Senatorên Baskê pirsa 'Îmraliyê' li hikumeta Spanyayê kirin

Senatorên herêma Baskê pêşnûme pirsek pêşkêşî hikumeta li Madrîdê kirin û bal kişandin ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

PÊŞNÛME PIRS

Di pêşnûme pirsê de ku ji aliyê Dîrektorê Departmana Têkiliyên Navneteweyî ya ji Partiya Serxwebûnê ya Baskê Gorka Elaejabarrîeta Dîaz û Josû Estarrona Elîzondo ve hate pêşkêşkirin, hate bibîrxistin ku ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve ti têkilî bi Abdullah Ocalan re nehatiye danîn.

Senatoran li gorî xalên 160 û 169'an ên Rêziknameya Navxweyî ya Meclîsê bersiva nivîskî ji hikumetê xwestin, bal kişandin ser şert û mercên girtîgeha Îmraliyê û gotin, "Li Îmraliyê di nava 25 salên dawî de rejîmeke tund heye."

Di pêşnûme pirsê de ji hikumetê hate xwestin ku bersiva van pirsan bide:

- Haya hikumetê ji rewşa Abdullah Ocalan heye?

- Dîplomasiya Spanyayê, têkildarî rewşa tenduristiyê ya lîderê Kurdan Abdullah Ocalan ku 25 sal in li girtîgeha Îmraliyê bi rengekî siyasî girtî ye, xwedî agahiyekê ye yan na?"