Endamtiya tam a Fîlîstînê hate redkirin, vê carê serî li Civata Giştî ya NY’ê da

Piştî ku DYE’yê endamtiya tam a Fîlîstîniyan a ji NY’ê re veto kir, roja Îniyê li Civata Giştî gaveke sembolîk avêt û tê payîn ku di nava rêxistinê de hin mafên din jî bi dest bixe.

Fîlîstîniyên xwedî statuya “dewleta çavdêr a ne endam”, di sala 2011’an de ji bo bi rengekî tam bibin endam serî li Neteweyên Yekbûyî dan. Fîlîstîniyan serlêdana xwe di serê meha Nîsanê de car din anîn rojevê.

Ji bo ev hewldan bi ser bikeve divê piştî pêşniyara erênî ya Konseya Ewlehiyê, li Desteya Giştî ji sêyan du bikeve dengdanê. Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê 18’ê Nîsanê ev yek veto kir. Lewma Fîlîstîniyan biryar dan ku serî li Desteya Giştî bidin. Gelek çavdêrvan û dîplomat diyar dikin ku li Civata Giştî îhtimala serketinê hîn zêdetir e.

Biryara ji aliyê Emîrtiyên Ereb ên Yekbûyî ve pêşniyarkirin, diyar dike ku dewleta Fîlîstînê ji Neteweyên Yekbûyî re “ji bo endamtiyê şert û mercên pêwîst bi cih tîne” û “lewma divê ji endamtiyê re were qebûlkirin”. Her wiha bang li Konseya Ewlehiyê tê kirin ku “mijarê bi rengekî erênî jinûve binirxîne”.

Sefîrê Bilind ê Fîlîstînê Riyad Mansoûr roja Pêncşemê ji rojnamevanan re axivî û got: “Em avahiyekê kevir bi kevir ava dikin. Dibe hin mirov vê yekê weke sembolîk bifikirin, lê ev ji bo me girîng e. Em ber bi mafê xwe yê rewa û xwezayî ya bûyînî endamê tam ê NY’ê ve pêş de diçin.”