BI DÎMEN

Nobeta Azadiyê ya li Strasboûrgê di hefteya 611’an de ye

Çalakiya nobetê ya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 12 sal in Strasboûrgê tê meşandin, di hefteya 611’an de bi koma ji bajarê Salzgîtterê hatî dewam kir.

NOBETA AZADIYÊ

Bi pêşengiya înîsiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî di 25’ê Hezîrana 2012’an de li bajarê Strasboûrg ê Fransayê çalakiya “Nobeta Azadiyê” hate destpêkirin. Nobet ji wê demê û vir ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi dawîbûna tecrîda girankirî, didome.

Her hefte ji welatên cuda yên Ewropayê komek çalakiya nobetê dewr digire.

Di hefteya 611’an de koma ji bajarê Salzgîtter a li eyaleta Saksonya Jêr a Elmanyayê hatî, çalakî dewr girtin. Koma nû ji Alî Bînîcî, Medîne Çobanoglû, Baran Esen û Nevzet Goktaş pêk tê.

Ji endamên komê Medîne Çobanoglû axivî û wiha got: “Rêberê me 25 sal in ji aliyê dijmin ve hatiye tecrîdkirin. Çi dibe bila bibe divê em xwedî li Rêberê xwe derkevin. Heta ku Rêberê me azad nebe, gelê Kurd azad nabe.”

Alî Bînîcî diyar kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 12 sal in li ber saziyên Ewropayê çalakiyan lidar dixin û got: “Divê em xwedî li Rêberê xwe derkevin.”

Bînîcî bal kişand ser hilbijartinên xwecihî yên li Tirkiyeyê nêz dibin jî û got: “Gelê me divê dengê xwe bide xwe.” Bînîcî ji bo DEM Partiyê bang kir.