KCDK-E: Me Helebce, Qamişlo, Gazî û Efrîn ji bîr nekiriye, em ê nedin jibîrkirin

KCDK-E’yê komkujiyên Helebce, Qamişlo, Gazî û Efrînê şermezar kir û bang kir ku li ser bingehê yekîtiya neteweyî berxwedan bê mezinkirin.

SALVEGERA KOMKUJIYA HELEBCE

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Li Ewropa (KCDK-E) di salvegera Komkujiya Helebceyê de, qurbaniyên komkujiyên ku di meha Adarê de ji aliyê hêzên mêtinger ve hatine pêkanîn, bi bîr anî.

KCDK-E’yê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku meha Adarê ji bo gelê Kurdistanê meha berxwedan û komkujiyan e û got: “Dîktator Sedam sala 1988’an li Helebceyê bi gaza kîmyewî û hardalê, 5 hezar mirovên me qetil kirin. Dewleta Tirk 12’ê Adara 1995’an li Stenbolê Komkujiya Gazî pêk anî. Rejîma Sûriyeyê 12’ê Adara 2004’an bi provokasyona şer a di navbera Kurd û Ereban de, komkujî pêk anî. Faşîzma AKP-MHP’ê 18’ê Adara 2018’an bi heman zihniyetê û bi polîtîkayên komkujiyê Efrîn dagir kir. Van komkujî û polîtîkayên dagirkeriyê, nekarî pêşî li têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê bigire. Li dijî van hewldanan, hêrs û biryardariya têkoşînê ya gelê me zêdetir bû.

Dewleta Tirk îro bi heman zihniyet û armancê êrîşên xwe yên li ser Kurdistanê zêdetir kiriye. Çawa ku yên komkujiya Helebce û Qamişloyê pêk anîn têk çûn, dewleta Tirk jî li hemberî têkoşîna azadiyê ya gelê me têk diçe û bi krîzên mezin re rû bi rû dimîne.

Zihniyeta ku duh li Helebceyê bi çekên kîmyewî û biyolojîk hewl dida têkoşîna gelê me biçewisîne, îro li Efrîn, Şengal, Başûr, Mexmûr û Bakur jî bêyî ku bibêje jin, zarok û kal êrîşî hemû gelê me û nirxên me dike û bi vî rengî dixwaze temenê xwe dirêj bike.

Weke KCDK-E em bang li hemû gelê Kurdistanê dikin, li dijî van êrîşên qirkirin û komkujiyê wezîfeyên xwe yên wijdanî û exlaqî bi cih bînin û li her derê li ser bingehê yekîtiya neteweyî berxwedanê mezin bikin û azadiya gelê me pêk bînin.”