Li Neversê Newroz hat pîrozkirin
Kurdistaniyên li bajarê Nevers ê Fransayê dijîn, li ser esasê mezinkirina têkoşîna li dijî êrîşên qirkirina Kurdan Newroz pêşwazî kirin.
Kurdistaniyên li bajarê Nevers ê Fransayê dijîn, li ser esasê mezinkirina têkoşîna li dijî êrîşên qirkirina Kurdan Newroz pêşwazî kirin.
Li bajarê Nevers ê Fransayê ji Newrozê şahî hat lidarxistin. Şahiya ku li salonê hate lidarxistin bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir.
Siyasetmedar Mehmet Emîn Adiyaman ku beşdarî şahiyê bû axaftinek kir. Adiyaman diyar kir ku aktorê bingehîn ê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, "Li dijî qirkirina Kurdan divê jin, ciwan û gel têkoşîna li dijî êrîşên faşîst ên AKP û MHP’ê mezin bikin. Di serî de gelê Kurd û gelên bindest Newroza wan pîroz be.”
Piştî axaftina Adiyaman Koma Cano û Hunermend Pinar Aydinlar derketin ser dikê û kêliyên bi coş dan temaşevanan. Girse li ber stranan govend gerandin.