'Di destpêka hemû avakirinan de avakirina ferasetê heye'

Endamê Konseya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan li ser malpera PKKOnline de li ser modernîteya demokratîk û avakirina ferasetê gotarek nivîsî.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan di gotara xwe ya li ser malpera PKKOnline nivîsî de bal kişand ser girîngiya têkoşîna ferasetê û got, "Divê mirov şoreşa ferasetê têxe pêşiya her tiştî, li ser vê bingehê bi şoreşa kesayetiyê were sekinandin, di têkoşîna şoreşgerî de ya li dijî qirkirinê jî şoreşa ferasetê ji xwe re bike esas, hemû pêvajoyên partîbûyîn, gelbûn û gerîlatiyê li ser bingeha şoreşa ferasetê geş bike.”

Di nivîsa Dûran Kalkan de ev tişt hate diyarkirin:

“Rêbertî dibêje 'Ji bo ku civak ji îstîsmarê re vebe divê ji siyaset û exlaq bêpar were hiştin.’ Rêya sereke ya bêparkirina ji siyaset û exlaq jî, qirkirina ferasetê ye. Bingeha qirkirina civakî ya modernîteya kapîtalîst jî qirkirina ferasetê ye. Qirkirina çandî ne tiştekî din e. Ji ber vê, ji bo ku mirov li dijî qirkirina çandî têbikoşe, beriya her tiştî divê xwe ji qirkirina ferasetê rizgar bike, li dijî qirkirina ferasetê têbikoşe û feraseta xwe ava bike. Ji bo ku mirov bikaribe şer bike, siyasetê bike, rêxistinekê ava bike û li ser vê mijarê perwerdehiyê bike, divê beriya her tiştî feraset were avakirin. Ji ber vê jî di destpêka hemû avakirinan de avakirina ferasetê heye.

Ev tişt ne wisa ye ku, mirovan pêşveçûna madî afirandin û paşê wan fêm kir ku ew çi dikin. Ji bo tiştekî nû gavavêtin û têgihiştin, bi hev re ne. Rêbertî dibêje ‘Dema ku kesekî rahişt darekî, dizanibû ku ew tê çi wateyê.’ Ji ber ku geşeanê fikiranê dest pê kiribû. Pêşketineke ramanê dest pê kiribû. Ji ber vê sedemê jî mirov bi hêza ramanê, ji cureyên din cihêtir dibe. Ji ber vê yekê jî, hêza ramanê ji cureyên din û her wiha ji avakirina ferasetê jî cuda ye. Heke avakirina hişê wî tunebe, tê wateya ku ev wekî mirov jî tune. Ji ber vê divê li ser avabûna ferasetê were sekinandin.

Sosyalîzma reel civak perwerde nekir, mirov bi feraseta sosyalîst mezin nekir. Bi reduksiyonîzma ekonomîk re bi qanûnan digotin ‘em komunalîzmê pêş dixin’ û hilberandin û parvekirina ekonomîk çêkirin, lê mirovan fêm nedikir ku çi dikin, çima dikin. Ji ber vê jî dema sosyalîzma reel hilweşiya, kes xwedî lê derneket.

Dema ku tevgera Kemalîst bû desthilatdar, bi giranî li ser perwerdehiyê sekinî, li her derê dibistan vekir. Hemû saziyên perwerdehiyê yên li derveyî dewletê wekî paşverûtiyeke mezin pênase kir û bi şîddet tepeser kir. Medrese û saziyên perwerdeyê qedexe kir. Niha jî herî zêde budçeyê dide perwerdeyê. Ma ji ber ku ji mirovan hez dike, vî tiştî dike? Na, ew dixwaze kesên jê re xizmetê bikin derxe holê û ji ber vê wisa dike. Ji bo ku mirovên ji mêtingeriyê re amade, bûne kole û mirovên girêdayî dewletê biafirînin, vî tiştî dike. Rêya vê yekê jî avakirina ferasetê ye. Ji ber wê gelek dibistanan vedike. Tiştekî din li Kurdistanê naxebite, tenê tişta ku dixebitin, dibistan in. Kûrseke bi Kurdî jî tune, lê ji bo ku zarokên Kurdan bi Tirkî perwerde bikin, her tiştî dikin.

Beriya sala 1960’î her tişt qedexe bû, lê piştî salên 1960’î êdî zarokên Kurd jî ketine zanîngehan. Kurd neçûn dibistanên ku di dema Osmaniyan de hebûn. TC ji bo ferasetekê çêbike her tişt bi dibistanê ve girêda. Beriya dibistanan kreşan û zarokxaneyan vedike. Ma gelo dewlet gelekî ji zarok û dayikan hez dike? Na! Ji bo ku zarok beriya ku hînî tiştekî bibin, bila li gorî pîvanên wan tevbigere, van tiştan dike. Dixwaze jinan jî ji zarokan dûr bixînin, wan bidin xebitandin.

