Di doza Kenan Ayazî de dubare daxwaza guhertina dadger hate kirin

Helwesta serokê dadgehê Wende Spohrs ku li doza aktîvîstê siyasî yê Kurd Kenan Ayaz dinêre, her ku diçe rê li ber bertekan vedike.

Di danişîna li Dadgeha Bilind a Eyaleta Hambûrgê de di 12'ê Adara 2024'an de doza Kenan Ayazî hate dîtin. Serokê dadgehê Wende Spohrs Kenan Ayaz bi hinceta ‘nîşandana hêzê’ ew tawanbar kir û vê yekê jî rê li ber bertekên zêde vekir.

Di roja 21’an a danişîna doza Kenan Ayazî de piştevaniya temaşevanan a ji bo  Kenan Ayazî, serokê dadgehê aciz kir. Berîya niha jî ev yek çêbibû. 

Di gel geşadanên dawî, helwesta serokê dadgehê rê li ber nîqaşan vekir. Di danişînê de gazindên ji bo dengî yên temaşevanan hatin paşguhkirin û parêzer bi zimanekî tund hatin biçûkxistin. 

Dema ku Kenan Ayazî parastina xwe dikir,dengê wî dihat qutkirin û vê yekê jî kir ku temaşevan bertekên xwe bi dengekî bilindtir nîşan bidin.

Parêzeran ji ber heqaret û pêşdaraziyê daxwaz kirin ku heyeta dadgehê bê guhertin.

Astengkirina xweparastina Kenan Ayaz, helwesta dadgehê ya pêşdaraz bi awayekî berbiçav xwe nîşan dide.

Parêzerên Kenan Ayazî anîn ziman ku îfadeyên siyasî yên Kenan Ayazî  ji zîhniyeta dadgehê derbas kiriye û ji ber vê hatiye astengkirin.

Di dawiya danişînê de ji aliyê parêzerên Kenan Ayazî ve têkildarî aliyê dozê yê sîyasî û îdîayên dozgeriyê daxwaznameyeke berfireh hate pêşkêşkirin. Lê belê ji ber ku wext nehatiye temamkirin,  danişîn wê di 20'ê Adarê de berdewam bike.

Kenan Ayaz bi daxwaza dewleta Elmanyayê di 15'ê Adarê de  li Qibrisê hatibû girtin û ji Elmanyayê re hatibû radestkirin û piştre  jî li Girtîgeha Damtor a Hambûrgê hate rehîngirtin.

Kenan Ayaz li Tirkiyeyê di qada siyaseta demokratîk de dixebitî û di sala 2009’an di çarçoveya Doza Sereke ya KCK'ê de  derbarê wî de biryara girtinê hatibû dayîn û gelek doz hatin vekirin. Doza ku ji aliyê dewleta Elmanyayê ve li dijî Kenan Ayaz hatiye vekirin jî di 3'yê Mijdarê de destpê kiribû.