Tekîn Yoldaş: Ûlaş ji me re pêşeng bû

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Komûnarên Şoreşger\Tevgera Azadiyê ya Yekbûyî (DKP-BOG) Tekîn Yoldaşî got: ‘’Hevrê Ûlaş Bayraktaroglûyî di jiyana xwe de şoreş pêk anî û bi şêwejiyana xwe û şoreşgeriya xwe ji me re bû pêşeng.’’

ÛLAŞ BAYRAKTAROGLÛ

Tekîn Yoldaş fermandarê şoreşger Ûlaş Bayraktaroglû di salvegera şehadeta wî de bi bîr anî. Ûlaş Bayraktaroglû di sala 2017’an de di pêngava Reqayê de tevlî karwanê şehîdan bibû.

Tekîn Yoldaş bal kişand ser kesayeta Ûlaş Bayraktaroglû ya şoreşgerî û ev yek anîn ziman: ‘’Hevrê Ûlaş şoreşgerekî wisa bû ku ji me hemûyan re bûbû mînak. Min bi xwe di sala 2000’î de Ûlaş nas kir. Me her tim li gel wî biryardariya şoreşgerî, coş û bawerî hîs dikir. Bi têkoşîn û pratîka xwe ji bo me bû pêşeng. Me di nava tevgera ciwanan de, di nava ciwanên zanîngehê de, di berxwedana YOK’ê de û di berxwedana Geziyê de tim bi pêşengtiya Hevrê Ûlaş têkoşîna xwe meşand. Ûlaş xwedî sekneke bibiryar bû. Bi şêwejiyana xwe û şoreşgeriya xwe ji me re bû rênîşander. Bi taybetî jî bi pêşengtiya xwe ya di berxwedana Geziyê de tê naskirin û weke sembolekê bû.’’

Tekîn Toldaş bal kişand ser tevlîbûna Ûlaş Bayraktaroglû ya şoreşa Rojava û got: ‘’Bi destpêkirina Şoreşa Rojava tevlîbûna hevrê Ûlaş a şoreşê ji bo tevgerên şoreşger ên Tirkiyeyê xwedî girîngiyeke mezin bû. Di biryara avakirina Tevgera Azadiyê ya Yekbûyî de xwedî roleke mezin bû. Tevgera Azadiyê ya Yekbûyî di serdema berxwedana Kobanê de hate avakirin. Di wê pêvajoyê de bi pêşengtiya hevrê Ûlaş rêxistinbûn pêş ket. Ûlaş tevlî pêngava Minbicê û pêngava Reqayê bû û her wiha di hemû şerên din de jî cih girt. Yanî em dikarin bibêjin ku hevrê Ûlaş bi jiyana xwe şoreş pêk anî. Di salvegera şehadeta wî de em bi rêzdarî û minetdarî hevrê Ûlaş bi bîr tînin û em soza mezinkirina têkoşîna wî dubare dikin.’’