HPG: Kamerayeke mobesse hate îmhakirin

Li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, di çalakiya sûîqestê de kamerayeke mobesse ya artêşa Tirk a dagirker hate îmhakirin.

DAXUYANIYA HPG'Ê

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Li herêma Xakurkê;

8'ê Gulanê saet di 11:30'î de li Girê Şehîd Axîn bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Piştî vê çalakiyê qada Kolîtê bi droneyeke bombebarkirî hate bombekirin.

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

9'ê Gulanê saet di 08:25'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sûîqestê hate îmhakirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

5, 6, 7, 8 û 9'ê Gulanê li herêma Garê qada Dêreşê, Girê Zengilê, Meyrokê, Girê Reşît, Heftebaxê 11 caran, li herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Serê Metîna, Dergelê, Bazê, Bêşîlî, Şêlazê 9 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 5 caran, li herêma Xakurkê qada Kolîtê, Lolan û Sinînê 7 caran, li herêma Zapê Qada Berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm 2 caran, li herêma Qendîlê qadên Silê, Kozîne û Zergelê 5 caran; bi giştî 39 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

6, 8 û 10'ê Gulanê li herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Qesrokê, Dergelê, Golka û Şêlazê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin."