BI DÎMEN

Li siyasetmedar Tahir Koçer 2 sal û 5 meh cezayê girtîgehê hat birîn

Siyasetmedar Tahir Koçer ku di Kanûna 2022’an de hatibû binçavkirin û girtin, di rûniştina li Munîhê de 2 sal û 5 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.

DOZA TAHIR KOÇER

Siyasetmedar Tahir Koçer ku di Kanûna 2022’an de hatibû binçavkirin û girtin, di rûniştina li Munîhê de 2 sal û 5 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Kurdistanî û dostên wan ev biryara ku weke “siyasî û alîgir” bi nav kirin protesto kirin.

Di rûniştina îro ya li Dadgeha Bilind a Eyaleta Munîh de endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê û Hevserokê berê yê Konfederasyona Civakên Kurdistanê ya Elmanyayê (KON-MED) Tahir Koçer ê li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê hate binçavkirin, biryar hat dayîn. Dadgehê 2 sal û 5 meh cezayê girtîgehê li Tahir Koçer birî.

Siyasetmedar Nursel Aydogan û Hevseroka KON-MED'ê Ruken Akça jî danişîn şopand. Kurdistanî û dostên wan ên li derveyê dadgehê rawestiyan bi daxuyaniyeke çapemeniyê ev biryar protesto kirin. Daxuyanî ji aliyê Rûken Akça ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Îro em beşdarî rûniştina Tahir Kocer bûn. Me careke din guh da dewleta Elman. Dibêjin Elmanya demokratîk e, lê ne wisa ye. Me ne azadî û ne jî edalet dît. Kurd 40 sal in ji ber sedemên siyasî dixwazin li Elmanyayê di nava demokrasiyê de bijîn. Em ji ber pirsgirêkên siyasî hatin vir, lê em dîsa heman pirsgirêkan li vir dijîn. Gelek Kurdên Elmanyayê bi hincetên pûç di zindanan de tên ragirtin. Em vê biryara Dadgeha Bilind a Eyaleta Munîhê siyasî û alîgir dibînin û em vê biryarê protesto dikin. Em ê têkoşîna xwe li her derê bidomînin.”

 Çalakî bi dirûşmeyên “Ji girtiyên siyasî re azadî” û “Bijî hevgirtin” bi dawî bû.