Li Rûsyayê hilbijêr ji bo hilbijartina ku encama wê diyar e, çûn ser sindoqan

Li Rûsyayê ji bo hilbijartinên serokatiyê ku vê roja Îniyê destpê kir û wê heta Yekşemê bidome, bang li 110 milyon hilbijêran hate kirin ku biçin ser sindoqan.

LI RÛSYAYÊ HILBIJARTIN

Vladîmîr Pûtîn çarêkeke sedsalê ye weke Serokê Dewletê yan jî Serokwezîr li ser desthilatdariyê ye. Li hemberî Pûtîn tenê 3 namzet hene. Lê şansê wan nîne ku bên hilbijartin.

Ji Partiya Demokrat a Lîberal a Rûsyayê Leonîd Slûtskî, ji Partiya Gel a Nû Vladîslav Davankov û ji Partiya Komunîst Nîkolaî Kharîtonov li hemberî Pûtîn in.

Dema mirov vê hilbijartinê bi hilbijartinên sala 2018’an re bîne berhev, tê dîtin ku ji hejmara namzetan 4 kes kêm bûne. Ev jî weke nîşaneya tengbûna qada siyasî, hate nirxandin.

Vladîmîr Pûtîn ê 71 salî, tenê di navbera salên 2008-2012’an de nebûbû serokkomar.

Li hemberî Pûtîn muxalefeteke rast tune ye. Tê payîn ku wê Pûtîn heta 2030’an li Kremlînê be, yanî wê ji bo 6 salên din jî dîsa bê hilbijartin. Di sala 2030’an de dikare ji nû ve bê hilbijartin û heta sala 2036’an ku wê bibe 84 salî, li ser wezîfeyê be. Pûtîn di sala 2018’an de bi sedî 76,7 dengan, hatibû hilbijartin.