Rêbertî di destpêkê de ev tişt wekî ‘mêtingeriya fikrî’ nirxand. Niha jî Rêbertî vî tiştî wekî ‘qirkirina feasetê’ dinirxîne. Di vî warî de, têkçûna ferasetê pir girîng e. Xebatên ziman tên kirin, lê xebatên ziman ên ku ne li ser esasê ferasetê bin, wê bi ser nekeve û tu wateya wê tune. Ji ber vê jî divê mirov qirkirina çandî û qirkirina ferasetê baş fêm bike.

Çima qirkirina çandî ewqas bi bandor e? Ji ber ku feraseta civakê tê tunekirin, ev tişt pêk tê. Li ser gundan hinek zext tên kirin, gel diçe metrepolan a ku navenda dijmin e. Piçekî zextê lê dike û wan dibe dibistanan. TC’yê li Kurdistanê çi bikira jî, eger kes koçber nebûya, mêtingerî wê evqasî ne serwer bûya. Wê civaka Kurd nehata vê rewşê. Heke tu malbatan zarokên xwe neşanda dibistanên Tirkî wê dewleta Tirk nekaribûya qirkirineke wisa bikira. Çima mirov bi hêsanî axa xwe terk dikin? Çima mirov zarokên xwe diavêjin nav destên desthilatdariyê ku dibînin wan tune dike? Ev ji ber qirkirina ferasetê ye. Bêçaretî ji bêrêxistinbûn û bêhêzbûnê derketiye holê. Bêhêzbûn jî ji bêfikir û qirkirina ferasetê derketiye holê. Ji dêvila xwe heq dide yê hember. Nikare berjewendiyên xwe bibîne, berjewendiyên dijmin dibîne. Rêbertî digot ‘Heke eslê mirovan were xerakirin wê nikaribe ji bo siberoja xwe planan bike.’ Rêbertî awayê herî xerab ê qirkirina çandî wisa nirxand. Ev jî qirkirina ferasetê ye.

Nabe ku were gotin, 'Dinya jixwe dibe gund, ew qas bi hev ve girêdayî ye, entegrasyon heye, em jî entegre bibin!' Ji ber ku dinya Kurdan qebûl nake, dibêj ‘Bi tenê hûn dikarin bibin kole.’ Bêyî ku mirov bibe xwe, bi kesên din re têkiliyek azad û wekhev nayê danîn. Ji bo mirov têkevin nav wan û Neteweya Demokratîk ava bike, azadiya neteweyî pêwist e. Di bingeha wê de jî feraset û hêza fikirandinê heye. Ji ber vê divê baş li ser hêza fikirandinê were sekinandin. Di bingeha tevahiya helwêstên ku di pratîkê de têk çûne, tengkirina şêwaz, taktîk, astengkirin, nebûna afirîneriyê, xeletî û nikare îradeya xwe nîşan bide, qirkirina ferasetê û qirkirina fikrê heye. Em herî baş van tiştan dibînin. Nexwe divê em ji van tiştan sûdê werbigirin, bikaribin sererastkirinê ji vir bikin.

Partî bi perwerdehiyê bû rêxistineke wiha. Ger gerîla were asteke ku weke fedaiyan şer bike, nexwe fedaîtî beriya her tiştî di ferasetê de ava dibe û xwe dispêre avakirina ferasetê. Wê jî bi perwerdehiyê bi dest dixe. Ev tişt rol û girîngiya avakirina ferasetê ya şerê fedaî ya gerîla nîşan dide.

Rêber Apo got ‘Yên ku dil û mejiyê wan ne bi me re be, wê çalakiya wan jî ne ya me be.’ Kesên ku feraset û hestên wan ne bi partiyê re be, pratîka wan jî wê ne ya partiyê be, ne jî xizmeta partiyê bike. Çi qas pratîze bike jî, feraseta wan aîdî kê be; Hest, feraset û kirinên wan jî xizmeta wî tiştî dikin. Di wê rewşê de feraset û hêza ramanê ya rast û têr divê ku xizmeta partiyê bike. Divê em tiştên ku em dikin fêm bikin, bizanibin û bawer bikin. Dijmin tevna civakî dişkîne, dibistanan ava dike, ji bo civak ji qirkirinê re vebe her tiştî dike. Ji ber vê yekê jî pirsgirêkên ferasetê esasî ne.

Tevlîbûna rast a nav partiyê tê wateya tevlîbûna nav Rêbertiyê di asta yekîtiya ruh de pêk tê. Ev yek bi yekbûna ferasetê, pêşketina ferasetê re dibe. Bi derfetên maddî ne pêkan e. Rêya ku di xeta Rêbertiyê de bibe partiyek û yekitî û pêkvejiyana tam çêbibe, fêmkirina rast a ji Rêbertî û tevlêbûneke rast e. Ev yek bi gihandina hêza feraseta ku Rêbertî baş fêm bike, pêkan e.

