Li Atînayê meşa li dijî nîjadperestî û şer
Li paytexta Yewnanistan Atînayê, bi banga rêxistinên penaberan bi hezaran kes li dijî nîjadperestî û şer daketin qadan.
Li paytexta Yewnanistan Atînayê, bi banga rêxistinên penaberan bi hezaran kes li dijî nîjadperestî û şer daketin qadan.
16'ê Adarê rojaj Şemiyê saet di 16:00 de dijberên şer û nîjadperestiyê li qada Kotzîa ya li ber Şaredariya Atînayê û herêmên din ên bajêr li hev kom bûn. Kurdan jî piştgiriyeke xurt dan dijberên şer û nîjadperestiyê.
Di çalakiyê de ji bo piştgiriya bi penaberan re pankart hatin hildan. Kurdan jî dirûşmên li dijî şerê li Kurdistanê qîriyan û bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.