‘Li Girtîgeha Elmanyayê zimanê Kurdî qedexe ye’

Siyasetmedarê Kurd Mehmet Çakas ê li girtîgeha Hannoverê girtiye, anî ziman ku bi awayekî fîêlî zimanê Kurdî di girtîgeha Elmanyayê de qedexe ye.

Siyasetmedarê Kurd Mehmet Çakas ê ku piştî serlêdana wî ya penaberiyê ji aliyê Elmanyayê ve hat redkirin, serlêdana penaberiya siyasî li Îtalyayê kir. Li ser daxwaza dewleta Elmanyayê di Adara 2023'yan de radestî Elmanyayê hat kirin û hat girtin. Darizandina Çakas di çarçoveya qanûna 129b de didome.

Siyasetmedarê Kurd Mehmet Çakas ê ku saleke ji ber xebatên siyasî tê ragirtin got, “Li kur Kurdek ku xwedî li nasname, ziman, rûmet û nirxên xwe yên neteweyî derkeve, wî weke ‘terorîst’ îlan dikin.”

Çakas ê ku ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka re axivî, diyar kir ku ew şaş sal li Elmanyayê jiyaye û wiha got, “Weke mirovekî Kurd ku 40 sal rastî her şêwe terora dewletê hatim, li nava dewletekê qaşo hiqûq û demokrasiyê diparêze bêyî ku min hiqûqa wan binpêkiribe weke terorîst têm sûcdarkirin. Ev yek mikurhatina li şirîkatiya bi sûcên dewleta Tirk re ye, ku dewleta Tirk sûcê qirkriinê bi manîpulasyona 'têkoşîna li dijî terorê' berevajî dike.

Çakas, da zanîn ku mehê 4 saetan mafê wî ya hevdîtina bi malbatê re heye û got ku di van hevdîtinan de bi zimanê Kurdî axaftin qedexe ye. Çakas wiha dewam kir, “Hevdîtin di bin çavdêriya polîs û wergêr de pêk tên. Tevî ku piranî wergêrvan bi Kurdî dizanin jî, ji dervî Elmanî û Tirkî destûr nayê dayîn bi zimanek din bê axaftin. Bi kurtasî zimanê Kurdî bi awayekî fîêlî qedexe ye.”

KURDÊN KU XWEDÎ LI ZIMAN Û NASNAMEYA XWE DERDIKEVIN WEKE 'TERORÎST' TÊN ÎLANKIRIN

Siyasetmedarê Kurd, diyar kir ku çi ceza bê dayîn jî dê wî eleqedar neke û got ew di tevahiya pêvajoya darizandinê de bal kişandiye ser terora dewletê ya ku gelê Kurd pê re rû bi rû maye. Çakas got, “Mijara herî zêde di dema darizandinê de li ser sekinîm, etîketa 'terorê' bû ku li ser me Kurdan tê ferzkirine. Weke ku min di dadgehê de jî got, weke mirovekî Kurd ku li Elmanyayê 6 sal in lê dijîm min gilêşek biçûk jî neavêtiye erdê. Bi hincetên vala min wekî ‘terorîst sûcdar’ dikin. Ev jî helwesta wan a li dijî gelê Kurd di şexsê min de derdikeve holê. Ji ber berjewendî û hevkariya wan ên aborî û polîtîk di çavên wan de hemû Kurd weke ‘terorîst’ in. Îdîa dikin ku ew hemû Kurd weke ‘terorîst’ pênase nakin, lê belê li kur Kurdek xwedî li nasname, ziman, rûmet û nirxên xwe derkeve û li dijî êrîşên qirkirinê têbikoşe wan weke ‘terorîst’ îlan dikin. Dema ku rewş ev be, ji bo kesayeta min bibêjin ‘terorîst’ an nebêjin gelek qîmetê wê namîne. Em weke Kurd mexdûrên herî mezin ên vê sedsalê ne. Li cihê hesap xwestinê em hewl didin ku îsbat bikin em ne ‘terorîst’ in.”