Heger em partiyê bi vî rengî binirxînin, her kes hewleke wiha bide, wê demê yekîtiyeke xurt, yekitî, geşepêdan çêdibe, kirina tiştên rast û serketî wê pêk were. Nêzikatiya li Rêbertî, fêmkirina rast û pêkanîna serkeftî ye. Ji bo ku em Rêbertî bigihînin serfiraziyê, divê pratîka afirîner, rêxistin û çalakî werin geşkirin. Milîtaniya rast ev e, welatparêziya rast ev e.

ASTA DEWLETÊ ASTA ŞEREKÎ TAYBET E

Asta ku dewlet bi netew-dewletê re gihandiye wê asta şerê taybet e, di rastiya xwe de asta qirkirin û qirkirina civakê ye. Ne tenê serdestî û mêtingerî heye, civakek ji wê jî wêdetir heye. Ev yek ji aliyê netew-dewleta ku di civakê de serdestiya her tiştî dike, pêş dixe. Bi sazûmana feraset û hestên mirovî bi rêya medyayê, bi hunerê û bi serdestkirina wan pêk tê. Ji ber vê yekê qetlîama civakê ne tenê bi rêyên aborî, zext, îstîsmar û birçîbûnê tê kirin. Bi rastî jî di cîhana ruh, hest û ramanê de tê avakirin. Di warê maddî de jî di warê metafizîk de jî cih digire. Koletiyeke wisa derdikeve holê ku bûye dewlet, dewletê ji xwe re dike esas, li derveyî dewletê nikare bifikire û dewletê pîroz dibîne.  Pirsgirêka dewletê û pirsgirêka desthilatdariyê îroj evqasî mezin bûye. Demekê ji bo çareserkirina pirsgirêkan derketibû holê, wê geşedanan berheman û rêxistinkirina wê pêk bikira, lê bi zordestî û fen û fûtan ew tişt di nav pergala xwe de par ve kir û wekî bac ji civakê stend. Bi vî awayî hatiye asteke ku pirsgirêkan çareser nake, pirsgirêkan zêde û mezin dike. Li aliyê din netew-dewlet ev tişt anî asta qirkirina civakî û ev tişt kir pirsgirêka herî bingehîn. Ev pirsgirêk êdî bûye pirsgirêkeke ku êdî nayê qebûlkirin.

Rêber Apo pir zelal got, 'Ne xweza û ne jî xwezaya civakê nikare vê pergala dewletê rake'. Hatiye wê astê. Ji ber vê jî xweza timî tê qirkirin, li ser civakê koletî tê pêkanîn. Bi qirkirina civakê re ji ser medyayê bi zext û mêtingeriyê re, rêxistinbûn tê parçekirin û her tiştê derbarê civakê tê qedandin. Wisa tê kirin lê dawiya vî tiştî tune. Xweza jî nikare li hemberî vî tiştî li ber xwe bide. Heke civak bi vî rengî were xerckirin, dewlet wê li ser çi esas bigire, nikare hebe û di vê rewşê de tinekirina xwe pêş dixe. Ji ber vê yekê, divê em xala ku dewlet îro gihîştiye bibînin. Esasê wê jî wek destpêka wê ye, lê naveroka û rêbaza wê gelek guheriye, li ser civakê serdest e, lewma pêwîst e mezinkirina pirsgirêkê were dîtin.

Bi modernîteya kapîtalîst re pirsgirêkên bi netew-dewletê re pir mezin bûne û giştî bûne, di rastiyê de ji pirsgirêkeke civakî wêdetir, 24 saetan civakê qir dike û hildiweşîne. Rewşeke wisa xeter e. Ji bo fêmkirina dewletê tu rêyeke din nîne. Gelek alî hene ku netew-dewletê ji bo berdewamiya xwe îcad kiriye. Divê ev jî bên eşkerekirin. Dewletê bi welat dikin yek, dewletê bi neteweyê dikin yek, bi ziman û nasnameyê, bi dîrokê dikin yek. Civak ne bi navê xwe, bi navê dewleta xwe tê pênasekirin. Dibêjin 'Neteweyên Yekbûyî' lê li holê tiştekî wekî neteweyên yekbûyî tune. Em di şerê xwe de baş vî tiştî dibînin. Li holê dewleteke Tirk tuneye, ew şaxa Anadolûyê ya pergala dewletan e ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye organîzekirin. Di wê astê de wê diparêzin.

