Zimanê şerker ê Macron ê li dijî Rûsyayê bû sedema nerazîbûnan

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron careke din têkîldarê şerê Ûkraynayê daxuyaniyên tund da û diyar kir ku eger alozî zêde bibe ew amade ne bersivê bidin. Mûxalefetê nerazîbûn nîşanî gotinên 'şerxwaz' ên Macron da.

Emmanûel Macron ê ku di qenalên televîzyonê TF1 û France 2 de axivî, li ser şerê Ûkraynayê axivî û anî ziman ku şerê li Ûkraynayê 'gefê li hebûna Ewropa û Fransayê dixwe.'

MACRON: AŞTÎ NAYÊ WATEYÊ TESLÎBÛNÊ 

Emmanûel Macron bi israr destnîşan kir ku "Aştî nayê wateya teslîmbûna Ûkaraniyayê” û teqez kir ku “Fransa hêzeke aştiyê ye.”Macron soz da û got, "Em ê ti carî serî li ber êrîşkariyê netewînin, em ê ti carî însiyatîfê negirin."

Serokkomar Emmanûel Macron, diyar kir ku yên ji bo destekkirina Ûkraynayê 'sînoran datînin' ew ne ‘aştî têkçûnê hildibijêrin.’

'EGER RÛSYA BI SER BIKEVE, WÊ BAWERIYA BI EWROPAYÊ BIKEVE’

Serokkomarê Fransayê got, "Eger Rûsya di vî şerî de bi ser bikeve, wê baweriya bi Ewropayê dakeve sifirê" û got, "Eger Rûsya bi ser bikeve, wê jiyana Fransayê biguhere. Êdî wê ewlehiya me nemîne.

JI MÛXALEFETÊ NERAZÎBÛN

Sê meh beriya hilbijartinên Ewropayê, rastgirên din ên li Fransayê jî nerazîbûn nîşanî vî zimanî dan. 

Şefê Partiya Komarparêz Erîc Cîottî di hesabê xwe yê X'ê de nerazîbûn nîşan da û got, "Gelo di nava xebatên hilbijartinê ya Ewropayê de dixwaze li hemberî Rûsyayê şer îlan bike yan jî dixwaze qada siyasî dagir bike?" 

Cottî got, "Ji bo piştgirîdayîna Ûkraynayê, erê. Bi armanca hilbijartinê, gurkirina potensyela şer na” û destnîşan kir ku Macron armancên xwe yên hilbijartinê yên veşartî hene.

Ji aniya çep namzetê berê yê serokkomariyê Jean-Luc Melenchon hişyarî da Macron û got, "Eger hûn şer mezin bikin, hûnê bi xwe bikin. Yên aştiyê dixwazin xwe ji bo aştiyê amade dikin. Ew vê yekê nake." 

Seroka partiya hawirdorê EELV Marîne Tondelîer got, "Macron bawerî neda me. Di rastiyê de Fransa ji aliyê dîplomatîk ve hatiye îzolekirin.”