Welatparêz Cemal Dûman jiyana xwe ji dest da

Cemal Dûman ku demeke dirêj ji ber nexweşiya pençeşêrê dihat dermankirin, li Verviersê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Dûman ji aliyê gelek Kurdistaniyan û hezkiriyên wî ve hat veşartin.

SERSAXÎ

Cemal Dûman ê 62 salî ku bi salan li Belçîkayê beşdarî xebatên komeleyê bû, ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da.

Welatparêzê ji Meletiyê Cemal Dûman 30 sal berê neçar ma biçe sirgûnê. Dûman bi salan di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de cih girt, li komele û meclîsên Kurdan de peywir girt û bi awayekî çalak xebitî.

Ji bo Dûman li Verviersê merasîmek hat lidarxistin. Piştî merasîma li Cemxaneya Verviersê li heman bajarî hat veşartin.

Piştî veşartinê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Vervîersê sersaxî hate kirin. Malbata Cemal Dûman sersaxî qebûl kir.