifaq. Îngilîstanê jî bi Fransa û Rûsyayê re tifaqek çêkir. Çar salan şer kirin. Di dawiya şer de, eniya Alman têk çû. Eniya Brîtanîyayê bi ser ket. Pergala dinyayê piştî wê li gorî nêrîn, plan û berjewendiyên dewleta Îngilîstanê ava bû. Li ser vê bingehê li gorî berjewendiyên Îngilîstanê pergaleke nû ya serweriyê bi dest xist.

ŞOREŞA COTMEHA 1917’AN

Di dema şer de guherînek çêbû: Di dawiya Cotmeha 1917’an û di destpêka Mijdarê de li Rûsyayê şoreşek çêbû. Ji vê re dibêjin "Şoreşa Sosyalîst, Şoreşa Bolşevîk". Wek "Şoreşa Cotmehê" hatiye binavkirin. Dema ku şoreşek wisa çêbû, Rûsya ji şer vekişiya. Ji ber vê yekê, ew ji hevpeymaniya Îngilîstan-Fransa vekişiya. Dema ku Rûsya Sovyetê ji şer û hevpeymaniyê vekişand, Îngilîstan û Fransa wekî hêza hevpeymaniyê li dijî Elmanyayê man. Van hêzan Elmanya ber bi têkçûnê ve birin. Di hevpeymaniya Îngilîstan û Fransa de Îngilîstan hêza navendî bû.Piştî şer Îngilîstan û Fransayê dinya û bi taybetî Rojhilata Navîn di navbera xwe de parve kirin û li gorî peyman û berjewendiyên xwe pergalek ava kirin.

Ev jî divê bê zêdekirin ku di sedsalên berê de, ji sedsalên 13emîn û 14’emîn de, di dema talankirina Emerîka û Efrîkayê de, ev der hemû ji aliyê dewletan ve hatine desteserkirin. Li vir serweriya dewletparêz hatibû avakirin. Di çaryeka dawî ya sedsala 18’an de DYE hate avakirin. Dewleteke 200 salî ye. Bi şerekî wiha re tu eleqeya DYE’yê bi avakirina pergaleke dewletparêz a cîhanî re nîne, berpirsyarî û hêz nîne. Paşê bû desthilatdar. Di encama nakokî û şerên Şerê Cîhanê yê Duyemîn de, pergal li ser wê ma. Lê bi giranî sermaye û siyaseta Îngilîstanê ye ku pergal aniye asta cîhanî û împaratoriyeke cîhanî ava kiriye. Fransa jî beşdarî wê bû. Jixwe di sedsalên berê de di bin navê keşf û îcadên cîhanê de deverên din talan kiribûn û serdestî ava kiribûn. Pirsgirêk ev bû ku wê kî li ser Rojhilata Navîn serwer be.

LI ROJHILATA NAVÎN DEWLETÊN NÛ YÊN MÊTÎNGERÎ

Li Rojhilata Navîn ji ber du sedeman pêwîstî bi serwerî hebû. Yek; Ji bo bibe hêzeke hegemonîk a gerdûnî divê bingehek dîrokî hebe. Dîroka pergala dewletparêz jî li Rojhilata Navîn dest pê kir. Ji ber vê yekê li Sumerê dest pê kir. Koka dewletê li Sumerê ye. Sîstema dewletparêz a ku nikaribe Rojhilata Navîn bidest bixe, nikare bibe hegemonek gerdûnî. Ji ber ku rabirdûyeke wê ya dîrokî tune ye. Ji bo ku xwe wek dîrok dane holê, divê Rojhilata Navîn bi dest bixe. Divê cihê ku dewlet lê ava bûye û pêşketiye bi dest bixe.

Du; Çavkaniyên Rojhilata Navîn girîng bûn. Gelek dewlemendiyên bin erd û ser erd hebûn. Çandinî û sewalkarî hebû. Kanên wê yên bin erdê hebûn. Di wê demê de, gelek ji wan hatibûn derxistin û bikaranîn. A nû jî amûrek bi navê petrol hate derxistin. Ew çavkaniyek mezin a enerjiyê bû. Cara ewil li Rojhilata Navîn hat dîtin. Rojhilata Navîn, qada Ereban qada sereke bû. Ji ber vê yekê diviyabû ev çavkaniya enerjiyê bihata desteserkirin. Di rastiyê de parçeyên din ên cîhanê hatibûn desteserkirin, hêzên ku dixwestin hegemonîkên gerdûnî bin, çavkaniyên enerjiyê û dewlemendiyên Rojhilata Navîn bi dest bixin, sîstema dewletparêz bi dest bixin, di nava xwe de şer kirin. Şer di navbera Elmanya û Îngilîstanê de berdewam kir, lê navenda şer Rojhilata Navîn bû.