EXLAQ PÎVANÊN JIYANA HEVPAR IN

Ger rêxistina civakî pêş bikeve, zanistî û rêxistinbûn pêş bikeve, helbet dikare pergalên desthilatdarî û dewletê têk bibe. Civak çi ye, civak çawa tê ravekirin, îcar pirsgirêkên civakî çawa derketine holê? Rêbertî; pênaseyên civakê yên wekî kapîtalîst, feodal, koledar, civaka misilman, civaka xiristiyan an jî çîna jêrîn, çîna jorîn rast nedît. Civak weke 'siyaset û exlaq' pênase kir. Civak ji ferdên mirovan pêk tê. Em jê re dibêjin 'rêbaza hebûna mirovan'. Dema ku mirov ji cureyên din veqetin û wekî celeb hebin, ew jî wekî civakek heye. Beriya wê civak e. Weke civaka heywanan, civaka nebatan, di mirovan de jî civak hene. Mirov ji civaka destpêkê derketin û civaka nû li ser esasê siyaset û exlaqê pêş xistin. Bi gihandina feraseteke ku hin rêgez û prensîban dipejirîne, plansaziyek hevpar çêdike û zane jiyanê bi rengekî plankirî ji nû ve hilberîne, li ser vê bingehê civak an jî mirovan bi hev ve girêdide, civakek ava dibe.

Pîvanên ku civakê diafirîne siyaset û exlaq e. Exlaq; prensîbên jiyana hevpar. siyaset; ji nû ve avakirina jiyanê ye. Ji bo ku bikaribe ji bo misogerkirina hilberîn, bikaranîn, parastin û ji nû ve hilberînê planan çêbike. Ew e ku mirov bikaribe bi rêxistin û plansaziyek tevbigere. Dema ku bigihîje avahiyek ku ji bo paşeroja xwe bi rêxistin û plansaziyek tevdigere û li gorî hin prensîb û rêbazan pêk tîne, civak dibe civak. Yanî civak ji mirovan pêk tê. Avabûna civakê bi hejmarê ve ne girêdayî ye. Mînak, misilman bin, xiristiyan bin, ew şiklên civakê ne, lê hebûna civakê ne girêdayî wan e. Ji ber vê yekê ew ji hêla nirx û pîvanên din ve tê destnîşankirin. Ew pîvan exlaq û polîtîk in. Rêbertî pênaseya nû ya exlaq û polîtîkayê pir zelal pêş xist û rave kir.

Civak di warê siyasî û exlaqî de heye. Siyaset û exlaq çiqasî azad û bi hêztir tevbigerin, civak ewqasî azadîxwaz û pêşketîtir e. Ji aliyê siyasî û exlaqî ve çiqasî lawaz bibe, civak ewqasî ber bi windakirina nirxên azadiyê ve diçe. Eger di nava civakek de siyaset û exlaq lewaz bibe, ew civak ji civakbûna xwe dertê û dibe civakek kole. Ferqa di navbera koletî û azadiyê de wiha ye. Divê em civakê ji qalibên kevin rizgar bikin fêm bikin. Divê em wê ji ber nekin, divê em jê fam bikin, ji ber ku em tê de dijîn. Pirsgirêka civakbûn an nebûn pirsgirêkek e ku bi piranî di nav Kurdan de heye. Her kes dijî, lê rastiya gelê Kurd e ku vê di nava plansaziya heyî de bi awayekî pir bi êş, bi pevçûnên giran dijî. Gelo wê bi rastî jî weke civak hebe û pêş bikeve, yan jî wê wendabûna civakî çêbibe? Ew di dubendiyek wiha de ye. Em dibêjin 'em di hebûn û tunebûnê de ne' û ji bo wê têdikoşin, li hemberî her cure xetereyan rû bi rû ne. Metirsî ew e ku civak avahiya xwe ya hundirîn weke siyaset û exlaq winda bike. Heger winda bike jî, dibe kole, rastî qirkirinê tê, di nava rastiyên din ên civakî de dihele, rastiya xwe winda dike.

Pirsgirêkên civakî di bin pirsgirêkên ku mirov di nava civaka xwezayî de afirandiye. Pirsgirêkên bi xwezayê re dibin pirsgirêkên xwezayî. Her wiha bûyerên nexwezayî, feraseta analîtîk û pirsgirêkên ku ji aliyê mirovan ve derketine jî hene. Ji ber vê yekê, ew aqilê analîtîk e, ne aqilê hestyarî ye ku mirovan dike celeb. Belê, feraseta hestyarî di mirovan de ji cureyên din bihêztir e, lê ne ew cure ye ku ji wan were veqetandin, ew aqilê analîtîk e ku hişmendiya hestyarî bi hêztir dike. Siyaset û exlaq berhema aqilê analîtîk e. Ew bi vî rengî pêş dikeve, lê di heman demê de li ser hişmendiya hestyarî jî tê damezrandin. Aqilê analîtîk jî xwediyê aliyên pozîtîf û negatîf e, xwedî pîvanên xeternak e. Ji aliyekî ve tiştên nû diafirîne û pêş dixe, lê ji aliyê din ve bi rûbirûbûna talûkeyê pirsgirêkan derdixe holê. Wê demê ew aqilê analîtîk e ku pirsgirêkên ku em jê re dibêjin pirsgirêkên civakî diafirîne.

