BI DÎMEN

‘Em Newrozê bikin mizgîniya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo’

TEV-ÇAND Ewropa û Kevana Zerîn daxuyandin ku ji bilî serkeftinê ew ê tu bijarteyek dîtir qebûl nekin û got: “Em ê Newrozê bi felsefeya ‘Jin, Jiyan û Azadî’ bixemlînin û bikin mizgîniya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.”

TEV-ÇAND Ewropa û Kevana Zêrîn li bajarê Kolnê yê Elmanyayê bi dirûşmeya "Azadiya Rêber Apo bi çanda berxwedaniya gelan ve pêkan e" daxuyaniyek da. Gelek hunermend tevlî daxuyaniyê bû.

Di daxuyaniyê de TEV-ÇAND û Kevana Zerîn a Ewropa diyar kirin ku 25 sal in bi taybetî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd û dostên wan a li çar aliyên cîhanê li dijî sîstema tecrîd, êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê li ber xwe didin û wiha hat gotin; “Rêber Apo bi berxwedaniya xwe û bi paradigmaya xwe ya nû ve komplogeran vala derxist. Paradigmaya ku Rêber Apo pêşxistiye îro gihiştiye her çar aliyên cîhanê û bûyê ilhama felsefe ya nû û şoreşa azadiya gelan. Gelê Kurd û dostên wê li dijî wê tecrîda mutleq, bi pêşengiya berxwedana Îmraliyê îro jî li çar aliyên cîhanê li ber xwe didin. Em di vê baweriyê de ne ku ev berxwedan, salvegera 26’an ya komploya navneteweyî de wê sîstema Îmraliyê bişkîne û di heman demê de dawî li desthilatdariya dewleta Tirk a faşîst bîne.”

BERXWEDANA GERÎLA DEST BI QONAXA NÛ YA PÊVAJOYÊ KIR

TEV-ÇAND Ewropa û Kevana Zerîn  ragihand ku dostên gelê Kurd li çar aliyên cîhanê li pênç parzemînan, li dehan welat û sedan bajaran de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşînekî mezin a watedar dest pê kirin û dimeşînin û wiha domand: “Pir eşkere ye ku di nava pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Ev 36 meh in ji Rêber Apo û rêhevalên li Îmraliyê tu agahî nayên girtin. Desthilatdariya faşîst û mêtinger hewl dide li Îmraliyê hemû nirxên gelan di şexsê Rêber APO de dîl bigire û tune bike. Di heman demê de êrîşên qirkirinê yên li hemberî gerîla, Rojava û Bakurê Kurdistanê jî di pêvajoya hilbijartinan jî bênavber berdewam dikin. Li dijî vê tecrîdê tevgera azadiya Kurd bi pêşengtiya berxwedaniya Rêber Apo û di şexsê rêheval Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn, berxwedana şoreşgerî ya gerîla ve dest bi qonaxeke nû ya pengavê kir.

Heya niha di xebat û çalakiyên ku çarçoveya pêngavê de hatin kirin asteke girîng derxist holê.  Di nava vê têkoşînê de dengê çanda û hunera resen jî cîhê xwe girt, xebat û çalakiyên xwe meşand. Ji niha û şûn ve jî berxwedan, xebat û çalakiyên me yên çand û hunerê li hemberî qirkirina çandî, siyasî û fîzîkî, aliyê naverokê de jî wê hê xurttir û bênavber berdewam bike. Bi pêşengtiya Rêber Apo êdî ew berxwedan xwe gihandiye hemû gelan û çanda hevgirtin û piştgiriya gelan jî zindî kiriye. Pêngava ji “Rêber Apo re Azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ya 10'ê Cotmeha 2023' an êdî bi meşa Kolnê ya 17 Şibatê û 8‘ê Adarê ve kete qonaxa xwe ya duyemîn.

BI NEWROZÊ RE TEVLÎ PÊNGAVA NÛ YA AZADIYÊ BIBIN

Di qonaxa duyemîn a pêngavê de jî wek tevgera çand û hunerê em ê bi hêza xwe ya afrîner çanda berxwedaniyê bibin serkeftinê û ji bilî serkeftinê em ê tu bijarteyek dîtir qebûl nekin. Em ê di vê qonaxê de jî bi hemû hêza xwe ya çandî, hunerî û bi berpirsiyariyên xwe yên dîrokî ve, bi rihê berxwedana Newrozê, Mazlum, Zekiye, Rahşan, Ronahî û Berîvanan tevlî pêngavê bibin. Bi pêşengiya xwediyên mîrateya çand û hunera resen a jinan, em ê Newrozê bi felsefeya jin, jiyan û azadiyê bixemlînin û bikin mizgîniya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Ger huner pênaseya hemû nirxên civakê, hunermend jî wijdana civakê be, wê demê parastina wan nirxan jî bi pêkanîna erkên xwe yên mirovî, wijdanî û exlaqî ve gengaz e. Wek tevgera çand û hunerê em bang li tevahî hunermend, rewşenbîr û derdorên demokrat û azadîxwaz dikin da ku bi Newrozê tevlî pêngava nû ya ‘ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ bibin û bi hunera xwe rola xwe ya pêşengtiya civakê bileyzin.”