Gefa Îsraîlê ya li ser Refahê: 110 hezar Fîlîstînî neçar man birevin

Rayedarên Neteweyên Yekbûyî roja Înê daxuyaniyek dan û diyar kirin ku ji bajarê Refahê nêzî 110 hezar kes neçar man birevin herêmên ku kêm metirsîdar dibînin.

Serokê Ofîsa Karên Însanî ya Xezeyê ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) Georgios Petropoulos got, "Her roj nêzî 30 hezar kes ji bajêr direvin."

Petropoulos diyar kir ku ji destpêkirina şerê navbera Îsraîl û Hamasê û vir ve 'Ev mirov ji xwe piraniya wan neçar man pênc an jî şeş caran cih biguherînin'.

Dîrektora Îcrayê ya UNICEF'ê Catherine Russell jî got, 'rewş felaket' e û diyar kir ku eger destûr ji derbaskirina sotemeniyê re neyê dayin "Pitikên di kuvozeran de ne wê nikaribin bêne xwedîkirin, zarok û malbat wê bêav bimînin an jî ava ne ewle vexwin û nexweşî belav bibe."

Li eniya Lubnanê jî şer û bombardûman dewam dike. Hîzbûllahê ragihand ku li başûrê Lubnanê vê sibehê şervanekî wan hatiye kuştin. Ji 8'ê Cotmehê û vir ve di êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnan û Sûriyeyê de 296 endamên Hîzbûllahê hatin kuştin.