Berê, zanista sosyalîst a Marksîst hebûna dîrokî ya cureyê mirovan di serdemên weke 'dema hovîtî, barbarî, şaristaniyê' de parve kir. Hovîtî; Ew wekî pêvajoya qutbûna ji mîrata heywanan hate binavkirin. Dema Barbarî; weke serdema civakên azad hate pênasekirin. Di rastiyê de, ew civakên azad bûn ku wan wek barbar, hov bi nav dikirin. Şaristanî; pergala desthilatdarî û dewletê ye. Pêşkeftina herî mezin bi pêşketina desthilatdarî û dewletê dîtin, şoreşa herî mezin a dîrokê, tevgera herî mezin, ya herî mayînde weke pêşketina mûcîze ya cure û mejiyê mirovan pênase kirin û her tişt spartin wir.

Pêwîst e barbarî û şaristanî ji nû ve were pênasekirin. Zanista sosyalîst a Marksîst hebûna azad weke 'barbarî' pênase kir û şermezar kir. Divê em wan têgîn û geşedanên dîrokî ji nû ve binirxînin. Ji ber ku ziman û têgîn jî girîng in. Rêbertî got, ‘Di afirandina têgehan de zehmetiyê dikêşim, yên li ser van mijaran dixebitin, yên ku balê dikişînin dikarin têgînên nû biafirînin.’ Divê em jî li ser wan bifikirin. Bi taybetî bi Tirkî zanyarî kirin hinekî zehmet e, ji ber ku ne zimanekî zanistî ye, di wê astê de pêş neketiye. Di heman demê de zimanek e ku di sedsala borî de bi komarê re, bi gelek îdeolojîk û netewe-dewletan re hatiye afirandin. Di vî warî de zimanekî ku dewlet û desthilatdariyê pîroz dibîne ye. Zimanekî ku feraseta serdest a mêr pîroz dike û vê siyasetê ji xwe re esas digire. Ewqas ne pêşketî ye. Her wiha pîvan û qalibên wê yên îdeolojîk jî hene, li gorî wê dinirxîne, yên ku ne pê re bin ji holê radike, berevajî dike û diguherîne. Her tiştî li gorî texmînên xwe yên bîrdozî diyar dike û cewher û naveroka têgehan diguherîne. Li gorî qebûlkirinên xwe yên îdeolojîk tevdigere.

Perspektîfa me ya dîrokî cuda ye. Em ê li pergala şaristaniya demokratîk, dîroka şaristaniya demokratîk binêrin. Em ê serdema klan, eşîret, serdema şoreşa neolîtîk binirxînin. Jê re pêşketina şaristaniyê jî tê gotin. Bi vî awayî me dîroka şaristaniya demokratîk derxist pêş.

Piştî neolîtîkê, beriya zayînê ji 3 hezarî sal û vir ve şaristanî hatiye perçekirin. Ji bo ku perçebûnekî şaristanî çêbibe, divê şaristanî hebe. Ev tê wateya ku di pêvajoyên berê de jî şaristanî hebûye. Perçebûn du avahiyan diafirîne. Bi rengê şaristaniya yekdest û şaristaniya demokratîk derdikeve pêş. Şaristaniya yekdest pergala desthilatdarî û dewletê derdixe holê. Di sêgoşeya çîn, bajar, dewlet, xapandin, çewisandin, yekdestdariya bi komkirina berhema zêde ya bi darê zorê û sîstema birêxistinkirî ya desthilatdariya li ser civakê ji nava civakê derdikeve. Zanista civakî ya Marksîst jî ev yek qebûl kir. Qutbûna dewlet-netew ji civakê rakir. Beriya dewleta netewe, dewlet hinekî ji civakê qut bûn. Li aliyê din netew-dewlet ev yek berevajî kir, ferd kir dewlet, dewlet kir ferd û hewl da xwe weke hebûneke civakî îfade bike.

Pirsgirêkên civakbûnê; Pirsgirêkên yekdestiya desthilatdarî û sermayeyê, komkirina berhema zêde û zext û mêtîngeriya li ser vê bingehê ne. Em ji van re dibêjin 'pirsgirêk'. Pirsgirêk bi rastî pergala navendî an jî yekdestiya şaristaniyê ye. Pergala desthilatdarî û dewletê ye. Saziyên binesaziyê û avahîsaziyê yên ku wî afirandiye sazîbûn in, pirsgirêkên ku bi pirsgirêkên civakî têne wateya ev in.