Bi rastî jî Şerê Cîhanê yê Yekem şerekî Rojhilata Navîn bû. Dema ku desthilatdarî û pergala dewletparêz bibe hêza hegemonîk a gerdûnî, Rojhilata Navîn wê biketa bin kîjan serwerî de? Kîjan hêz dê pergala dewletparêz li Rojhilata Navîn ji nû ve ava bike? Pirs ev bû û şer ji bo wê hat kirin. Elmanya ya ku bi Împaratoriya Osmanî ya ku hêza herî bi bandor a Rojhilata Navîn e re hevaltî kiribû, difikirî ku wê li ser esasê wê bi ser bikeve û serdest bibe, lê di şer de winda kir. Eniya Elman-Osmanî têk çû. Ji ber vê yekê dewletên Îngilîstan û Fransayê li gorî berjewendiyên xwe avahiya nû ya Rojhilata Navîn ava kirin. Nexşeya siyasî ya nû anîn Rojhilata Navîn. Li gorî berjewendiyên xwe parçe kirin û ji hev belav kirin, li gorî sîstema xwe ya serweriyê dewletperestî ava kirin. Pêşî sîstema ‘manda’ avakirin, kirin nîv mêtînger. Paşê jî rêveberên manda veguherî dewletbûnê û bûne dewletên girêdayî. Bûn dewletên nû yên mêtînger. Li Rojhilata Navîn hin dewlet hatin avakirin, lê li ser sînorên ku Îngilîstan û Fransa xêz kirin, li gorî berjewendiyên xwe hatin avakirin. Bi wan ve girêdayî ne. Weke dewleteke Ereban derketine holê, lê di esasê xwe de dewleteke wisa nîne. Berjewendiyên Îngilîstan û Fransa hene.

LOZAN: PÊNASEYA TIRKIYEK NÛ

Heger têk biçûn jî Kemalîstan li dijî vê perçebûna Tirkiyeyê derketin. Li ser bingeha kevneşopiya kevin a dewletparêziyê, artêşa Osmanî ya di bin serokatiya Mustafa Kemal de, li dijî pergala Rojhilata Navîn a ku Îngilîstan û Fransa li Sevrê ji eniyên xwe xêz kiribûn, nerazîbûn nîşan da û kete nava şer. Wan jî ji wê yekê sûd werdigirtin ku li Rûsyayê li peravê rojhilat şoreşeke sosyalîst hebû. Wan jî bi awayekî objektîf xwe spartin wê. Ji şoreşa Rûsyayê jî piştgirî standin. Bi wê hêzê, ew nexşeya ku Îngilîstan û Fransayê ji bo Anatolyayê xêz kiribûn red kirin û li dijî wan ketin pevçûnê. Hebûna xwe wekî hebûna Tirk û Kurdan pênase dikirin. Civaka Îslamî ya Rojhilata Navîn, ji bilî Ereban weke dewleta xwe pênase kirin. Wan ev şer bi desteka beşên cuda yên civakê, sîstemên eşîrî yên Kurdan ên heyî, komên berxwedanê yên cuda yên ku li Anatolyayê derketine holê û hêzên çep dane meşandin û xwe bi serdestiya Îngilîstan-Fransayê ve dane qebûlkirin. Sevr guherandin. Peymana wan a nû li Lozanê hat îmzekirin. Peymana Lozanê li şûna Tirkiyeya biçûk ku li rojavayê Anatolyayê li Sevrê hatibû avakirin, bi pênaseyeke nû ya Tirkiyê ku Kurdistan jî di nav de ye bi Peymana Mîsakî- Millî re ji nûde hatibû xêzkirin. Pêşî, di 1921 de, Fransa qebûl kir. Dûre li Lozanê bi hev re peyman çêkirin. Di sala 1926’an de bi Peymana Enqereyê sînorê Tirkiye-Iraqê xêz kirin. Bi vî awayî dewleta TC. hate avakirin. Encam ne wekî ku Îngilîstan û Fransa di dawiya şer de pêşbînî dikir, derket. Piştî wê jî şerê ku di sala 1918’an de bi dawî bû, bi rastî jî heta sala 1926’an li Kurdistanê berdewam kir. Parvekirin û parçebûna Kurdistanê herî dawî di navbera Îngilîstan û TC. de di 25'ê Hezîrana 1926'an de pêk hat. Bi Peymana Enqereyê ya ku di navbera her du welatan de hatibû îmzekirin, hat xêzkirin. Sîstema siyasî ya ku piştî şer dihat pêşbînkirin derket holê. Nexşeyên ku îro em rû bi rû ne, sînorên dewletê wê demê hatin xêzkirin.

Qada Ereban bû 22 dewletan, sînorên wan bi cedvelan li ser maseyê hatin xêzkirin. Wan ev yek li ser bingeha parvekirina çavkaniyên enerjiyê kir. Cihê ku dewlemendî û neft lê heye Îngilîstan û Fransa li gorî xebatên xwe van cihan parve kirine. Yek; Bi têkoşînê di nava xwe de hatin parvekirin. Du; Ew parçe parçe kirin û qels kirin, da ku hemû bi wan ve girêdayî bin. Wê demê qada Ereban bi vî awayî hat parçekirin. Beriya wê jî Împaratoriya Osmanî hebû. Dewletên Emewiyan û Ebasiyan hebûn. Piştre Osmanî serdest bûn. Li qada Ereban Împaratoriyên Îslamî hebûn. Rastiyeke Erebî ya bi 22 netew-dewletan weke niha tunebû. Li aliyê din têkoşîna li ser Kurdistanê, di serdema navîn de dem bi dem di navbera Împeratoriya Osmanî û Îranê de weke qada têkoşînê didomiya. Carinan Osmanî serdest bû, carna jî Împaratoriya Farisan serdest bû. Îranî hatin Rihayê û heta hin deman jî hatin Lubnanê. Serdemên ku li ser hemû Kurdistanê serdest bûn hebûn.

Sibe: Kurdistan çawa hat dagirkirin?