Li Bonnê ji bo zarokê li Efrînê hat qetilkirin meş hate lidarxistin
Li Bonnê qetilkirina bi hovane ya zarokekî li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê de ye, bi meşekê hate protestokirin.
Li Bonnê qetilkirina bi hovane ya zarokekî li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê de ye, bi meşekê hate protestokirin.
Qetilkirina Ehmed Xalid ê 15 salî ku li navçeya Cindirêsê ya Efrînê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, ji aliyê welatiyekî ji Idlibê ve bi meşekê li Bonnê hate protestokirin.
Di çalakiyê de xaltîka zarokê hat qetilkirin Yasmîn Xalid axaftinek kir. Di çalakiyê de daxuyaniya bi zimanê Elmanî hat xwendin.
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bimre xiyanet", "Bijî Kurdistan", "Bijî berxwedana Rojava" û "Terorîst Tirkiye" bi dawî bû.