NÛ BÛ

Şehîdên Helebceyê li bajarên Ewropayê hatin bibîranîn

Di çalakiya ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Helebceyê de, hat xwestin ku Qirkirina Helebce û Enfalê di asta navneteweyî de bê naskirin, tazmînata qurbaniyan bê dayîn û hewldanên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Kurdistanê bên şermezarkirin.

BÎRANÎNA KOMKUJIYA HELEBCEYÊ

Kesên di Komkujiya Helebçeyê de jiyana xwe ji dest dabûn, di salvegera 36’emîn de li bajarên Berlîn, Saarbruckenê yên Elmanyayû û bajarê Grazê yp Awûstûryayê hatin bîranîn.

Bîranîna ku ji hêla Kurdische Gemeinde zu Berlîn-Brandenburg e.V., Navenda Kurdistaniyên Azad, Navenda Nalî e. V., Awadanî e. V., Kurdberlîn, Kurdisches Zentrum e.V. hat organîzekirin gelek kes beşdar bûn. Di bîranînê de pêvajoya Komkujiya Helebçeyê ya bi çekên kîmyewî pêk hatibû vegotin û wiha axivîn: "Dîktatorên ku duh li Helebce çekên kîmyewî bikar anîn, îro jî bi heman rengî qirkirina Kurdan bi madeyên kîmyewî didomînin." 

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di êrîşên Enfalê de zêdetirî 182 hezar û herî kêm 5 hezar kes jî li Helebceyê jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûn, kesên rizgar bûne hîna jî wê trawmayê dijîn û ev daxwaz hatin ziman:

* Divê Komkujiya Helebce û Enfalê ya li dijî Kurdên Başûrê Kurdistanê bê naskirin.

* Ji bo kesên ku ji êrîşa gaza jehrî rizgar bûne û xizmên wan re tazmînat û alîkariyên mirovî tên dayîn.

*Divê hikûmeta Elman û Yekîtiya Ewropayê hewldanên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê şermezar bikin.

SAARBRUCKEN

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Meclîsa Gelê Kurd a Saarbruckenê ve şehîdên Helebceyê û berxwedana Efrînê hatin bibîranîn.

Di mîtînga li ber Europa Galerie pêk hat de zîhniyeta faşîst careke din hate protestokirin.

GRAZ

Li bajarê Graz ê Awûstûryayê bi wesîleya salvegera wan kesên di Komkujiya Helebçe û Qamişlo de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn. Gelek kes tevlî bîranîna ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate lidarxistin bûn. Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan destpê kir. Di bîranînê de hate gotin ku dîroka gelê Kurd bi komkujiyan tije ye û îro jî li Kurdistanê dîktator û rejîmên faşîst qirkirina Kurdan didomînin. Hat destnîşankirin ku ew ê komkujiyan ji bîr nekin.