Li Berlînê panela piştevaniya bi girtiyên siyasî re

Platforma Piştevaniya bi Girtiyan re di çarçoveya 18’ê Adarê Roja Girtiyên Siyasî ya Navneteweyî de li paytexta Elmanya Berlînê panelek lidar xist û ji bo girtiyên şoreşger banga piştevaniyê kir.

Di panela li Berlînê hatî lidarxistin de, ji bo yên di têkoşîna sosyalîzm û şoreşê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin. Piştre dîmenek hate nîşandan ku Endamê Komîsyona Girtîgehan û Desteya Rêveberiyê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê Mehmet Acettîn têde qala polîtîkayên girtîgehên dewleta Tirk dikir.

Li ser navê TSP’ê û rêxistina jinên ciwan Zora semîner hatin dayîn. Di panelê de polîtîkayên girtîgeh, tecrîd û îzolasyonê yên dewletan û berxwedana girtiyên şoreşger hatin nîqaşkirin.

Di semîneran de hat destnîşankirin ku ji Tirkiyeyê heta Hindistanê, Ji Fîlîpînan heta DYE’yê, ji Meksîkayê heta Îranê, ji Elmanyayê heta Fransayê, ji Îsraîlê heta Başûrê Kurdistanê li gelek welatan têkoşerên şoreşger rû bi rûyê êrîşên mîna binçavkirin, girtin, êşkence û tecrîdê dimînin.

Hat diyarkirin ku divê her kes xwedî li girtiyên şoreşger derbikeve û pêşî girtina li êrîşan jî wezîfeya yên ji derve ne.

Hat gotin ku tecrîda mutlaq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berxwedana girtiyan xurt kiriye.

Di panelê de hat rexnekirin ku desteserkirina mafan a li girtîgehan û zexta li ser girtiyan zêde bûye. Hat destnîşankirin ku sosyalîst wê serî li ber van zextan netewînin û qala girîngiya piştevaniya enternasyonal hate kirin.

Di panelê de êrîşên dewletê yên li Elmanyayê li dijî hêzên pêşverû û şoreşger pêk tên jî hatin nîqaşkirin. Hat diyarkirin ku têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê rewa ye.

Piştî semîneran, di navbera beşdaran de nîqaş hatin kirin. Bi taybetî li dijî êrîşên dewleta Elman ên li hemberî şoreşger û antîfaşîstan, banga têkoşînê yekgirtî hate kirin.

Di panelê de wêneyên girtiyên ji girtîgehên welatên cuda hate nîşandan.

Panel bi berzkirina dirûşmeya “Ji girtiyên siyasî re azadî” bi dawî bû.