Dîroka pêşveçûna van pirsgirêkan jî tê zanîn. Rêbertî pêşketina dîrokî ya pirsgirêkên civakî di sê serdem an jî sê qonaxan de dinirxîne. Yekem, serdema şaristaniya yekdest ji salên 3000 berî zayînê heta sala 500 piştî zayînê hilweşîna Romayê ye. Ji Sumer dest pê dike û ji aliyekî ve li Misrê û li aliyê din heta Îran û Çînê, lê wek şaristaniya sereke bi şêwayê kaniya Sumer, Babîl, Akat, Asûrî, Grek, Romayî dewam kir.Dibêje qonaxa yekem a pirsgirêka civakî li vir derketiye û lê dikole.

Pirsgirêkên civakî çawa pêş ketin? Avabûnên desthilatdarî-dewletê, yekdestên sermaye û desthilatdariyê yên vê serdemê çawa bi pêş ketin û pirsgirêkên bi çi rengî derxistin?

Di navbera salên 500 û 1500’î yên piştî zayînê de serdema hezarsalî weke serdema duyemîn a pirsgirêkên civakî pênase dike. Ew heyama di navbera hilweşîna Roma û pêşveçûna Amsterdamê de ye. Li ser olên Îbrahîmî yên ku mohra xwe li vê serdemê hiştine vedikole û pirsgirêkên ji ber desthilatdarî û pêkhateyên dewletê yên li ser wan hatiye avakirin tîne ziman û dinirxîne. Ew Cihûtî, Xirîstiyanî û Îslamê bi awayekî berfireh dinirxîne. Têkiliya wan a bi civakê re, qonaxên derketinê û çawa bûne desthilatdarî û îdeolojiya dewletê nîşan dide. Ev jî konsantreyên pir nû ne. Tiştê ku Rêbertî li ser teolojî gotiye hemû nû ye. Hîn civaknasek ku di vê astê de li ser van mijaran rawestiyaye derneketiye holê.  Civaknasan an pir pîroz dîtine an jî bi tevahî red kirin. Rêbertî ne bi erzanî red dikir û ne jî qebûl dikir. Berevajî vê, ew hêzeke vekolîn û şîrovekirinê ye ku ji nû ve şîrove dike, pirs dike, wateya wan di hebûna civakî de çi ye û çi wateyê dide der û ev yekem car bû ku di vê astê de derket holê.

Niha Tirkiye di bin bandora Rêbertiyê de piçekî pêş dikeve. Ji bo pêşî li vê yekê bigirin, DYA li ser Fethullahî hewl dide. Çawa ku li Ewropayê mîna ku qaşo reforman dikin, di vê pergala çewisandin û kedxwariyê de wê dîsa ol bi kar bînin û hewl bidin ku versiyoneke nû ya wê biafirînin. Qaşo ewê olê sererast bikin. Ev hemû hene û xeternak in, pêwîst e vê bibînin û fêm bikin.

Îslamê jî hêz û dewlet pêş xist. Dibêjin wateya Îslamê 'aştî' ye, lê heta niha me di Îslamê de aştî nedîtiye. Berevajî vê, Îslam oleke îdeolojîk û leşkerî ye, oleke şer e. Her ev e. Di bin zexta Ewropayê de hinekî paşve çû, qels bû, niha jî bi destê Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî hewl tê dayîn ku avahiya xwe ya berê vegerîne. Her wiha dixwazin xwe weke versiyonek nû nîşan bidin. Hemû derfetên aborî bikar tînin. Niha hemû hêza zanist, huner, siyaset û sermayê di destê wan de ye û ji bo hilberîna xwe  bi kar tînin. Alîgirên Fethûllah ji van hemû deveran derxistin.

Serdema sêyemîn a pirsgirêkên civakî; Ew heyama piştî 1500 piştî zayînê ye. Serdema pêşketina modernîteya kapîtalîst e. Di vî warî de Rêbertî kapîtalîzm û modernîteyê dinirxîne. Pirsgirêkên civakî yên ku di qonaxên berê de derketine holê, qonaxa modernîteya kapîtalîst çiqasî tund, mezinkirin, kûrtir kirin, derdixe holê ku Rêbertî vê yekê wekî ‘şiklê herî tund, herî xeternak’ dihesibîne.

Ji bo perwerdekirin û birêxistinkirina civakê pêwîstî bi naskirina pirsgirêkên civakî heye. Ji ber ku dema em nizanibin çi ava bikin û çi hilweşînin em nikarin modernîteya demokratîk ava bikin. Di rastiyê de gelek tiştên ku divê em ji holê rakin, dijberî wê bin, em dijîn, rast dibînin. Pêwîst e ku hest, fikir û feraseteke ku wan rexne bike û derbas bike derkeve holê. Piştî vê, divê em tiştên ku divê li cihê wan werin danîn hilberînin. Şêweyên jiyan û rastiyên modernîteya demokratîk çi ne? Girîng e ku mirov bigihîje avahiyek ku vana bifikire, fam bike û pêş bixe. Ger tu nizanibî çi hilweşînî, çi ava bikî, tu nikarî ava bikî. Pirsgirêkên wê çi ne, çi xerab e, xelet e, xizmetkar e? Divê ev hemû bên tespîtkirin.

