Ji Amedê gelek girtî bi zorê hatin sirgûnkirin

Gelek girtiyên li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 2'emîn a Amedê bêyî îradeya wan ji girtîgehên cuda re hatin sirgûnkirin.

Gelek girtiyên ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Amedê dihatin ragirtin di nava meheke dawî de bêyî daxwaza xwe sewqî girtîgehên cuda hatin kirin.

Navên hin girtiyên hatine sewqkirin wiha ne: Abdûllah Zorarslan sewqî Girtîgeha Ereglî ya Konyayê, Bariş Engîn û Îbrahîm Zengîn sewqî Girtîgeha Sîncanê, Huseyîn Karahan û Bîrdal Dere sewqî Girtîgeha Kirşehîrê û Mûrat Yalçin jî sewqî Girtîgeha Dûmlû ya Erziromê hate kirin. Nehate zanîn ku yek ji girtiyan Haci Aykil sewqî ku derê hatiye kirin.