BI DÎMEN

Li Şaredariya Munîhê Newroza destpêkê!

Li şaredariya bajarê Munîh ê Elmanyayê, YJK û Dîe Lînke’yê resepsiyona Newrozê ya hevpar lidar xist. Li Munîhê ku cara destpêkê ye Newroz lê tê pîrozkirin, hat destnîşankirin ku ji bo çareseriya meseleya Kurd, azadiya Rêberê Gelê Kurd şert e.

RESEPSIYONA NEWROZÊ

Bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurdistan li Elmanyayê (YJK-E) û Partiya Çep a Elman (Dîe Lînke) û bi tevlîbûna rêxistinên jinan ên cuda, kes û nûneriyên partiyan li Şaredariya Munîhê starta Resepsiyonên Newroza destpêkê hate dayîn. Di axaftinên hatin kirin de, qala wate û girîngiya Newrozê û çanda wê ya berxwedanê hate kirin û peyamên siyasî hatin dayîn.


Ji meclîsa şaredariya Munîhê Bîrgîtte Wolf moderatoriya resepsiyona Newrozê kir. Di resepsiyonê de li ser navê YJK-E’yê axaftin hat kirin. Di axaftinên hatin kirin de ev peyam hate dayîn: “Pîrozbahiyên 8’ê Adarê yên ku bi heybet derbas bûn, Newrozê jî diyar dikin.”
Ji serokatiya komeleya Fraû-Kûnst-Polîtîk Dr. Corîna Toledo jî tevlî resepsiyona Newrozê bû û di nava axaftavanan de cih girt. Dr. Toledo diyar kir ku divê Newroz û berxwedanên din bibe yek.

ÎMRET: BIRÊZ ABDULLAH OCALAN AKTOREKÎ GIRÎNG E

Leyla Îmret li ser navê DEM Partiyê axivî û got, "Dengê ku li kolanan li dijî pêşketina nîjadperestî û pêşketina partiyên rastgir ên li Elmanyayê bilind dibe, gelekî girîng e. Em weke Kurd nîjadperestî û pêla faşîst a ku pêş dikeve gelekî baş nas dikin. Di vî warî de pêwîst e têkoşîna li dijî faşîzmê bi hevgirtina jin, ciwan û gelan berfirehtir bikin. Tirkiye ber bi hilbijartinên xwecihî ve diçe û ya ku xizmeta guhertin, veguhertin û demokratîkbûna Tirkiyeyê dike DEM Partî ye. Birêz Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd aktorekî girîng e.”
 
GOHLKE: JI BO ÇARESERIYÊ DIVÊ ABDULLAH OCALAN AZAD BIBE
Piştî nûnera DEM Partiyê Leyla Îmret, parlamentera Partiya Çep a Elmanyayê Nîcole Gohlke axaftinek kir. Nîcole Gohlke di axaftina xwe de berxwedana gelê Kurd û jinên Kurd silav kir û diyar kir ku ji bo demeke dirêj li Munîhê resepsiyona Newrozê hat lidarxistin gelekî watedar bû. Parlamentera Federal Nîcole Gohlke wiha got: “Em weke Partiya Çep rakirina qedexeya PKK’ê û pêngava  ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Çareseriya Pirsgirêka Kurd’ ku ji aliyê dostên Kurdan ve hatiye destpêkirin, silav dikin. Ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd divê Abdullah Ocalan azad bibe. Têkiliyên dîrokî yên di navbera Elmanya û Tirkiyeyê de xizmetê ji çareseriya pirsgirêka Kurd re nake, bi polîtîkayên xwe xitimandinê kûrtir dike.
 
Hevseroka KON MED'ê Rûken Akça Newroza beşdaran pîroz kir û bal kişand ser girîngiya Newroza îsa û got, “Kawayên Hemdem ên serdema me Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, Rahşan, Ronahî û Bêrîvan bi agirê Newrozê ku pêxistin pêşeroja me ronî kirin. Di çarçoveya pêngava Azadiya Rêber Apo û Çareseriya Pirsgirêka Kurd de me Newroza îsal diyarî 30’emîn salvegera şehadeta heval Ronahî û Bêrîvan kir. Bi vî rengî em bang li her kesî dikin ku bi xurtî beşdarî Newroza ku wê di 23'ê Adarê de li Frankfurtê bê lidarxistin bibin."

Di resepsiyonê de timî dirûşmên "Jin jiyan Azadî" hatin berzkirin. Bername bi konsera muzîkê û gerandina govendê bi dawî bû.