Bi rastî jî em çiqasî li dijî hebûna modernîteya kapîtalîst in, di asta hest, ruh û hişmendiyê de di esas û naverokê de em çiqasî li dijî wê ne, em çiqasî nefret ê dikin? Em wisa nêzîk dibin an jî em dixwazin piranîya wê rast bijîn? Divê em wisa xwe lêpirsîn bikin. Ev der e cihê ku dest pê dike. Piştî ku mirov nekariye pratîkê bike, wateya axaftina dirêj jî nake. Ji ber ku kêrî tiştekî nayê. Pratîkeke wisa ye ku nîşan dide bê em çi ne, helwesta me ya pratîk e ku nîşan dide bê em çi dibêjin rast e û em çi bi şaşî bi nav dikin, em çi esas digirin. Eger di pratîkê de em nikarin modernîteya kapîtalîst hilweşînin, eger em nikaribin modernîteya demokratîk ava bikin, hingî em kapîtalîzmê dijîn. Tu wateyeke din a vê nîne. Wê demê ji bo ku em xwe biguherînin divê em têkoşînê geş bikin. Ne wekî din e. Rêya vê ev e. Ji ber vê yekê di serî de pirsgirêka civakî çi ye? Pirsgirêk tê wê wateyê ku divê çi bê guhertin. Em çi weke pirsgirêk dibînin, em ê çi li şûna wê biguherînin, yên rast çi ne? Pîvanên modernîteya demokratîk çi ne? Pîvanên avakirina neteweya demokratîk çi ne? Di encama van hemû pirsgirêkan de di avakirina Neteweya Demokratîk de pîvanên têrker derdikevin holê.

Divê em jî bikaribin têgînan rast bi kar bînin. Em hin têgehan bi kar tînin, lê pêwîst e bi têgihiştinê bi kar bînin. Divê bêyî têgihîştin û jiberkirinê neyê bikaranîn. Têgînên ku nayên fêhmkirin divê li ser bên sekinandin. Herî kêm divê em bi zimanê ku em jê têdigihîjin bînin ziman ku em karibin rastiyê bînin ziman. Ji ber ku tu feyda me ji îfadeya jiberkirî nîne. Jiberkirin ne rast e, ji xwe re nekirina pirsgirêk jî ne rast e. Ji ber vê yekê em ê van ji bo xwe wek pirsgirêk bibînin. Em ê jî xwe bikin hêza çareseriyê, ne yên ku pirsgirêkan bijîn. Em ê bibin hêza çareseriyê. Rêber Apo got, ‘Cûdahiya di navbera me û we de ev e: Hûn bi pirsgirêkan tijî ne û hûn qebûl dikin ku bi wan re bijîn. Ez jî qebûl nakim bi pirsgirêkan re bijîm. Ji bo xwe dikim pirsgirêk û bi wan re têdikoşim. Heta ku pirsgirêkê çareser nekim ez nasekinim, bêhna xwe nagirim, naxwim û venaxwim. Ez xwedî hêzek wihsa ya têkoşînê me. Li hûn bi pirsgirêkan re dijîn û ji jiyaneke wiha re dibêjin xweşe.’ Rastiya Rêbertiyê rastiyeke wisa ya têkoşînê ye. Yanî yên ne wisa nikare biguherîne, veguherîne, şoreş bike, di pratîkê de bi ser bikeve, rastiyê bibîne, bedewan bibîne, bi pêş bixe, mirovan rast perwerde bike, bandorê li wan bike, bi rêxistin bike û wan bigihîne têkoşîn û çalakiyê. Ji bo ku ev hemû pêk werin, divê carekê bi pirsgirêkan re têbikoşin û bikaribe bi ser bikeve. Mijarên ku em nîqaş dikin ji me ne serbixwe ne. Divê em ne li derveyê xwe bibînin, ne jî tenê xwe bibînin û ji xwe re kêm bikin. Em ê bi hev re rê û rêbazên serketinê, serketina hevpar bibînin. Bê guman ev nêzîkatiya ku dibe sedema serkeftinê ye.

MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK ALTERNATÎFA ÇARESERIYÊ YE

Ger em modernîteya demokratîk weke çareseriya alternatîf bi nav bikin, wê demê em ê xeta şaristaniya demokratîk rast fêm bikin. Şaristaniya demokratîk û modernîteya demokratîk van hemûyan dihewîne. Ji şaristaniya yekdest û modernîteya kapîtalîst re dibe alternatîf. Rêbertî bi vî rengî pergala alternatîf derxistiye holê. Rêbertî li vir bi giranî civaknasên ku bi jihevketina sosyalîzma reel dest bi xebatên cihêreng kirin, rexne kir. Rêbertiyê got, ‘Yek alî man, di yek alî de kûr bûn û encamên girîng derxistin, lê yekalîbûna wan mijara rexneyê ye, diviyabû piralî bûna.’ Bi vî awayî gelek zanyarên civakî rexne dike. Ya duyemîn, Rêbertî got, ‘Ew bi ser neketin ku pergalek alternatîf a hevgirtî peyda bikin.’ Aliyê Rêber Apo yê ku ji wan derbas dibe û tevkariyê dide wan çi ye? Yek ne nêrînek yekalî ye, nêrînek giştî ye. Ya duyemîn, ew alternatîfek pêşkêş dike. Alternatîf pergala şaristaniya demokratîk e. Ev alternatîfên pergala şaristaniya yekdest û modernîteya kapîtalîst in. Ji ber vê yekê Rêber Apo îspat kiriye ku ew dikarin bi ser bikevin, alternatîf pêş bikevin û ji bilî wan jiyanek mirovî û civakî dikare pêk were. Her wiha rêgez û pîvanên xwe jî eşkere kiriye. Ya mayî jî fêmkirin û pratîkkirina wan e.

Eleqeya civaknasên din ên li hemberî Rêber Apo ji vê yekê tê. Yek ji wan vê yekê red nake, me bi ramaneke ku li hemberî rexneyên Rêbertî bertek nîşan bide, nêzîkatiyên Rêbertî bi awayekî şênber rexne bike, nedîtiye, berevajî wan hemûyan eleqeyek mezin nîşan dane, bi xurtî hembêz kirine û li ser Rêbertî lêkolînan dikin. Li dijî pergala Îmraliyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna cîhanê bi rê ve dibin. Der barê Rêber Apo de gotin, ‘Ew zanayê civakî ye, pêwîstiya mirovatiyê bi wî heye, divê derfet û derdoreke wî ya nîqaşê azad hebe.’ Li ser parêznameyên Rêbertiyê gotar û nivîs nivîsandin. Hemû jî rastiya Rêbertiyê weke hêza sentezker dibînin û xwedî lê derdikevin.

DIVÊ EM KARIBIN HELWESTÊN KU BANDORA FERASETA DIJMIN HILDIGIRE REXNE BIKIN

Di encamê de ev tişt tên gotin: Divê em girîngiya avakirina ferasetê, hêza ramanê bidin meşandin û xebatên xwe li vir bi rê ve bibin. Divê em her tim bikarin ferasetê rexne bikin. Divê em karibin nêzîkatî û helwêstên ku bandora qirkirina çandî û bandora feraseta dijmin hildigirin rexne bikin.

Pîvanên welatparêziyê bi ferasetê girêdayî ne. Pîvanên welatparêziyê yên ku ne li ser feraseta neteweyî ya azad in, pîvanên berevajî ne. Tu eleqeya wan bi welatparêziyê re nîne. Rêbertî pîvanên welatparêziyê bilind kir, civak ewqasî kir yek û ber bi têkoşînê ve bir. Ev hemû bi afirandina feraseta rast û pêşxistina hêza ramanê pêk tên. Em ji vê re dibêjin 'helwest'. Di bingeha helwestê de diyardeya ferasetê heye. Wateya helwesta rast çi ye? Helwest bi çi dibe? Bêguman bi ferasetê dibe. Wekî din ew tiştek îfade nake. Di vî warî de têkoşîna ferasetê girîng e. Pêwîst e şoreşa ferasetê di destpêka her tiştî de bê danîn, li ser vê bingehê şoreşa şexsiyetan bê meşandin, li ser bingeha şoreşa ferasetê têkoşîna şoreşgerî ya li dijî qirkirinê esas were girtin, li ser bingeha şoreşa ferasetê hemû pêvajoyên partîbûyîn, gelkirin û gerîlatiyê werin pêşxistin. Ger em wiha bin em ê Rêbertî rast fêm bikin û rast tevlî Rêbertiyê bibin û em ê bi ser bikevin.

Di vî warî de divê em ne tenê hin tiştan qebûl bikin, di heman demê de pêşî, hewldan, nêzîkatî, têgihiştin û rastiyên xwe jî biguherînin. Bi vê baweriyê, divê em pîvan, pêşanî, tevger û şêwaza xwe ya heyî biguherînin. Ger ev yek bibe, em dikarin behsa şoreşa ferasetê bikin. Eger ne wisa be, tenê hin heqîqet tên nîqaşkirin, lê li cihê ku lê tê nîqaşkirin dimînin, nabin pratîk. Di kesayetiyê de nayê temsîlkirin. Lê belê, ya ku tê xwestin ew e ku di kesayetiyê de were temsîl kirin. Yanî vediguhere şoreşa kesayetiyê.