Li ber bîrdariya Solaxê soza parastina Şengalê

TAJÊ di çarçoveya pêngava 'Li dijî qirkirina jin, bibe dengê xweparastinê' serdana ‘Bîrdariya Solaxê’ ya şehîdên fermanê kir ku li wir zêdeyî 80 jin û zarok hatine qetilkirin. Di serdanê de soza parastina Şengalê hate dayin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di çarçoveya kampanyaya ‘Li dijî qirkirina jin, bibe dengê xweparastinê’ serdana gorên komî kir û ragihand ku di serî de jinên di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de hatine qetilkirin, hemû şehîdên fermanê bibîrtînin û soza parastina jinên Êzidî û Şengalê didin qurbaniyên fermanê.

TAJÊ di vê çarçoveyê de serdana bîrdariya Solaxê ya weke sembola fermanê hatiye diyarkirin kirin ku li wir zêdeyî 80 jin hatine qetilkirin.

Li gel TAJÊ hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen jî amadebû. Endama Kordînasyona TAJÊ Dayê Neam Bedel têkildarî serdanê daxuyaniyek da çapemeniyê. Dayê Neam diyar kir gelek jin li wê derê hatine qetilkirin û wiha axivî: “Di navê de jinên ducanî û zarok jî, gelek jin li vir bi şekleke hovane hatin qetilkirin. Hemû bi komî xistin çalekî û bi kepçeyan jî ser wan girtin. Di şexsê van şehîdan de hemû şehîdan birêzdarî bibîrtînin. Emê weke TAJÊ timî li pey doza azadiya jin bin. Pêngava me ya ji meha Adarê destpêkiriye, heya niha dewam dike. Emê vê pêngavê mezintir bikin. Emê ji bo jinên dîl girtî yên destê DAIŞ’ê têbikoşin. Emê dest ji wan bernedin û timî bibîrbînin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya, ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû. Piştî daxuyaniyê jinan bi pêşengiya TAJÊ li bîrdariyê çira pêxistin û hemû şehîdan bibîranîn.

Hevseroka Meclîsa Gel a Şengalê Dayê Emşê Korkorkî jî ji ajansa me re axivî û şehîdên fermanê bibîranî û got: “Gelek kes li vir hatin qetilkirin. Di nava kesên hatin qetilkirin de jin, kal û zarok jî hebûn. Li vir destdirêjî li jinan hate kirin. Emê heqê wan li erdê nehêlin.”

Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Suham Şengalî jî têkildarî serdana ji bo gora komî ya Solaxê van agahiyan da: “DAIŞ li vir 82 jin û zarok qetilkirin. Di navê de dayîkên du canî hebûn, dayîkên temen mezin û zarok hebûn. Di çarçoveya pêngava me ya ‘Li dijî qirkirina jin, bibe dengê xweparastinê’ me dayîkên hatine qetilkirin bibîranî. Ev der jî semboleke berxwedanêye. Ji ber jinên li vir hatin qetilkirin, ji bo dest ji çand û baweriya xwe bernedan, hatin qetilkirin. Ji bo me jinên li vir hatine qetilkirin, semboleke berxwedanêne. Emê weke jinên Êzidî timî wana bibîrbînin û weke sembola berxwedanê bibînin. Niha jî li her devera cîhanê şer heye û herî zêde jî jin dibin qurbanî. Em di çarçoveya vê pêngavê de bang li tevahî jinan dikin, tevlî vê pêngavê bibin.”