Konseya Ewropayê daxwaza demildest berdana Demîrtaş kir

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (AKBK) bang li dewleta Tirk a ku biryarên DMME'yê bi cih neaniye, kir ku demildest siyasetmedarê Kurd Selahattîn Demîrtaş serbest berde û ji bo Osman Kavala jî wê diyalogê bidomîne.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku ji bo şopandina biryarên ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo Demîrtaş û Kavala dabûn, li hev civiya. Enqereyê ji ber ku biryaran bi cih nayîne rexne kir. Ligel ku Daîreya Bilind a DMME'yê biryara berdana Osman Kavala daye jî Kavala ji ber doza Geziyê bi cezayê muebbetê tê cezakirin.
Daîreya Mezin a DMME’yê jî biryara berdana Selahattîn Demîrtaş ê di girtîgehê de rehîn tê girtin, da.
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku li Strasboûrgê kom bû, careke din van biryarên DMME'ê nirxandin.

Komîteyê daxwaza serbestberdana bilez a Demîrtaş li gorî biryara DMM’ê dubare kir û teqez kir ku heke guhertinek di rewşa Demîrtaş de çênebe, dê di civînên xwe yên meha Hezîrana 2024’an de biryara demkî ya hişyariyê bidin.

Di dema ku komîteyê di pêvajoya pêkanîna biryara DMME'yê ya Osman Kavala de polîtîkaya xwe ya girîngkirina diyaloga teknîkî ya bi Tirkiyeyê re didomîne, biryar da ku bi Enqereyê re danûstandinên siyasî û teknîkî yên di asta bilind de berdewam bikin.
Tirkiyeya ku biryara DMME’yê ya der barê Kavala de bi cih neanî, kete bin çavdêriya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê.

Lijneya Wezîran dîsa bang li Enqereyê kir ku li gor biryara DMME’yê Kavala "demildest" bê berdan tevbigere û bal kişand ser diyalogê. Lê belê li hemberî Enqereya ku li gorî biryaran tevnegeriya, tu mueyîdeyek nehatin girtin.