BI DÎMEN

Şehîdên Helebçe li Lûzernê hatin bibîranîn

Li Lûzernê şehîdên Komkujiya Helebçeyê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

komkujiya helebçe

Rejîma Beesê ya Iraqê, di 16’ê Adara 1988’an saet 11:05’an, li Helebceyê çekên kîmyewî barand. Di êrîşê de di cih de bêhtirî 5 hezar mirovî şehîd bûn û qederê 10 hezar mirovan birîndar bûn. Di encama êrîşê de û ji ber bandora jehrê heta îro li gorî texmînan bêhtirî 40 hezar mirovî canê xwe ji dest daye. Bi vê boneyê li bajarê Lûzern ê Swîsreyê bîranîn hat lidarxistin.

Bîranîn li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (CDK-L) hat lidarxistin. Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Di bîranînê de ewilî li ser navê Komîteya Çandê Hekîm Ekincî axivî û şehîdên Komkujiya Helebçeyê bi bîr anî. Ekincî anî ziman ku bi sed salan e zilm li gelê Kurd tê kirin û got: “Vê zilmê hêdî hêdî pergala xwe guherand. Lê têkoşîna li dijî zilmê bi saya Rêber Apo û PKK’ê pêş ket. Kurdan tu carî serî li ber zaliman netewand, her tim li ber xwe dide. Weke gelê Kurd divê em bêyî ku bîranînên şehîdan û komkujiyan ji bîr bikin têkoşînê bimeşînin. Em ê felsefeya Rêber Apo ya îro di bin tecrîdê de ye bişopînin û em ê bi ser bikevin.”

Siyasetmedar Mûsa Farisoglûllari jî axivî û şehîdên Komkujiya Helebçe bi bîr anî.

 Di bîranînê de mamoste Gernas helbesta ku li ser Helebçe nivîsandiye xwend. Bîranîn bi dirûşma "Şehîd namirin” bi dawî bû.