FED-KURD'ê banga beşdarbûna Newrozê kir

FED-KURD'ê ji bo pîrozbahiya navendî ya Newrozê banga beşdarbûnê kir ku pîrozbahî wê di 23'yê Adarê de li Frankfûrtê were lidarxistin.

BANGA FED-KURD’Ê

Federasyona Kurdistanîyên Azad Li Rojhilatê Elmanyayê (FED-KURD) derbarê pîrozbahiyên Newrozê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de bang li hemû Kurdan hate kirin ku li dijî polîtîkayên tunekirin û înkarê bibin yek dil û yek deng û ev yek hatin gotin: ‘’Em bang li hemû gelê xwe û bi taybet jî li gelê xwe yê li Elmanyaya Rojhilat dikin ku bi hişmendiya neteweya demokratîk, bi cil û bergên xwe yên gelêrî û bi ruhê seferberiyê beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibin û li qadên Newrozê li dijî faşîzmê ji bo azadiyê dengê xwe berz bikin.’’

Daxuyanî bi vî rengî bi dawî bû: ‘’Em jî weke Kurdên ku li Ewropayê dijîn, em ê li qadên Newrozê cihê xwe bigirin û çanda xwe biparêzin. Em bang li hemû Kurdistanî û derdorên demokrat ên li Elmanyayê dikin ku beşdarî pîrozbahiyên Newrozê yên wê di 17'ê Adarê de li Berlîn, Halle û Erfûrtê û di 23'yê Adarê de jî li Frankfûrtê werin lidarxistin, bibin.’’