BI DÎMEN

Şehîd Tolhildan Qendîl li Darmstadtê hat bibîranîn

Dayika Şehîd Tolhildan Qendîl Kejal Hesen Zade ku bi rêya telefonê beşdarî merasîma bîranînê ya li Darmstadtê bû, wiha got: “Ez ji we daxwaz dikim ku wefadarî û baweriya xwe ya bi şehîdan re biparêzin. Her tim serê xwe bilind bikin.”

BÎRANÎNA TOLHILDAN QENDÎL

Endamê Koordînasyona Komelgeha Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) Tolhildan Qendîl (Barzan Hesen Zade) ku 17’ê Îlona 2023’yan di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li herêma Pênciwênê şehîd bibû, li Darmstadt ê Elmanyayê hat bibîranîn. 

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir, Endama Komelgeha Jinên Azad a Rojhilat (KJAR) Meryem Fethî axaftinek kir û diyar kir ku ew di şexsê Tolhildan Qendîl, Bîşeng Brûsk û Sara Hogir Riha de hemû şehîdên xwe bi bîr anîn. .

Meryem Fethî li ser êrîşên faşîzma dewleta Îranê û girtina jin û ciwanan jî got ku dagirker li ser polîtîkayên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd li hev kirine.

Dayika Tolhildan Qendîl Kejal Hesen Zade jî bi rêya telefonê beşdarî bîranînê bû. Kejal Hesen Zade Newroza hemû kesan pîroz kir û got, “Sala berxwedan, azadî û bexteweriyê li we hemûyan pîroz be. Bila ev sal ji bo me hemûyan bibe sala serkeftin û azadiyê. Ez bi vê hêviyê dijîm.”

Dayika şehîd Kejal Hesen Zade diyar kir ku ew minetdarê şehîdên ku di rêya azadiyê de canê xwe feda kirine û şehîd Tolhildan e û wiha got: “Di meşa xwe de, di fikir û ramanên xwe de û her tim şehîd Tolhildan bi bîr tînim. Daxwaz ji we dikim ku wefadarî û baweriya xwe ya bi şehîdan re biparêzin. Ji we hemûyan, Rêbertî û hevalên we re sersaxiyê dixwazim. Her tim serê xwe bilind bikin.”

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) axaftin hat kirin û soza dilsoziya bi şehîdan re hat dayîn.

Bîranîn bi sînevîzyona li ser têkoşîna Şehîd Tolhildan Qendîl dewam kir, hemû beşdar ji bo meşa Newrozê ku 23’ê Adarê li Frankfûrtê bê lidarxistin hatin vexwendin.

Bîranîn bi dirûşmeyên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî" û "Bimre xiyanet" bi dawî bû.