Rêxistinên Kurd ên li Rûsyayê: PDK êdî bi eşkere dijminatiyê dike

Rêxistinên Kurdan ên li welatên Sowyeta berê û Rûsyayê bi daxuyaniyekê li ber planên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê rabûn û nerazîbûn nîşanî PDK'ê dan.

Rêxistinên Kurdan ên li welatên Sowyeta berê û Rûsyayê (Ermenistan, Gurcistan, Asya-Navîn û Rûsya) bi daxuyaniyeke nivîskî planên qirêj ên dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê yên li dijî gelê Kurd şermezar kir.

Daxuyaniya rêxistinê bi vî rengî ye:

“DAÎŞ bi bin ket, hêzên ku wan rojan li pêşiya DAÎŞ’ê ranewestan, sengerên xwe hiştin û gel hiştin tenê, îro bi dewleta Tirk a qirker û faşîst re li dijî gelê Kurd û Tevgera Azadiya gelê Kurd planên tunekirinê amede dikin. Di vê plangeriya bêbext, kirêt û li dijî gelê Kurd de PDK’ê rola sereke daye ser milê xwe. Êdî diyar e, PDK hêzekî mîlîtarîst ê Tirkiyeyê ye. Civîna 14’ê Adara 2024’an a li Bexdayê di navbera rayadarên Tirk, Iraqê û PDK’ê de hatî lidarxistin, berdewamiya civînên Qesra Sadabadê ya 1937’an e ku tu carî nehêlin Kurd azad bin.

Em wek rêxistina gelê Kurd a sovyeta berê (Ermenistan, Gurcistan, Asya-Navîn û Rûsya) vê planê nas dikin û dizanin ku bi vê plangeriya kirêt dixwazin gelê Kurd qasî sed salekî dîsa bidin wendakirin. Lê em ji vîna gelê xwe û hêza gelê xwe bawerin. Çawa hovên DAÎŞ’ê têk birin, ê hevkarên wan jî têk bibin. PDK êdî bi eşkere dijminê gelê Kurd e.

Em wek rêxistinên gelê Kurd ên li Sowyeta berê vê plangeriyê şermezar dikin. Em ê li dijî vê plangeriyê jî bi her rêbazî têbikoşin.”